14 januari 2016

Gava ker ket heriyê ji xwedî pê ve kes ranahîje teriyê.



Berf bû, şilî û şepelî bû.
Kerê sofî ketibû heriyê.
Ji bo ku ker ji heriyê derxe sofî pir li ber xwe da, lê heywan di bin bêr da xerab ketibû, hêz pê ra nemabû rabe ser xwe.
Li der û dorê jî kes tune bû were hawara sofî.
Ji bêçaretiyê serê xwe bilind kir û her du destên xwe berbî asîmanan vegirt û bi dengekî bêhêvî got:
- Xwedêyo, weleh heger tu bixwazi tu kanî nuha vî kerî ji erdê rakî,
berfa vî çiyayê hember jî hemû bi ka kî
û devê kerê min di nav kî.
Lê ez zanim tiştê te nekiriye tu nakî…
Yanî gava ker ket heriyê, ji xwedî pê ve kes ranahîje teriyê.
Ji bo ku hûn fêm bikin ne Xwedê avekê li vî agirî dike û ne jî topekê li nava dilê Erdogan dixe.
Çi bikin emê bikin…

XXX


Do çeteyekî Mafîa tirk Sedat Peker, akademîsyenên li dijî teror û êrîşên dewletê derketibûn tehdît kiribû û gotibû "xwîn êwe wek lehiyê biherike û emê di xwîna we da serê xwe bişon."
Lê ne çete û Mafîa tenê kurdan û tirkên aştîxwaz û li dijî terora dewletê ne tehdît dikin, serokê MHPê Devlet Bahçeliyê faşîst û serokê baroya abûqatan Feyzîoglu jî eynî wek Pekerê Mafîa, akademîsyenên belavok belav kirine bi îxanetê û hevalbebdiya dijmin îtham kirine.
Devlet Bahçelî gotiye:
”Em nikanin zarokên xwe teslîmî zihniyeta li zanîngehan destegê dide xayinan bikin. Lema jî dibê YOK(Dezgeha blind ya perwerdeyê) bi wezîfeya xwe rabe û ya din jî dibê rektorên zanîngehan jî di vê mijarê da hesas bin.
Mijara li vir ez dixwazim balê bikşînim ser, ev ekseriyeta ku destegê dide xayinan, ku piraniya wan lêkolîner û doçentên cîgir in, çawa ketine zanîngehan, dibê were tetkîkkirin.”
Wek tê dîtin Bahçelî wek Erdogan gotibû, dixwaze van akademîsyen îmze avêtine binê belavokê ji zanîngehan werin avêtin.
Serokê Baroya abûqatan Metîn Feyzîoglu jî akademîsyenên xwediyê belavokê rexne kiriye û gotiye vana piştgiriyê didin terorê û hevkariyên dijmin in û hemû bi hilweşandina dewleta tirk îtham kirine.
Bi kurtî li Tirkiyê Mafîa, serokê baroya abûqatan, siyasetmedar, medîa û CHP jî bi pirayî di nava vê cepheya nîjadperest û panturkîst û faşîst da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE