19 januari 2016

Hukûmeta AKPê dixwaze Kurdistanê bike qişlayeke leşkerî



Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye, ”Ewê Şirnexê bibin Cizîrê û Hekkariyê(Culemêrgê) jî bibin Geverê.”
Bi îhtîmaleke mezin li ser hin wîlayet û qezayên Kurdistanê yên din jî hin plan û projeyên dewletê yên dizî(veşartî)hene.
Min xeber û tiştên li ser vê mijarê hatine gotin hîn baş nexwendiye, lema jî nizanim bi guheztina ciyê Şirnexê û Hekkariyê qesta Davutoglu çi ye û dixwazin çi bikin.
Ji bo çi dixwazin Şirnexê û Hekkariyê vala bikin?
Lê li gel vê înfarmasyona kêm jî meriv dikane bibêje dewlet dixwaze hin tedbîrên leşkerî bigre, hejmara leşker, polîs, tîm û muxbîran li Kurdistanê zêde bike. Hêza xwe ya leşkerî belkî derxe sê qat, çar katê nuha.
Û ji bo vê jî ewê bingehên fizîkî jî amade bikin.
Bi kinî nêta Erdogan û Dewletê(ji xwe dewlet îro Erdogan tenê ye, ew çi bibêje ew dibe)pir xerab e.
Ji bo ku PKKê biqedînin, ji bo ku tevgera kurd ya netewî û vê serîhildana kurdan ya 29an jî têk bibin û kurd nikanibin careke din jî pişta xwe rast bikin ewê her xerabiyê bikin, her tedbîrê bigrin.
Dibê em viya baş bizanin û li gorî wê hereket bikin.
Piştî ku rewş gihîşt vê nuxtê êdî berger, heyran qurban, zeytkirin pere nake û ne rast e jî.
Piştî vê saetê tiştê kanibe dewletê û Erdogan rawestîne, nehêle zêde pêşda here tenê zor e, hebûna muxalefeteke berfireh û bi tesîr e.
Yanî dibê em ûjdan, merhametê filan û bîvan ji dewleta tirk ya faşîst û tirkan nekin, ji bo ku vê serîhildana kurdan jî bişkînin, ji bo ku me îlelebed bindest û kole bihêlin ewê her barbariyê, gelek tiştên qet nayê bîr û bala meriv bikin.
Lema jî di vê rewşê da piştgiriya derve, bi taybetî jî şêla Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê pir muhîm e.
Dibê Emerîka, lê bi taybetî jî Yekîtiya Ewrûpayê vê bêdengiya xwe biguherînin û li dijî êrîş û planên Tirkyê derkevin.
Û ji bo vê yekê jî dibê em kurd dîplomasiyeke pir xurt bimeşînin û dinyayê ji kirinên Tirkyê agahdar bikin.
Ya din jî şêla kurdên AKPê ye.
Dibê meriv zorê û zixtê bide ser hemû kurdên hîn bi AKPê ra ne, hemû parlamenter û wezîrên AKPê yên dibêjin em kurd in.
Heger bi rastî xwe kurd dibînin û ne dijminê gelê xwe ne, dibê li hemberî plan û projeyên hukûmeta AKPê û dewletê yên tehcîrkirin û êsîrhîştina kurdan bêdeng nemînin.
Heger îtîraz nekin û ew jî piştgiriya tehcîrê û valakirana bajarên kurdan, piştgiriya qetilkirina kurdan bikin, wê demê bi qasî dewleta tirk ew jî sûcdar in.
Yanî wê demê ewê tu ferqeke wan ji cahşên nuha li Sûrê, li Cizîrê û Silopiyê bi leşker û polîsên tirk ra li hemberî kurdan şer dikin nemîne.
Kî li hemberî van plan û projeyên dewletê yên tunekirina kurdan bêdeng bimîne, li hember ranebe ew hevalê neyar e, cahş e, dijminê gelê xwe.
Dibê meriv viya pir vekirî bibêje. Rewş hatiye nuxteyeke pir krîtîk, kurd rûbirûyê felaket û bobelateke mezin in. Lema jî dibê meriv li hemberî planên dewletê û Erdogan bêdeng nemîne…

XXX
Emê ji zarok û neviyên xwe ra bibêjin qatilê me Erdogan e!
Serokmuftuyê Sûriyê Ahmet Bedrettîn Hasûn gotiye,
”Emê ji zarok û neviyên xwe ra bibêjin yên dezgeh û endîsturuya(sanayiya) Sûriyê wêran û talan kirin, yên gelê Sûriyê qetil kirin hukûmeta Tirkiyê û Erdoganê qatil e.”
Sedîsed rast e, şerê Sûriyê Erdogan derxist, wî Daîş, El- Nusra û hemû çete û qatilên cîhatçî ji her dera dinyayê top kir û şand Sûriyê û bi destê van qatilan bi sedhezaran însan da kuştin. Bi milyonan însan koçber kir. Sûriye wêran kir.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE