03 januari 2016

Erdogan bi xwe du sal berê sîstema eyaletan diparast



Parlamenterê HDPê Garo Paylan, du roj berê li meclîsê gotinên Erdogan yên di sala 2013a da li ser başiya sîstema eyaletan gotibû , bêyî ku  navê wî bide xwend.
Parlamenterê AKP yê yê Duzceyê Faruk Ozlu, bi qîrîn got:
- Ma ew kaxeza Qendîlê daye destê te?
Erdoganê ku li dijî sîstema eyaletan, yanî  ”xweseriya demokratîk” nuha gir ji devê wî dibare, ne zêde, hîn du sal berê sîstema eyaletan bi van gotinên jêr wiha parastibû:
”Dema hûn li welatên pêşketî binêrin hûnê bibînin ku li tu welatekî ji van tirsa ji eyaletan tuneye. Bi eksê wê, li van velatan sîstema eyalatan pêşketineke aborî ya bi lez bi xwe ra aniye. Ev, elameta xurtbûnê ye. Dema em li dîroka xwe, li Osmaniyan dinêrin, eyaleta Lazîstanê û Kurdistanê heye. Tirkiyeya bi hêz dibê ebeden ji sîstema eyaleta netirse. Hûn dikanin di sîstema eyaletan da jî yekîtiya unîter biparêzin. Em serokên belediyeyan hildibijêrin, çima  gel ewê waliyan hilnebijêre?”
Gava Garo Paylan, bêyî ku navê wî bide, ev gotinên Erdogan ji ser kursiya meclîsê xwend, parlamenterê AKPê yê Duzceyê Faruk Ozlu, ji ciyê xwe bi hêrs bi Paylan da qîriya û got:
-Ma ew kaxeza Qendîlê daye destê te?
Paylan: Viya hûn hêrs kirin ne wisa? Kê ev gotiye?
Ozlu: Li Qendîlê kê ew da te? Ma qendîlê daye te?
Paylan: Hûn dibêjin Qendîlê daye min ne wisa? Viya ne Qendîlê, di 30 adara 2013a da Erdogan got. Ne Qendîlê, Erdogan 2 sal berê ev got, di ser ra hîn 2 sal derbas nebûne, hîn murekeba wê zuha nebûye.”
Gelek kurd erêşîn dewletê bi îlana ”xweseriya demokratîk” ve girê didin, dibêjin heger PKKê wiha nekira û ji bo vê jî li bajaran xendek nekola ev şer dernediket, dewletê êrîş nedikir.
Lema jî li gorî van kesan di vî şerî da sûcê hukûmeta AKPê û Erdogan qet tuneye, hemû sûc yê PKKê ye.
Lema jî dibê meriv ne dewleta îşxalkar, teror, êrîş û qetlîamên wê, berî her tiştî PKKê rexne bike.
Berê jî min çend caran nivîsî û rexne kir, bi dîtina min jî kolana xendekan ne rast  û tiştekî bêwext e, PKK piçekî hat lîstika Erdogan.
Lê em dibînin ku du sal berê Erdogan bi xwe sîstema eyaletan  bi xurtî parastiye û gotiye dibê meriv ji sîstema eyalaten ebeden netirse.
Kesên îro hemû sûc û xerabiyê dikin par û hustuyê PKKê, van gotinên Erdogan û viza wî ya siyasî ji bin da ji bîr dikin.
Kes jê ra nabêje birêz Erdogan, te 2 sal berê sîstema eyaletan diparast, çima tu îro hewqasî li dij î û tiştekî wiha wek sebebê şer dibînî?
Lê li gorî hin kesan dewleta tirk çi bike jî musebîb PKK ye, PKK bûye sebeb. Lema jî ji dewletê bêtir tim PKK di hedefa tîrzên wan da ye…

XXX
Li Kurdistanê bi gurrbûna şer ra ref(saf, rêz) jî diyar dibin
Li Kurdistana bakur şerê dewleta tirk û kurdan roj bi roj girantir û berfirehtir dibe.
Dewlet dixwaze vê serîhildana kurdan, vê tevgera kurda ya netewî jî wek yên berê bi hovîtiyeke mezin têk bibe. Û ji bo vê yekê jî li bajaran tankan, topan û helîkopteran jî li hemberî xelkê siwîl bi kar tîne.
Bi gurbûna şer ra şêla însanan zelal, ref jî diyar dibin.
Kî çi ye, li ser şerê xendekan û êrîşên dewletê kî çi difikire, kî çi dixwaze û çiqasî heval, dilxwaz ya jî li hemberî teror û îşxala dewletê ye piço piço be jî, bi gelek demagojiyan û di binê gelek maskeyan da were kirin jî xuya dibe…
Yanî li Kurdistanê bi êrîşên dewletê ra kî dostê kê ye, kî dijminê kê ye derdikeve ortê, însan baştir hev û du nas dikin.
Helbet ev yek ji bo her kesî tiştekî baş e…
Di demên wiha da meriv him xwe û him jî însanên din bêtir nas dike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE