12 januari 2016

Ev saltanat ji vî zirzopî ra namîne

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, ji bo 1128 akademîsyenên do banga muzakerê û aştiyê kirin gotinên nemayî kir, gef li wan xwar û hemûyên wan bi xayintiyê îtahm kir.
Çend gotinên Erdogan yên ji bo akademîsyenan gotin:
”Xayin û muswedeyên ronakbîriyê. Hûn ne ronakbîr in, hûn tarî ne, tarî.
Hûn hevalbendên rêxistina terorê ne.
Gurûha tarî.
Ey muswedeyên tarî, hûn tarî ne, tarî.
Gurûha ji xwe ra dibêje akademîsiyen. Dewlet axa xwe diparêze lê ew êrîşî dewletê dikin. Efendim heq û azadî tên binpêkirin. Li aliyekî meselê dewlet û milet heye û li alieykî jî rêxistina terorê. Ya hûnê li ba dewletê bin ya jî rêxistina terorê. Ji bo me endamê rêxistina terorê çi be, yê bi devê wan dipeyive jî eynî ye.
Li Tirkiyê mesela kurd tuneye, teror heye.
Yê nanê Tirkiyê bixwe û pê ra îxanetê bike, li kîjan dezgehê dibe bira bibe, dibê li wir nemîne. Vana nikanin bibin mamûr. Wek dîtina min ya şexsî, hestên miletê min jî ev e. Tiştê hewce ewê were kirin.”

Însanekî normal, ne nexweş wiha napeyive, van heqaretên nemayî li 1128 akademîsyenên welatekî nake.
Meriv henekî  giran, bi edeb û terbiye dibe, wek pêxwes, çeqel û sûtalên kolanan napeyive, termînolojiyeke siyasî bikar tîne.
Lê ev bêexlaq tam hiş berdaye, tirsa ewê ji ser hukum da bikeve û were mahkimekirin ew har kiriye.
Mêrik dewletê wek şîrketeke mafiyayê û xwe jî wek serokê mafîa yê herî mezin dibîne, bi wî devî dipeyive…
Bêlome be, ji tirsa agir ketiyê, lema jî bi uslûbeke pir bêmistewa zimandirêjiyê dike, dev davêjê ji xelkê da.
Lê ez tim dibêjim, ev ji Erdogan ra namîne, miheqeq ewê li bela xwe rast were. Bi gotin û êrîşên wiha roja belê nêz dike…
Ez bawer dikim  taliya vî zirzopê gurcî ewê pir xerab be, hindik ma…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE