10 januari 2016

Di nava me kurdan zilam û xulamên neyar pir in





 Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Afyonkarahîsarê bi 22 zilam û xulamên xwe yên kurd, yên ji Diyarbekrê, Mêrdînê, Wanê û ji derên din hatibûn civînek çêkiriye.
Piştî civînê serokê AKPê yê Diyarbekrê Muhammed Akar di telewîzyonekê da gotiye di demeke nêz da Davutoglu ewê Diyarbekrê ziyaret bike.
Akar, mizgîna ziyareta Davutoglu bi van gotinan daye kurdan û gelê Diyarbekrê:
”Min nizanîbû birêz serokwezîr herêm hewqasî ji nêz ...ve tetkîk kiriye. Gund bi gund, kolan bi kolan pirsî. Di demeke nêz da ewê were herêmê. Mizgîniya ewê were Diyarbekrê da min. Ez dibêjim di demeke nêz da, lê belê ez nikanim bibêjim kînga. Ez dikanim bibêjim ku serokwezîr gelkî bîriya qeza me ya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye…”
Davutogluyê bi tank û topan Sûr da wêrankirin, serokê Baroyê Elçî da qetilkirin û emir da qatilên xwe bi dehan kurdan bikujin, ”bîriya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye” ?
Meriv ancax dikane hewqasî rezîl û bêheya bibe, meriv ancax hewqasî dikane xulamê dijmin û namerd be!
Wek kurd meriv çawa dikane ji serokwezîrê dewleteke welatê meriv îşxal kiriye hewqasî hez bike û hewqasî pesnê wî bide?
Û ev xulamê neyar li Diyarbekrê di nava kurdan da bi serbilindî digere û heta kurdayetiyê jî dike.
Li Kurdistana başûr yên wiha tavilê cahş îlan dikin, kes silavê nade wan. Ne mimkûn e kesê wiha biwêribe derkeve nava gel.
Ev şelafê basît û pir erzan ji bo ku têkeve meclîsê dikane her rezîliyê bike, heta ew bi xwe jî dikane rahêje keleşa dewletê û here li Sûrê çend kurdan bikuje.
Li ser operasyonên Sûrê jî Akar kêfxweşiya xwe aniye zimên û gotiye di operasyonan da gelek mesafe hatiye girtin û dû ra jî wiha dom kiriye:
”Ez wisa bawer dikim di rojên pêş me da ewê ewlekariya giştî were tesîskirin. Serokwezîrê me ji nêz ve li rewşa welatiyên herêmê pirsî…”

Ez bawer nakim kurdek dikane ji vê bêtir bêûjdan, bêşexsiyet û xulamê dijmin be û bi vê xulamtiya xwe jî îftîxar bike.
Û ji zulma li gelê wî, li bajarê wî dibe aciz nebe…
Gotina, ”Davutoglu bîriya Sûrê û Mizgefta Mezin kiriye” verşiya meriv tîne.
Meriv bawer nake însanek hewqasî jî bibe neyarê gelê xwe !
Di ser da ev şelafê rezîl û bêexlaq û bêheya demakê kurdayetî dikir û di nava Tevgera Azadî da bû.
Bi rastî jî di nava kurdan da merivên namerd bê hed û bê hesab in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE