13 januari 2016

Daîş bêyî destûra MITê li Tirkiyê tiştekî nake

Di nivîsa xwe ya do da ya li ser teqîna Sultanahmedê min gotibû, ”bîna genî ji teqîna Stenbolê, Sultanahmedê tê.
Teqînên wiha bi piranî pîşikê dewleta tirk e. Dewleta tirk di vî warî da pir hoste ye. Ji her grup û îdeolojiyê di bin emrê wan da bi sedan însan hene.”
Piştî bûyerê teqrîben bi du saetan, ne wezîrê karê hundur, ne emniyetê, serokkomarê TirkiyêErdogan got, ”yê bombe bi xwe da teqand xwekujekî ji Sûriyê ye.”
Û dû ra jî gotin navê wî Nabil Fadlî ye, 28 salî ye û bi esalê xwe Suûdî ye.
Heger rast be, fena ku wan bi xwe qatil şandibin wir û lema jî di nava 2  saetan da ji rismê wî bigre, heta bi umrê wî û hemû têkiliyên wî eşkere kirin.
Baş e di demeke hewqas kin da Erdogan çawa kanîbû  di heqê qatil da hewqas agahî bi dest xe?
Heger qatil ne zilamê wan be, îstîxbarata dinyayê ya herî xwedî îmkan jî nikane di nava du saetan da nasnameya qatilekî xerîb eşkere bike.
Li alî din, Erdogan ne serokê emniyetê ye, ne wezîrê karê hundur e, çima berî her kesî wî navê qatil eşkere kir?
Bi baweriya min heger navê dibêjin rast be(dikane ne rast be, dezînformasyon be, dibê meriv tim bişik li agahiyên tirkan binêre)wê demê miheqeq tiliya Tirkiyê di bûyerê da heye.
Çimkî yên hatine kuştin hemû xerîb(Alman) in, yek misilman û tirkê nêzî AKPê di nava kuştî û birîndaran da tuneye, hemû jî ”kafir in”, neyarê  Daîşê û Erdogan in.
Yanî Erdogan jî ne li dijî kuştina wan e.
Ji xwe heta nuha hemû sabotaj û teqîn li hemberî kurdan û dostên kurdan û hêzên çep çû bûne. Di van teqînan yekê da jî dîndar û tirkekî AKPyî  jiyana xwe wenda nekiriye.
Ev nikane tesaduf be, tesaduf carê, du caran, lê ne çar, pênc caran. Ji ber ku her tim yên hatine kuştin muxalifên AKPê ne. Tim ew hedef tên hilbijartin.
Heta ji Erdogan û Davutoglu tê bira demagojiya dijberiya Daîşê bikin, lê praktîk nîşan dide ku Daîş wek hêzeke girêdayî Tirkiyê hereket dike û tim jî kurdan û muxalifên AKPê dikuje.
Lê ewrûpiyan hîn jî fêm nekirine Daîş û hêzên cîhadçî yên din hemû jî di bin emrê Tirkiyê û Suûdî da hereket dikin û bi taybetî jî bi emir û dîrektîfên Tirkiyê şerê kafiran û cîhana azad dikin.
Ji dêlî ku berê xwe bidin Erdogan û bi gewriya wî bigrin, ji wî ra bibêjin Daîş maîş hemû çeteyên te ne, wî bertîl dikin, xwe davêjin dest û nigê wî ji bo ku koçberan zêde neşîne ser wan.
Erdogan, Daîş li hemberî Ewrûpayê, yanî kafiran û kurdan wek artêşa îslamê dibîne, ji dêlî artêşa xwe ya resmî, bi Daîşê şerê kafiran û kurdan dike û wan tehdîd dike.
Ev serê 2-3 mehan Erdogan Kurdistan wêran kiriye, polîs û tîmên tirk rojê çend kurdan înfaz dikin, lê ji Ewrûpayê, ji dezgehên Yekîtiya Ewrûpayê qet deng dernakeve, her kes li kuştina kurdan temaşe dike.
Lê dibê ewrûpî baş bizanin ku heta ev cenawir li ser hukim be û ew jî tim ji ber wî daxun, ewê  tu carî rehet nekin, carcaran ewê wan jî tim wiha bide kuştin.
Tiştê Erdogan îro dibêje û dike ji yên Hîtler ne kêmtir e, lê kesî hîn fêm nekiriye ku Erdogan bi îdeolojî û hedefên xwe faşîstekî , Hîtlerekî  tirk e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE