21 januari 2016

Chomsky:Tu carî dev ji fikra Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe bernedin

Wek îsmaîl Beşîkçî, CHOMSKY jî ji kurdan ra gotiye:
”Tu carî dev ji fikrê Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe bernedin. Ji ber ku sînorên sentetîk(çêkirî,sûnî, êretî) têk diçin. Û dawî ewê çawa be ne diyar e.
Dibê kurdên Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê bi yek bin. Dibê nekevin gewriya hev, bi hev nekevin û dev ji serxwebûnê bernedin.
Dema dewletên netewî ebeden derbas nebûye. Em di dema dewletên netewî da dijîn û her ku diçe dewletên netewî derdikevin ortê. Tezên wiha(dema dewletên netewî derbas bûye) ji bo xapandina miletên bindest in.”
Wek tê zanîn hemû serok û mesûlên PKKê û HDPê dibêjin ”dema dewletên netewî derbas bûye û lema jî dibê kurd ji Tirkiyê veneqetin û dewletê û Kurdistaneke serbixwe nexwazin.
Chomsky, vê dîtinê rexne dike û dibêje,” kî bibêje dema dewletên netewî derbas bûye” derewa dike, îdîayeke wiha ne rast e, xapandina miletên bindest e…
Ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Em dibînin ji ber ku dewleta mem tuneye tirkên xwedî dewlet çi tînin serê me, çi zulmê li me dikin…
Heger dewleta me hebûya ya jî ev dewlet ya me jî bûya tirkan nikanûbûn vê zulmê li me bikin.
Û tiştekî din jî, ji ber ku Chomsky rastiyê dibêje piraniya tirkan, rast, çep û dîndarên tirk wek gurên har êrîşî wî dikin, heqaretên nemayî lê dikin, wî bi neyartiya tirkan îtham dikin.
Çima?
Ji ber ku ji kurdan ra rastî gotiye, ji ber ku riya rast daye ber kurdan, gotiye yekîtiya xwe çêkin, bi hev nekevin û tu carî dev ji daxwaza Kurdistaneke serbixwe bernedin…
A sebebê tirk ji Chomsky hez nakin û neyartiya wî dikin ev e....
Kî xêra kurdan bixwaze, kî bibêje tirk zulmê li kurdan dikin tirk wî/wê dijminë xwe dibînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE