07 januari 2016

Rêberên AKPê bi îslamê û Xwedê bawer nakin


AKP xwe wek partiyeke îslamî dibîne.
Erdogan, Davutoglu û hemû mebûs, wezîr û birêvebirên hukûmetê xwe musilman û bawermend dibînin.
Lê ez dibêjim baweriya vanan yekî jî bi Xwedê, bi Pêxember û bi Quranê tuneye.
Hemû jî derewan dikin, hemû jî xwedê nenas in.
Nimêja dikin, rociya digrin hemû vir e, ji bo xapandinê ye.
Di hundurê xwe da baweriya yekî jî bi Xwedê, bi emrê Xwedê, bi Quranê, bi dîn û şerîetê tuneye.
Heger hebûya, heger bi rastî musilman bûna, bi Xwedê û Quranê û şertên îslamê baweriyan hebûya, ewê cenazeyên kal û pîran, yên zarokan, yên însanên siwîl bi rojan li erdê nehîştina.
Heger baweriya Erdogan û Davutoglu bi Xwedê û bi îslamê hebûna ewê rakirina cenazeyan li malbatan yasax nekirana.
Ewê li cenazeyan heqaret nekirana.
Çimkî ne îslam û ne jî dînekî din û ne jî tu însaniyet heqareta li cenazeyan qebûl nake, rehîngirtina cenazeyan, yasaxkirina rakirina cenazeyan bi roja qebûl nake.
Ji ber ku Erdogan, Davutoglu û hemû û birêvebirên hukûmeta AKPê xwedênenas, bêdîn, bêîman û zebanî ne, însanên ji exlaq û însaniyetê şuştî ne.
Tu dîn, tu îdeolojî li hemberî cenazeyê mirovan, dixwaze bira ew dijminê te be, zalimî û bêexlaqiyeke wiha qebûl nake.
Ji ber ku xwedênenas û gurûhek zebanî ne, lema jî nahêlin kurd cenazeyên xwe rakin.
Ev, sûcekî li dijî însaniyetî ye, xwedênenasî ye, redkirina îslamê ye, kîn û nefreteke ji dijminatiyê jî wêdatir e.
Bi çavsorî cenazeyên kurdan bi rojan, bi hefteyan li morgên nexweşxaneyan, li mizgeftan, li erê dihêlin, nadin malbatên wan. Li nexweşxane û mizgeftên Cizîrê û li Silopiyê dest dane ser bi dehan cenazayan. Kes hejmara cenazeyan nizane. Û cenaze jî pirnaniya wan yên kesên siwîl in.
Zulmeke wiha kesî nedîtiye!
Însanê bi rastî musilman be, baweriya wî bi Xwedê û Quranê hebe dibê vê bêîmaniyê, vê xenzîriyê neke….
Gava kir, maneya xwe baweriya wî bi tu dînî û îdeolojiyê tuneye, zebanî ye, xenzenîr e, ya jî teba û maxlûqatekî ji hemû teba û mexlûqatan xerabtir û pîstir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE