22 januari 2016

Dereng be jî pêşketineke baş e

Rojnameya Economîst ya îngilîz, di hejmara xwe ya dawî da li ser “xendekan” û êrîşên dewleta tirk rawestiya ye û êrîşên artêşa tirk wek “Şerê Tirkiyê yê bi kurdan ra” şirove kiriye...
Di nivîsê da rexneyên pir giran li Erdogan tê girtin. Tê gotin di demeke ku dinya bi Sûriyê û Daîşê ra mijûl e, Erdogan li hemberî kurdan şerekï mezin daye dest pëkirin û dixwaze kurdan pipelixîne. Lê belê ev zixt û zulmeke nafîle ye, ya rast dibê Erdogan bi kurdan ra dîsa dest bi hevdîtinan bike.
Medyaya Ewrûpa heta nuha li hemberî êrîşên dewleta tirk yên ser kurdan û bajarên Kurdistanê bêdeng bû. Lê hêdî hêdî ev bêdengî radibe û êdî her roj qala êrîş û terora hêzên tirk tê kirin.
Eynî tişt meriv dikane ji bo Yekîtiya Ewrûpayê, Parlamentoya Ewrûpayê û hin dezgên din jî bibêje, ji van dezgehên Ewrûpayê jî rexneyên li Tirkyê zêde dibin.
Heger şer di demeke kin da raneweste(bi baweriya min ewê raneweste, heta hîn gurtir û berfirehtir bibe)rexneyên medya Ewrûpa û Yekîtiya Ewrûpayê jî ewê zêde bibe.
Bêyî Erdogan kî çi dibêje zêde ne muhîm e, ya muhîm gotinên Erdogan in.
Û Erdogan jî ji kurdan ra dibêje heger hûn naxwazin werin kuştin û di zindanan da birizin werin teslîm bibin, werin xwe bavêjin dexlê dewletê, wekî din tu xelasiya we tuneye.
Do li Diyarbekrê jî di hoperlora Mizgefta Mezin da banga teslîmbûnê li şervanên PKKê hat kirin.
Bêguman PKK û kurd ewê teslîm nebin û şerê xwe bidomînin. Lema jî rewestandina şer girêdayê şêla dewleta tirk e, heta ku dewlet bêyî teslîmiyetê tu mafekî din rewayî kurdan nebîne şer ewê dom bike.



XXX
Van rojana serokên Îsraîl, Fransa, Pûtîn û gelekên din jî bi devikî dibêjin serxwebûn mafê kurda ye.
Û xwedêgiravî ji bo serxwebûnê û avabûna Kurdistanê ewê alîkariya kurdan bikin. Yanî tiştên wiha dibêjin.
Lê tenê di gotinê da dimîne, tu kes, tu dewlet ji bo vê yekê gavên praktîk navêje.
Heger ne derew e bira van dewletan mesela kurd û terora dewleta tirk li hemberî kurdan dimeşîne bibin Neteweyên Yekbûyî....
Heger ne derew e bira piştgiriyê bidin kurdên Kurdistana başûr.
Heger ne derew e li Kurdistana rojava siktirî Tirkiyê bikin û piştgiriyê bidin federasyona kurd û ereban.
Lê ev jî heye, ji bo ku xelk alîkariya me bike, dibê berê em li hev bin û bi tifaq bin û daxwaza Kurdistanake serbixwe bikin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE