21 januari 2016

Ez ban kesî nakim

Parlamenterê Şirnexê Feysel Sariyildiz ji heval û parlamneterên HDPê û kurdan ra gotiye:
”Ez ban kesî nakim !
Gelê cizîrê tê qetil kirin, ma ezê bangî kê bikim?
Em dimrin û ji kesî deng tuneye.
Belkî jî ev dîtina me ya dawî be. Belkî jî careke din şansê em hev û du bibînin tunebe !”
Hemû parlamenterên HDPê bi qurbana Feysel Sariyildiz û Encu bin.
Cizîr, Silopî û Çirnex Dişewite, lê hûn li Anqerê rûniştine, hûn naçin hawara Cizîra qehreman, Cizîra birîndar û di bin îşxalê da.
Cizîr di nava lepên neyar da ye, Cizîr birîndar e û li bende kurdên xwedî xîret e. Hemû mebûsên HDPê, tirkên xwedêgiravî mitefik û dostên kurdan bûn, dibê îro bi lez û bez herin hawara Cizîrê.
Li terora dewletê temaşekirin, ji hawar û qîrîna Cizîrê da guhê xwe girtin şerm e, rûreşî ye.
Kurdino, mebûs û serokno, li Anqerê, li Stenbolê li kuştina kurdan temaşe nekin, li hemberî qîrîn û hawara cizîriyan xwe kerr nekin…

XXX


Wey mala Xwedê ava be, piştî bêdengiya demeke dirêj Parlamentoya Ewrûpa îro li ser rewşa kurdan û terora Tirkiye li hemberî kurdan dimeşîne civînek(rewşa başûrê rojhilatê Tirkiyê)çêkir.
Di civînê da gelek parlameneteran Tirkiye pir sert rexne kirin.
Gelek parlamenterî bêdengiya PE yê jî rexne kir û got Tirkiye bi rengekî bi plan kurdan qir dike, nabe PE li hemberî vê qetlîama kurdan bêdeng bimîne.
Bi kurtî tiştê di civînê da hatine gotin pir pozîtîf in û hêvî dikim ku PE vê şêla xwe ya rexnegir bidomîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE