07 januari 2016

Komunîstê do, faşîstê îro Dogu Perînçek

Serokê Vatan Partisi, komunîst û lîderê xortên çep yê salên 60-70 û panturkîst û faşîst û neyarê kurdan yê îro Dogu Perînçek li ser termê Taybet Înan ku 7 rojan li Cizîrê li erdê mabû gotiye, ”Di şertên şer da tiştê wiha dibe.”
Perînçek, gotina Sirri Sureyya Onder, ”ewê parlamenteriyê ji me bigrin û me tewqîf bikin. Rewş wisa nîşan dide. Lê belê ewê tu feydeya vê yekê ji çareseriyê ra nebe”, wiha şirove kiriye û gotiye:
”Ewê pir baş bibe. Heger viya neke Tirkiye ebeden nikane vê meselê bigihîne netîceyekê…”
Belê, serokê komunîstan yê do û panturkîst û faşîstê îro dixwaze dewlet HDPê bigre, meclîs îmunîtêya mebûsan jê bistîne û dû ra jî wan bavêjin zindanê.
Perînçek, ji roja roj da ev teresbav e, ajanê dewleta xwe ye, tirkçî ye û armanca wî ya herî mezin kurd ji bindestiyê xelas nebin û Kurdistan çê nebe…
Hêvî dikim bi rastî dewleta tirk bi rastî HDPê bigre û hemû mebûsên wê jî ji meclîsê biqewitîne û tewqîf bike.
Ji komunîstan bigre heta bi dîndaran her kes neyarê kurda ye, belkî ji sedî nod û pêncë tirkan dixwaze dewlete 20 milyon kurdî qir bike.
Di rewşeke wiha da rêber û serokên PKKê û HDPê hîn bi tirkan ra qala biratiyê û jiyaneke mişterek dikin.
Şerm e, dibê meriv êdî dev ji vê lîstikê berde. Em nikanin bi xelkê me fêm kir, lê ne hewce ye meriv di ser da jî xwe rezîl bike.
Madem mafên me nadin û naxwazin bi me ra bijîn, dibê em jî dev ji partî meclîsa wan berdin û ji xwe ra li riyên din bigerin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE