01 januari 2016

Bi hêviya sala 2016 ji bo kurdan bibe sala yekîtî û azadiyê



Gelî dost û hevalên ezîz, em bi xwe îsal sala nû pêroz nakin. Qet ji dilê me nayê.
Rewşa miletê me tê da ye ne hewce ye ez ji we ra bibêjim. Çarhawêlî welatê me di bin êrîşên dijmin de ye.
Hêvî dikim di sala nû da kurd yekîtiyeke netewî çêkin û em Kurdistaneke serbixwe bibînin.
Bi vê hêviyê sala nû li we hemû dost û hevalan pîroz dikim…
Bira sala 2016a ji bo kurdan bibe sala yekîtî, azadî û serxwebûnê…
2015-12-31

XXX
Ji 27ê mehê da ye bi bapêşeke pir pîs(zekemê)ketime li erdê me. Halê min tuneye, canê xwe digerînim.
Ez bawer dikim ev vîrûsa hewqasî pîs ya ji erebekî ya jî ji tirkî di min geriye. Çimkî vîrûsê wiha xeter bi wan ra heye.
Madê min tuney, nikanim tiştekî bixwim. Dikuxim û devê min zuha tim zuha ye.
Lê ya herî zor pozê min xetimîye nikanim bîna xwe bigrim û berdim û ev yek jî min bê xew dihêle.
Em kurd ancax alîkarî û tuxtoriya xelkê bikin, ev 5 roj in ez li erdê me, lê tuxtorekî kurd destê alîkariyê dirêjî min nekir, aqilek neda min, dermaneke pêşniyarî min nekir.
Heger min xebera nexweşiya xwe ne bi kurdî, bi swêdî nivîsîbûya heta nuha bi dehan tuxtoran aqilek dabûn min…
2015-12-31

XXX
Tirkiye ji bo ku rojekê li hemberî kurdan bi kar bîne meaşê 6 hezar milîsên sunnî dide
Serokê Komîsyona Parastina Asayişê yê Parlamentoya Îraqê Şahvan Abdullah, ji Rûdawê ra gotiye, ”6 hezar milîsên Heşdî Şabî yên sûnnî meaşên xwe ji Tirkyê digrin. Hûkûmeta merkezî ev 5 meh in meaşê wan nade. Ji ber vê yekê ew meaşê xwe ji tirkyê digrin.”
Rûdawê gotiye "Heşdî Şabî", lê hinek jî dibêjin ev ev ne rast e, ya rast "Heşda Wetenî" ye. Heşda Şabî ne sunnî, ewlî ne...
Axir navê van milîsan çi bi be jî ew girêdayî Tirkyê ne.
Hukûmet meaşê wan nade ji ber ku hukûmetê dîtiye têkiliyan wan bi Tirkiyê ra û bi Daîşê ra heye.
Li gorî Şahvan Abdullah, ”Tirkiye 500 dolar dide her milîsekî sunnî.”
Bi baweriya min ev xeber sedîsed rast e.
Heşdî Wetenî, ew jî navekî din yê Daîşê ye û Tirkyê bi erebên sunî ra li hemberî kurdan ava kiriye. Hêzeke girêdayî Tirkyê ye.
Tirkiye dixwaze gava kurdan serxwebûna xwe îlan kir bikanibe bi van milîsên sunnî û eşîrên ereb serêşiyê ji kurdan ra çêke.
Dibê haya kurdan ji xwe hebe.
Tirk bêbav in, bêbext in, di rû da dost xuya dikin lê di hundur da neyar in.

2015-12-31
XXX

Ez nuha li Diyarbekrê bi diya xwe ra peyivîm.
Me piçekî li halê hev pirsî û sala nû li hev pîroz kir, dû ra mijar vegeriya ser siyasetê.
Diya min got,”lawê min, di tarîxê da kurdan tu carî zulmeke wiha nedîtiye. Zulma vî zalimî(Erdogan) kevir dar helandin. Tiştek di kurdan da nehîşt. Dîtin û gotin nabe yek…
Ne tenê însên dikujin, pez, dewar, teyr û tu tiştek nehîştin.
Pîncên Daîşê bera ser kurdan dane, wan li hemberî  kurdan bikar tînin.”
Îdîeya ”pîncên Daîşê li hemberî kurdan bikar tînin” balkêş e, lê bi baweriya min ewê rast be.
Ji dêlîkê polîs û leşkerên xwe bidin kuştin û di hundur bibe sebebên hin gelşan, çeteyên Daîşê bi kar tînin. Ji ber ku di bin destê Erdogan da bi hezaran çeteyên Daîşê hene û hemûyan jî ji bo kurdan xwedî dikin.
Dema çeteyên Daîşê  tên kuştin ji xwe ne hewceye navên wan jî bibêjin.
Ev plana Erdogan e, merivê krîmînel tiştê krîmînel dike û dide kirin...
Rast e, wek diya min jî got, ”di tarîxê da kurdan zulmeke wiha nedîye…”
Erdogan ji hemû dîktatorên tirk xerabtir kir, bi hovîtiyeke mezin Kurdistanê dişewitîne…
2016-0101

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE