04 januari 2016

Tirk çiqas zulmê li me dikin jî dilê me ji wan sar nabe


Em nikanin tirkan ji welatê xwe derxin ev vekirî ye. Îro ew xurt û em jî zeîf in.
Em çi dikin jî, çiqasî li ber xwe didin jî em nikanin bi mêrikan.
Him xurt in û him jî wek bav û kalên xwe pir zalim û xwînxwar in.
Lê em kanin li dijî wan bin, ji wan hez nekin, ji wan nefret bikin.
Û dibê em nefret bikin jî.
Çimkî dijmin in.
Heger em nefret nekin di me da, ruh û hestên me da şaşiyeke heye.
Filistîniyek, heta erebek, heta dîndarekî misilman jî ji cuhuyan hez nake, di hundurê xwe da jê nefret dike.
Ji ber ku dibêjin welatê filistîniyan ji wan stendine.
Hetaem wiha bindest bin dibê em jî bibin neyarê neyarê xwe, ji neyarê xwe hez nekin, nexwazin pê ra bijîn.
Çimkî tirkan welatê me îşxal kirine, tecawizî hemû nirx û muqedestên me dikin, hemû hêjayiyên me binpê dikin.
Zulmeke pir mezin li me dikin.
Gû bi me didin xwarin.
Em ji xwe ra kirine kole.
Lê meriv vê zulmê li koleyê xwe nake.
Lê tirk dikin.
Me dikujin, lê nahêlin em termên xwe jî gorr bikin.
Qet tiştek ji destê me neyê hema em dikanin ji van qatil û xwînxwaran, ji vê îktîdar û dewleta vê zulmê li me dike nefret bikin.
Kesê welatê meriv ji meriv stendibe meriv jê hez nake.
Dibê em nekevin partiyên tirkan, nebin mebûs û wezîrên wan, bi wan ra nebin neyarên gelê xwe.
Heger em viya nekin, dîsa jî bixwazin bi tirkan ra bijîn, dîsa jî bi milyonan bibin hevalê filan serokwezîr û filan serokkomarê tirk, maneya xwe em mirovên pir pîs in.
Di me da kêmasiyek heye.
Mezlûmekî, bindestekî, koleykî bi xîret ji celadê xwe hez nake, pesnê wî nade, pê ra hevaltiyê nake.
Helbet ev nayê maneya di nava tirkan da qet merivekî baş tuneye. Bêguman çend însanên baş hene, lê pir hindik in.
Ji bo xatirê çend kesên wek Îsmaîl Beşîkçî nabe meriv ji miletekî bi kêmanî ji sedî %95ê wî neyarê kurdan û irqçî hez bike, ya jî li hemberî wan nebe xwediyê hestekî negatîf.
Hin kes hene 10, 20 salan di zindanên tirkan da mane, tirkan îşkenceyên nedîtî li wan kirine, nehîştine bi salan bi dê û bavên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Lê eynî kes nuha li peravên Derya Spî û Egeyê xwedî havîngeh in û bi kêf û zewqeke mezin bi tirkan dijîn, pr rehet bi tirkî dipeyivin.
Hewqas îşkence, hewqas zulm û bi salan yasxkirina axaftina kurdî ya bi dê û bavên xwe ra dîsa jî Tirkiye, tirk û zimanê tirkî li ber çavên wan kesan reş nekiriye, li hemberî Tirkiyê, tirkan û zimanê tirkî nebûye sebebê peydabûna hestekî negatîf .
Tiştekî pir ecêb e, pir balkêş e!
Min heta nuha nebihîstiye girtiyekî zindana Amedê ji ber zulma di zindanê da dîtiye wek protesto dev ji tirkî berda be.
Yanî tirk çi dikin jî kurd qebûl dikin, xwe fêr dikin, xwe întîbaq dikin.
Tirk dizanin em rabiduya xwezû ji bîr dikin, zû dibin “mankurt” yanî koletiyê zû qebûl dikin.
Lema jî tirk di zulma xwe tu carî texsîr nakin, tim û tim bi comerdiyeke mezin zulmê li me dikin, me rezîl û riswa dikin.
Lê haya me jî ji viya tuneye.
Heger haya me ji vê “mankurtiya” me hebûya bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen nedibûn mebûs, wezîr û hevalên dewletê, di dezgehên dewletê yên medyayê da bi îftîxar nedixebitîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE