16 januari 2016

Heger dewlet îro zora PKKê bibe sibe ewê bigre ser malên we

Ne tenê hukûmeta AKPê û mitefikên wê li dijî beyena akademîsyenan in, kurdên li dijî beyanê jî hene.
Erdogan, Bahçelî, faşîst, kemalîst, hemû dijminên kurdan û heta bi çeteyên Mafîayê jî li dijî beyana akademîsyenan derketin û gotin ev beyan îxanet e, dijminatiya bi dewletê ra ye û piştgiriya terorîstan e meriv fêm dike.

Ji ber ku hemû jî neyarên miletê kurd in, naxwazin kes zulma dewlet li kurdan dike û terora li hemberî kurdan dimeşîne rexne bike.

Lê yên li dijî beyana akademîsyenan in ne ev kes û hêz tenê ne, hin kurdên xwe welatparêz û kurdperwer dibînin jî bi qasî van kesan û hêzan li dijî beyanê ne, di studyoyên telewîzyonên tirkan û dewletê da ew jî beyana 1128 akademîsyenî belav kiribû  rexne dikin û beyanê dixin binê erdê.

Wek Erdogan, Bahçelî û kesên din, ew jî beyanê naecibînin, ew jî dibêjin efendim beyan yekalî ye, PKKê rexne nake, tenê dewletê rexne dike. Û ev jî neheqî ye...
Efendim gelek kesên beyan îmze kirine di esasê xwe da neyarên kurdan in û ji bo kurdan tu mafî naxwazin.

Lê ji bo ku neyartiya Erdogan bikin beyan îmze kirine. Çimkî ew dijminên Erdogan in, derdê wan bi Erdogan ra ye, filan û bîvan….

Dijminatiya PKKê gelek kes bi zanetî ya jî bi nezanî kirine hevalbendên AKPê û dewleta tirk.
Û ya din jî qey meriv li mala kê be, li ser sifra kê be şûrî wî dikşîne. Bi kêmanî meriv dilê xwediyê malê jî xweş dike. Ya na dewlet careke din ewê wan nagre hundur û ewê ji karê xwe bibin…
Ev jî rastiyek e…

Lê ev kesên ku di telewîzyonên dewletê û tirkan da PKKê bi şîdet rexneke dikin, ji erd heta bi ezmên PKKê neheq dibînin û bi dil û can dixwazin PKK biqede tiştekî nabînin.

Heger PKK wek ew dixwazin bêyî peymaneke bi dewletê ra, bêyî ku ji bo xwe û ji bo kurdan tu mafekî  ji dewletê bigre biqede, têk biçe;  yanî heger dewlet bi şer zora PKKê bibe û bi ser keve, roja din ewê dor were ser van kurdên îro di telewîzyonan da PKKê rexne dikin.
Û helbet ser hemû hêz û kesên kurdperwer û welatparêz jî…



Roja din dewletê bi gewriya Kemal Burkay û hemû kesên wek wî bigrin û wan jî biqedînin.
Ji bo ku îro PKK û şer heye dewletê û tirkan di telewîzyonên xwe da, di hin zanîngehan da cî daye wan û ji wan ra tiştekî nabêje.

Lê roja ku PKK, bêyî ku tiştekî bi dest xe biqede, ewê jî ji kar û ji kursiyên xwe bibin û belkî jî gelekên wan werin dadgehkirin û têkevin zindanan jî.

Ji ber ku hêza kurd pê ra dans dikin dewleta tirk e. Heger piçek zanîn û şiûra dîrokê bi me ra hebe, dibê em bizanibin ku ev dewlet pir û pir bêbext û zalim e, qeleş e, kêmfersend e.

Dewleta tirk heta ku motajî kurdan be, wek marê li bende nêçîra xwe be bêdeng e, lê gava bi fireqetiyê keve û girêka xwe bi paş xe, a wê çaxê dibe gurê har û meriv zîfêl zîfêlî dike.

Kemalîstan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û demekê piştî şer, yanî heta ku motajî kurdan bûn bi şêx, axa û mîr û mezinên kurdan  ra xwe dost nîşan dan, ew birin meclîsê, gotin ev dewlet ya kurd û tirka ye.
Lê piştî ku cî dan nigê xwe, tavilê berê xwe dan ser wan kurdên dostên xwe û yên di meclîsê da yek bi yek bi darde kirin û hesabên beyan û gotinên wan yên berê, heta hesabê lixwekirina kincên kurdî ji wan pirsîn.



Lema jî kurdên îro di telewîzyonan da bi heraret PKKê rexne dikin û ji bo têkçûna wê dua dikin, dibê hinekî bala xwe bidin vê dîroka komara Tirkiyê û di vê dîroka nêz da vê dewletê çi aniye serê kurdên hevalbendên xwe careke din bînin bîr û bala xwe….

Yanî heger dewlet îro bêyî lihevkirin zora PKKê bibe, sibe ewê bigre ser malên kurdên hevalbendên xwe û îcar li hustuyê wan siwar be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE