20 januari 2016

Tirk bela xwe ji kurdan venakin

Li gorî xebera BBC beşê tirkî, serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yê irqçî û neyarê miletê kurd gotiye, ”PYD ewê beşdarî hevdîtinên aştiyê nebe. Ji ber ku PYD/YPG nêzî PKKê ye û ji bo Tirkiyê tehdîd e.”
PYD ne partiyeke ji Tirkiyê ye, endamên wê ne tirk in, lê Davutoglu dîsa jî wê ji Tirkiyê ra tahlûke dibîne.
Hûn dibînin ev mahcirê Kafkasan û pêsekiniyê tirkan çi faşîst e, çi nazîst e û çiqasî neyarê miletê kurd e.
Mêrik dibêje em qebûl nakin kurd li welatekî din jî ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî maf.
Û PKKê û hemû hêzên nêzî PKKê jî ji bo Tirkiyê wek tehdîdê dibîne. Ji bo ku Tirkiye ji vê gefê û tehdîdê xelas bibe, dibê PKK û PYD nemînin, ji ortê rabin.
Yanî ev faşîst û nazîstên Kafkasan û Balkanan hebûna xwe û Tirkiyê bi tunebûna kurdan ve girê dane.
Li gorî îdeolojiya wa ya faşîst û irqçî ji bo ku tirk û Tirkiye hebe û rehet bijî, dibê kurd tunebin.
Li gel ku ew ne ji Sûriyê ye, Tirkiye welatekî xerîb e, lê dîsa jî xwe wek aliyekî meselê û muxalefetê dibîne.
Lê kurd beşekî ji Sûriyê ne û li hemberî Daîşê û hemû çeteyên îslamî yên din ev 4 sal in şerekî bêhempa dane, di vî şerî da bi hezaran şehîd dane, lê li gora Davutoglu dibê kurd dîsa jî beşdarî hevdîtinên Cenewreyê nebin.
Wek tê zanîn Emerîka û Rûsyayê li ser 25ê vê mehê li hev kirine. Lê belê li ser kê ewê beşdarî hevdîtinan bibe hîn lihevkirinek tuneye.
Davutogluyê faşîst wa ye eşkere dibêje ew naxwazin kurd beşdarî civînên Cenevreyê bibin û ji bo vê jî çi ji destê wan were bêguman ewê bikin.
Lê li vir ji vê neyartiya tirkan bêtir bêtifaqiya kurdan xerab e û malwêraniya herî mezin e.
PYD û ENKSê hîn li hev nekirine û hîn jî gorra hev dikolin.
Di rojeke wiha dîrokî da tiştê herî rast dibê PYD û ENKS li hev bikin û bixwazin wek aliyê kurd beşdarî civînan bibin. Gava ew li hev bikin Emerîka û Rûsya nikane kurdan li derve bihêlin.
Ji bo ku PYD û ENKS bi hev ra wek nûnerên miletê kurd beşdarî civînên Cenewreyê bibin çi ji destê PDKê û PKKê tê dibê bikin. Çimkî PYD û ENKS bi gotinên wan hereket dikin.
Dibê kurd vê fersenda dîrokê ji destê xwe nerevînin.
Heger kurd beşdarî civînên Cenewreyê nebin ji neyartiya tirkan bêtir mesûl û sûcdar kurd bi xwe ne. Dibê ev yek were zanîn.PYD ve ne de ENKS
Tirkiye dixwaze li Sûriyê kurd nebin xwedî tu maf, wek berê dîsa bindest bimînin.
Esas mesele vekirî ye, heta Tirkiye û tirk li vê herê hebin rehetî ji kurdan ra tuneye. Ne ji kurdên Tirkiyê tenê ra, ji kurdên tu beşekï Kurdistanê ra rehetî tuneye.
Heta Tirkiye, ev dewleta faşîst û irqçî hebe azadiya me pir û pir zor e.
Dibê meriv viya bizane û tirkan wek neyarê xwe yê esasî, yê herî xedar û herî irqçî bibîne.
Û hemû dost û hevkarên vê dewleta faşîst û irqçî jî wek hevalên neyarên kurdan qebûl bike.
Çimkî heger meriv ne neyarê gelê xwe be, meriv nabe dost û hevalê vê dewleta faşîst…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE