08 januari 2016

Çima hûn xwe di pişt rismê Barzanî da vedişêrin?



Di medyaya civakî da minaqaşe û şerê nabêna apociyan û barzanîyan berdewam e. Helbet ev şer ne nuh e, gelkî kevn e.
Lê di van demên dawî da hinekî gurtir bûye.
Di minaqaşeyan da tiştek bala meriv dikşîne. Ew jî bikaranîna rismê Mele Mistefa Barzanî ye.
Ez dikanim bibêjim hema hema hemû dijber û neyarên PKKê xwe di pişt rismê Mele Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî da vedişêrin.
Lê bi taybetî jî rismê Mele Mistefa Barzanî ji xwe ra dikin mertal, di talda Barzanî da êrîşê PKKê dikin…
Hema hema rismê profîlên hemûyan, rismê rahmetî Mele Mistefa Barzanî ye.
Ev tiştekî gelkî ne xweş e û eyb e.
Dibê meriv bi rengekî medenî fikrê xwe bibêje, biwêribe bi nasnameya xwe ya rast PKKê jî û Ocalan jî rexne bike.
Ji bo vê ne hewce ye meriv Mele Mistefa Barzanî ji xwe ra bike mertal. Ne karê camêra ye meriv Barzanî  bi vî rengî îstîsmar bike û ji xwe ra û ji fikrê xwe bike maske.
Ev yek zirarê dide tevgera kurd ya netewî, dibe sebebê dijminatiya li hemberî barzaniyan.
Tu têkiliya Mele Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî bi fikir û dîtinên me yên di heq PKKê û Ocalan da tuneye.
Xweveşartina di pişt rismê Mele Mistefa Barzanî da tiştekî ne xweş û ne medenî ye. Dibê meriv biwêribe bi nasnameya xwe firkrê xwe bibêje.
Belovacî wê tirsonekî ye…

XXX
Medyaya tirk ya faşîst û antî-kurd ji bo kuştina însanan gotiye ”şirtkirin”,
yanî paqijkirin temam e !
Li gorî xeberê hemû PKKyî, hejmara wan dikane bi sedan ya jî bi hezaran be, di demeke kin da ewê werin kuştin.
Û navê vê qetlîamê jî ”şirtkirin” e !
Ji ber ku tirk, kurdan wek gemara, qilêra, pîsiya dibê were şirtkirin(sivnikirin, melkiskirin)dibînin.
A tirk ev in, me kurdan wek gemarê, qilêrê, pîsiyê, çopê dibînin…

XXX


Tirkek, heta ku li ser kurdan fikrê xwe nebêje meriv nizane irqçî ye ya demokrat e. Heger tu dixwazî tirkekî baş nas bikî û bizanibî çi mal e, fikrê wî yê li ser kurdan jê bipirse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE