31 januari 2016

Egîd û xayinên kurdan pir in.


Ez her du beşên Kurdistanê yên din nizanim, lê li Kurdistana bakur bi qasî egîd, gernas û xweşmêran, xayin, xwefiroş, bêxîret jî pir in.
Û her tim jî ji neyar bêtir êrîşî kurdan dikin.
Roja îniyê berî ku meclîs heta 8ê sibatê têkeve tahtîlê, di meclîsê da li ser Cizîrê û kurdan minaqeşeyek çêbû....
Cîgirê serokê meclîsê û mebûsê AKPê yê Semsûrê(Adiyamanê)Ahmet Aydin jî mafê peyvê girt û ew jî li ser xendekan û operasyonên dewletê peyivî û êrîşê mebûsên HDPê kir û got:
“Micadeleya birayên me yên kurd tuneye. Ez jî wek kurdekî vekirî dibêjim ev micadeleyeke bi terorê ra ye…”
Yanî dema li hemberî “terorê” be, kuştina kurdan serbest e, ne sûc e û dibê meriv li dijî kuştina “terorîstan” dernekve.
Hemû mebûsên AKPê û MHPê ji bo wan gotinên wî ji piya ji Ahmet Aydin ra li çepikan xistine, ji ber ku wî ne gelê xwe, neyarên xwe, qatilên zarokên gelê xwe parastiye jê ra gotine her bijî…
Min digot belkî ji Semsûrê êdî yekî ji Mehmet Metîner xerbtir dernakeve, wa ye yên wek Metîner pir in.
Bi rastî jî xayinên kurdan pir in…
Ez jimara wan nizanim, lê bi qasî xuyaye piraniya şêwirmendên Erdogan û Davutoglu kurd in.
Di nava parlamenter û wezîran da jî kurd pir in û hemû jî ji tirkan bêtir ji bo bindestiya kurdan dixebitin.
Wê rojê dostekî min yê facebookê gotibû wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu kurd e.
Ez matmayî mam, min ji jê pirsî, gelo rast e, ew bi cî dizane.
Agahî da min, got bi rasî kurd e, erê ji Alanyayê ye, lê bi eslê xwe ji Farqînê ye. Lawê kurd Osman e.
Dû ra min dît Mahmût Kilinç jî di nivîseke xwe da gotiye Mevlut Çavuşoglu kurd e…
Ji bo çi ji nava kurdan hewqas xayin derdikevin ez nizanim. Ez bawer nakim ji nava miletekî din hewqas xayinên qewmê xwe hebin.
Mesela di nava 400 sed milyon ereb da ez bawer nakim yekî wek Mevlut Çavuşoglu, Metîner û Ahmet Aydin hebe.
Lê di nava kurdan da pir in.
Kurdistana başûr nuha rewş cuda ye, hukûmeteke kurd heye. Lê gelo li Îranê û Sûriyê rewş çawa ye, gelo li van her du welatan kurdên hevalên neyar û dijminên gelê xwe wek yên Kurdistana bakur pir in?
Li Kurdistana bakur kurdên hevalên neyar hewqasî pir in, hewqasî pir in aqilê meriv disekine. Û fedî jî nakin, di nava gel da hemû jî bi qedir û qîmet in.
Tirk gelek caran xwe nawestînin, van hevkaran bera pêxîla kurdan didin. Di meclîsê da jî wisa ye, ji tirkan bêtir yên wek Mehmet Metîner û Ahmet Aydin hayî ser kurdan dikin.
Qey ev jî şansê me kurda ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE