31 januari 2016

Egîd û xayinên kurdan pir in.


Ez her du beşên Kurdistanê yên din nizanim, lê li Kurdistana bakur bi qasî egîd, gernas û xweşmêran, xayin, xwefiroş, bêxîret jî pir in.
Û her tim jî ji neyar bêtir êrîşî kurdan dikin.
Roja îniyê berî ku meclîs heta 8ê sibatê têkeve tahtîlê, di meclîsê da li ser Cizîrê û kurdan minaqeşeyek çêbû....
Cîgirê serokê meclîsê û mebûsê AKPê yê Semsûrê(Adiyamanê)Ahmet Aydin jî mafê peyvê girt û ew jî li ser xendekan û operasyonên dewletê peyivî û êrîşê mebûsên HDPê kir û got:
“Micadeleya birayên me yên kurd tuneye. Ez jî wek kurdekî vekirî dibêjim ev micadeleyeke bi terorê ra ye…”
Yanî dema li hemberî “terorê” be, kuştina kurdan serbest e, ne sûc e û dibê meriv li dijî kuştina “terorîstan” dernekve.
Hemû mebûsên AKPê û MHPê ji bo wan gotinên wî ji piya ji Ahmet Aydin ra li çepikan xistine, ji ber ku wî ne gelê xwe, neyarên xwe, qatilên zarokên gelê xwe parastiye jê ra gotine her bijî…
Min digot belkî ji Semsûrê êdî yekî ji Mehmet Metîner xerbtir dernakeve, wa ye yên wek Metîner pir in.
Bi rastî jî xayinên kurdan pir in…
Ez jimara wan nizanim, lê bi qasî xuyaye piraniya şêwirmendên Erdogan û Davutoglu kurd in.
Di nava parlamenter û wezîran da jî kurd pir in û hemû jî ji tirkan bêtir ji bo bindestiya kurdan dixebitin.
Wê rojê dostekî min yê facebookê gotibû wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu kurd e.
Ez matmayî mam, min ji jê pirsî, gelo rast e, ew bi cî dizane.
Agahî da min, got bi rasî kurd e, erê ji Alanyayê ye, lê bi eslê xwe ji Farqînê ye. Lawê kurd Osman e.
Dû ra min dît Mahmût Kilinç jî di nivîseke xwe da gotiye Mevlut Çavuşoglu kurd e…
Ji bo çi ji nava kurdan hewqas xayin derdikevin ez nizanim. Ez bawer nakim ji nava miletekî din hewqas xayinên qewmê xwe hebin.
Mesela di nava 400 sed milyon ereb da ez bawer nakim yekî wek Mevlut Çavuşoglu, Metîner û Ahmet Aydin hebe.
Lê di nava kurdan da pir in.
Kurdistana başûr nuha rewş cuda ye, hukûmeteke kurd heye. Lê gelo li Îranê û Sûriyê rewş çawa ye, gelo li van her du welatan kurdên hevalên neyar û dijminên gelê xwe wek yên Kurdistana bakur pir in?
Li Kurdistana bakur kurdên hevalên neyar hewqasî pir in, hewqasî pir in aqilê meriv disekine. Û fedî jî nakin, di nava gel da hemû jî bi qedir û qîmet in.
Tirk gelek caran xwe nawestînin, van hevkaran bera pêxîla kurdan didin. Di meclîsê da jî wisa ye, ji tirkan bêtir yên wek Mehmet Metîner û Ahmet Aydin hayî ser kurdan dikin.
Qey ev jî şansê me kurda ye…


Daîş û Erdogan bûne goşt û nenûk


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dîsa gotiye:
”PYD rexistineke terorîst e. Ma emê bi rêxistineke terorîst ra çi bipeyivin?  Heger ewê bi rêxistineke terorîst ra were rûniştin, xwediyên wê pêşniyarê dibê bi Daîşê ra jî rûnin. Efendim PYDê bi Daîşê ra şer kiriye. Viya me îqna nake. Bira kes kesî nexapîne, ez viya dubare dikim.”
Rececep Tayyip Erdogan mitomanekî(nexweşê derewkirinê)bêemsal e, di derew û teqlebazitê da kes nikane bi teqala wî keve.
Mesele dibêje ji ber ku PYDê partiyeke ”terorîst” e lema jî em pê ra rûnanin.
Lê em dizanin hukûmeta AKPê, dewleta tirk heta nuha bi dehan car bi Salih Muslim ra rûniştiye û pê ra birr û bazar kirine.
Ji ber ku Salih Mislim daxwazên Tirkiyê qebûl nekir lema nuha Erdogan û tirk jê ra dibêjin ”terorîst”.
Heger PYDê daxwazên Erdogan qebûl bikira û wek hêzên din ew jî têketa bin emrê Tirkiyê, ewê nuha ne terorîst, mitefikê Erdogan bûya…
Ji PKKê ra û Abdulah Ocalan ra jî dibêjin ”terorîst”!
Lê em dizanin hukûmeta AKPê, nûnerên Erdogan, dewleta tirk heta nuha bi sedan car bi Ocalan û bi serokên PKKê yên din ra rûniştine, bi hev ra xwarine, vexwarina û lakirdî kirine.
Yanî gotina ”em bi terorîstan ra rûnanin” derew e, demagojî ye. Gava kara xwe tê da bibînin bi ”terorîstan” ra jî û bi çete û qatilan ra jî rûdinin û hevaltiyê dikin.
Ma her kes nizane hukûmeta AKPê, dewleta tirk di her warî da alîkariya Daîşê dike, çekan dide wan, tîcaretê bi wan ra dike, wan li Tirkiyê bi dizî tedawî dike û hemû çete ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê û Ewrûpayê dibin.
Lê Erdogan dîsa jî dibêje ew bi terorîstan ra rûnanin.
Em werin ser demagojiya , ”heger ewê bi PYDê ra rûnin dibê bi Daîşê ra jî were rûniştin.”
Erê Daîş wek rêxistin nehatiye vexwendin, lê belê  Tirkiye û piraniya rêxistinên hatine vexwendin ji xwe li ser navê Daîşê li wir in. Di nabêna rêxistinên cîhatçî û û Daîşê da tu ferq tuneye. Hemû jî xwediyê eynî îdeolojî û felsefeyê ne û hemûjî girêdayî Tirkiyê ne. Hemû jî li gorî emir û fermanên Erdogan hereket dikin.
Yanî bira Daîş jî were vexwendin gotineke vala ye, Daîş ne fizîkî, lê belê bi îdeolojî û siyaseta xwe li Cenewreyê ye.
Erdogn çi demagojiyê bike jî nikane vê rastiyê veşêre. Tikiye û Daîş êdî  bûne goşt û nenûk, her du bûne du ruyên pereyekî, her kes bi viya dizane….

XXX

Rastiyek hêdî hêdî ji meriv ve xuya dibe, serok û kadirên îro rêberî û pêşengiya tevgera PKKê dikin êdî nikanin ji bin vî barî rabin û êdî nikanin pêşngiya vê qonaxa nuh bikin.
Dibê hin siyasetmedarên nuh yên ku di vê qonaxa nuh da kanibin pêşengiya miletê kurd bikin û kurdan bigihînin azadiyê rabin...



Emîne Ayna xanimê ji kurdan ra got bi xatirê we...



Seroka DBPê(Partiya Demokratîk ya Herêman)Emîne Ayna xanimê bi beyaneke nivîskî gotiye ew dev ji siyasetê berdide.
Ez bi xwe bi vê biryara Emîne Ayna xanimê kêfxweş bûm.
Ji ber ku Emîne Ayna û kesên wek wê yên hatine tayinkirin bi tu hawî ne kesên ku bibin serok û rêberên kurdan, baştir e ku xwe bidin aliyekî û cî ji kesên layiq ra vekin.
Tevgera kurd ya netewî ketiye qonaxeke nuh ya pir zext û krîtîk. Êdî kesên wek Emîna Ayna xanimê di vê qonaxê da nikanin pêşengiya tevgera kurd ya netewî bikin.
Emîne Ayna xanimê di beyana xwe da bêyî ku navê serokkomar Erdogan bide ji zulm û terora wî gazin kiriye û gotiye:
”Her roj dibêje yek ziman, yek milet, ziman û nasnameya kurdan înkar dike, di her fersendê da li hemû nirxên kurdan yên kulturî û siyasî ku bi micadeleya salan hatine bidestxistin heqaretê dike. Li mirî û zindiyên kurdan îşkencê dike, gorra kurd jî, mal kurd jî dişewitîne û wêran dike. Ez bawer nakim kesê xwediyê vê dîtinê mesela kurda çareser bike.”
Bêguman Erdogan û partiya wî mesela kurd çareser nake, ev rast e.
Çend sal berê hêviyek biçûk hebû, lê di van 3-4 salên dawî da Erdogan dev ji taktîkên xapandinê berda û êdî ruyê xwe yê rastîn yê panturkîst û faşîst nîşan da.
Lema jî êdî di nabêna wî û Devlet Bahçelî da tu ferq tuneye.



XXX
Ji ber ku PYD beşdarî civîna Cenewre 3 nebûye hin kurd tu nemaye destên xwe hine bikin. Gava şiûrê netewî zeîf û aqil kêm be meriv bi serketina neyarê xwe kêfxweş dibe.

30 januari 2016

Dewlet mirinê rê kurdan dide

Erdogan gotiye: Kî ”xweseriya demokratîk” bixwaze emê dinyayê bi ser serê wan da hilweşînin !
Serokkomarê Tiriyê Erdogan ji hemû kurdan ra gotiye:
”Kî di bin navê xweseriyê, îdareyeke xweser da bixwaze di nava dewletê da dewletekê ava bike, emê dinyayê bi ser serê wan da hilweşînin! Dibê ev wisa were zanîn.”
Yanî mêrik ”xweseriyê”, em bibêjin otonomiyê jî qebûl nake, dibê kî tiştekî wiha bixwze emê dinyayê bi ser serê wan da hilweşînin.
Lê em dizanin bêyî PKKê hemû partiyên kurd herî kîm federasyonê dixwazin.
Erdoganê ku ”xweseriya” PKKê qebûl neke û dinyayê bi ser serê wan da hilweşîne, gelo ewê çi bîne serê kurdên federasyonê dixwazin, serê PAKê û HAK-PARê?
Cezayê wan miheqeq ewê girantir be. Çimkî serxwebûnê û federasyonê dixwazin…
Erdogan, dewlet nuha bi PKKê ve mijûl e, lema jî naçe er kurdên serxwebûnê û federasyonê dixwazin.
Hîn dora wan nehatiye…
Lê xwedê neke gava PKK têk bir, a wê demê ewê berê xwe bide kurdên serxwebûnxwaz û federasyonaxwaz û îcar îfadeya wan bigrin…
Dibê her kurd viya baş zanibe.
Dewleta daxwazên PKKê zêde bibîne, qebûl neke, daxwazên kurdên din yên federasyonê û nizanim çi qet qebûl nake.

XXX
Neyartiya kurdan civata tirk, medyaya tirk, siyasetmedarên tirk ji însaniyetê derxistiye. Erdogan wek wampîrekî, wek celadekî profesyonel dipeyive.



XXX
Kekê Rojen Barnas di twîtteke xwe da ji serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pirseke pir di cî da kiriye, gotiye:
”Li gora İLKE HABERê birêz Nêçîrvan Barzani çûye taziya mala Koç Holdingê. Lê gelo, çûbû ya Canib Yıldırım beg, şêrê kurdperwerên 49an jî?”
Spas ji bo vê pirsa hêja û di cî da. Helbet neçûye şîna kekê Canip Yildirim, kurdperwerê bêtirs.
Ji xwe tiştekî wiha qet nayê bîra wî…

29 januari 2016

Muxalifên PKKê li hemberî vê zulma dewletê çima hûn bêdeng in?

Ey Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu û hemû kurdên muxalifên PKKê, li hemberî vê zulma dewletê çima hûn bêdeng in?
Dewleta tirk bi emrê Erdogan li Diyarbekrê Sûrê vala dike, leşker û polîs bi darê zorê xelkê ji malên wan derdixin û bera kuçe û kolanan didin.
Li hemberî zulmeke hewqasî mezin dibê hemû Diyarbekir, hemû partî, sendîka, baro, komel, serok û siyasetmedarên kurd nuha li Sûrê bûna û sîngên xwe ji tank û topên dijmin ra kirbûna sîper…
Mesela nuha dibê Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û hemû muxalif û rexnegirên PKKê li Sûrê di nava gel da bûna.
Bira li wir, di nava gel da, di micadela li hemberî polîs û leskerên dewletê da PKK rexne bikirana û her tiştê her roj di telewîzyonan da ji PKKê ra dibêjin dîsa bigotana.
A wê demê xelkê, gel ewê bigota weleh helal be ji we ra, mêrikan di rojan teng da di nava gelê xwe da ne.
Him li hemberî dewletê ne û him jî li hemberî PKKê ne, lê bi gelê xwe ra ne…
Wê demê qedir û qîmeta wan ewê zêde bibûya.
Lê heta nuha ji neyar, muxalif û rexnegirên PKKê yek jî neçûye Cizîrê, Silopiyê, Nisêbînê, Şirnexê û Sûrê.
Tenê di telewîzyonên dewletê û tirkan da PKKê rexne dikin.
Hal û karên wan ev e…
Bi sedan muxalifên PKKê yên bi nav û ddeng li Diyarbekrê hene, heta nuha min ne dît û nej î bihîst rojekê çûbin hawara gelê Sûrê, terora dewletê protesto kiribin, ji hukûmetê tiştek xwsibin ya jî beyanek dabin, li dijï êrîşên dewletê çalakiyek li dar xistibin…
Fena ku ne li Diyarbekrê bin, fena ku tunebin…
Lê di telewîzyonan da pir in…
Yanî naçin hawara gel, li dijî zulm û terora dewletê tiştekî konkret nakin, di telewîzyonan da tenê PKKê rexne dikin.
Û tirkên li dora wan jî di bin lêvan ra dimizicin û bi kêf li wan guhdarî dikin.
Ezbenî, temam PKK şaş, neheq, viya li her derê bibêjin û rexne bikin, ev mafê we yê demokratîk e. Lê belê li dijî zulm û terora dewletê jî derkevin, li Sûrê, li Cizîrê herin hawara gelê xwe jî.
Di nava gel da PKKê jî û dewletê jï rexne bikin…
Ma gelê Sûrê, Cizîrê ne gelê we ye jî?
Çima hûn naçin wan ji destê PKKê û dewletê xelas nakin?
Çima di rojeke wiha da hûn naçin hawara wan, ji bo ku dev ji PKKê berdin û bibin hevalên we?
Di studyoyê telewîzyonan da rexnekirina PKKê û HDPê, rêzkirina şaşiyen wan rehet e, heta ji alî dewletê û hukûmtê ve tê teqdîrkirin jî.
Lê di rojên teng da meriv alîkariya gelê xwe jî bike, li dijî koçberkirina dewletê ya bi zorê jî derkve.
Dewlet bi darê zorê gelê we ji malên wan derdixe, mitêlên wan dide destê wan û bera kuçan dide, ey Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu û hemû kurdên muxalifên PKKê, li hemberî vê zulma dewletê hûn çawa dikanin bêdeng bimînin?

XXX
Ilias Arian Shaddadi Ez li benda te bûm kak Zinarê Xamo. Çend roj bûn te tiştek li ser kak Kemal Burkay nenivisîbû. Ez naxwazim gotinên te şîrove bikim. Ji xwe kak Lales hin tişt nivisîne. Ma tu dixwazi Burkayê 78 salî şûr û mertalê xwe bigire û biçe Amedê li dijî hêzên taybet ên Komara Tirkiyê (li gori hevalekan ên AKP/Erdogan) şer bike? Bibore lê ew xwastek tişteki bi wate ye. Beri her kesî pêwiste ên xendek kolane û dane kolandin (hemû niwenêrên HDPê, HPG û fermandarên wê - Cemil Bayik, Murat Karayilan, Duran Kalkan, Mustafa Karasu û ên mayin - biçin û bikevine sengeran. Ji xwe ew derê ku tu behsê dikê gel mel jî nemaye. Ji sedî 80ê gelê wan bajar û bajarokan koç kirine. Bi hêviya şeveke xweş bimine di nav silametîyê de.

Zinarê Xamo Kekê Ilias Arian Shaddadi, yanî tu dibêjî tu îşê Burkay û Guclu û kurdên ne PKKyî bi Cizîrê, bi Şirnexê, bi Silopiyê û bi Sûrê tuneye.
Dewlet çi tîne serê PKKê û gelên wan bajaran ne problema me ye, ew karê PKKê ye.
Yanî dewlet çi tîne serê PKKê û gelê pê ra bi heq e, em li dij dernakevin. Bira PKKê û gelên wan bajaran wiha nekira.
Piştî ku xendek kolan heqê dewletê heye wan bikuje û koçber bike.
Yanî hûn dibêjin ji ber ku PKK şaş e, tiştê şaş dike, lema jî xwîna PKKiyan û gelê pê ra li dewletê helal e…
Bira biaqil bin, bira dengê nekin, bira rehet bisekin…
Ev dîtineke pir şaş û pir tahlûke ye.
PKK çiqasî şaş be jî dibê meriv qetla wan li dewleta tirk ya îşxalkar helal nebîne. Hebûna dewleta tirk, hebûna leşker û polîsên tirk li Diyarbekrê, li Cizîrê ne meşrû ye, tu leşker û polîsên tirk tuneye li Cizîrê û li Sûrê PKKyiyan bikujin û malê kurdan wêran bikin, bidin ber topan.
Bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta tirk ne şêleke welatparêzî ye.
Meriv wek kurd him li dijî van êrîşên dewletê derdikve û him jî PKKê rexne dike. Ez viya dibêjim.
Ma li hemberî van êrîşên dewletê tiştekî em kurdên din bikin tuneye?
Ev tenê karê PKKê ye?
Ma Îbrahîm Guclu, Burkay û bi sedan akademîsyen û siyasetmedarên ne PKKyî rojekê herin li Sûrê bi hev ra însîyatîfekê bigrin, beyanekê bidin, bangê li hukûmetê û dinyayê bikin ewê çi ji wan kêm bibe ya jî şaşî di ku dera vê da ye?
Kî çi difikire, li dijî kê ye bira her kes dîsa fikrê xwe bibêje, tiştên di telewîzyonan da dibêjin bir herin li Cizîrê, li Diyarbekrê, li Şirnexê û Silopiyê jî bibêjin.
Lê li dijî terora dewletê jî derkevin, piştgiriya gel jî bikin. Ji dewletê ra bibêjin hûn çima xelkê bi zor ji malên wan derdixin?
Em viya qebûl nakin.
Hûn nikanin me li welatê me bikin mahcir.
Çima emê viya nebêjin?
Gotina van tiştan çima şaş e?
Ma emê çawa milet ji PKKya şaş veqetînin û qezenc bikin?
Qezenckirina milet bi xebatê dibe…
Ez kurd im û dilê min bi halê gelê min dişewite.
Lema jî ez dixwazim ji destê kîjan kurdî çi tê bira bike, di vir da tu şaşî û dijminatiya kesî tuneye.


Ilias Arian Shaddadi Kak Zinarê Xamo, ez dibêjim gellek şaşiyên PKK hene, lê ez nabêjim "xwîna PKKiyan û gelê pê ra li dewletê helal e." Em hemû baş dizanin dagirkerin Kurdistanê çiqas har û hov in. Bi a min armanca PKKê ne rizgarkirina Kurdistanê û gelê kurd e. PKK ji bohegemonia xwe şer dike û ew ne şerê kurdan e. Lê eger tu, Kemal Burkay, Ibrahim Güçlü û ên din dikarin şer rawestînin, fermo ez li gel we me û ez jî bi we re biçim Amedê.

Zinarê Xamo Kanin ya nikanin ew tiştekî din e, lê tiştê ji destê wan tê dibê bikin, dibê li hemberî vê hovîtiya dewletê bêdeng nemînin.
Tenê şaşiyên PKKê rexnekirin ne rast e, ne şêleke netewî ye, li gel rexnekirina PKKê dibê rexneya esasî li dewletê were kirin.
Mafê vê dewleta faşîst tuneye Sûrê wêran bike û gel bi zor ji malên wan derxe.
Wek kurd, wek siyasetmedar li hemberî vê zulmê dibê gotineke me hebe.




Neyarên kurdan ji kûçikan bêtir in

Şêwirmendê rêberê Îranê û Wezîrê berê yê karên derve yê Îranê Elî Ekber Welayetî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Dogu Perînçekê komunsîst-faşîst Aydinlikê ra bersiva wezîra îsraîlî Ayelet Şaked daye.
Wek tê zanîn çend roj berê wezîra edaletê ya Îsraîlê Ayelet Şakedê gotibû, ”êdî dema wê hatiye dewleta Kurdistanê were avakirin, çimkî kurd hêjayî vê yekê ne.”
Li hember vê axaftina wezîra Ayelet Şakedê, Elî Ekber Welayetî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya "Aydinlikê" ra bersiva Şakedê daye û gotiye, ”damezirandina dewleta kurd li Iraqê Îsraîla duyem e” û ”ew li dijî perçebûna Iraqê û Tirkiyê ne.”
Meleyên Îranê li dijî avabûna Kurdistanê ne ne tiştekî xerîb e, em dizanin hûn çi keftar û mar in.
Lê tiştê balkêş Aydinlika çep û komunîstên tirk çûne xwe gîhandine Welayetiyê antî-komunîst û ev gotinên li dijî kurdan ji devê wî girtine.
Û ji ber ku Welayetî dewleta kurd ya pêşerojê wek Îsraîla duyem bi nav kiriye Aydinlik û hemû faşîstên li pişt wê pir kêfxweş bûne.
Mixabin neyarên me ji kûçikan bêtir in…



XXX
Tirk "biratiya" (!) xwe baş şanî me kurdan didin !
Dewleta tirk Sûrê vala dike, xelkê siwîl bi darê zorê ji malên wan derdixe û bera kuçeyan dide.
Erdogan wê rojê emir da qaymeqaman, guh guh nedin qanûn manûnan, çi lazim be wiya bikin...
Û qaymeqam û walî jï wa ye emrê sultanê mezin bicî tînin...

Ez naxwazim ji derdê tirkan merezarî bibim

Ez naxwazim merezarî bibim û lema jî li telewîzyonên tirkî temaşe nakim
Parabola me heye, lê ez qet li telewîzyonên tirkan temaşe nakim, ev saleke, ji şerê Kobanê û virda ye me dev ji temaşekirina kanalên tirkî berdaye.
Ez carnan di kompîtorê da bi lez bala xwe didim programên minaqeşeyan.
Lê nikanim zêde lê temaşe bikim, bîna min teng dibe, hêrs dibim, tîk min digrin…
Ji ber ku neyê temaşekirin, xew li min diherime, bîna min teng dibe, ji qahra tirkan bela xwe di xanimê didim…
Tu kîjan qanalê vedikî faşîst û neyarên kurdan dipeyivin, wek gurên devbixwîn êrîşî kurdan dikin. Teror û teror, terorîst û terorîst…
Ez bi xwe dîn dibim.
Mêrikan pir rehet barek xeber ji me ra didin, heqaretên nemayê li kurdan dikin, lê tu nikanî tiştekî bibêjî, tenê lê guhdarî dikî…
Meriv dîn dibe.
Tu ne kanî jê ra bibêjî gewad bes derewan bike, tu ne kanî pê da bixeyidî, ne kanî bibêjî terorîst dewleta te ye û ne jî kanî bibêjî ez di lolibê bavê tenim!
Lema jî ez li telewîzyonên tirkan temaşa nakim.
Çi bibêjin jî qenekê deng nayê min û pê naqeherim û weselam…

XXX


Tu dibêjî belkî kurdan nîhaye diya her kesî !
Min nuha di CNN Tirk da 4-5 deqîqeyan li Etyen Mahcûpyan guhdarî kir.
Bêbav di heqê PYDê da eynî wek serokê Meclîsa Tirkmenan Abdurrahman Mustafayê neyarê kurdan û Davutoglu peyivî.
Zilamtiya Erdogan ew jî tam bêûjdan, bêbext û telaqreş kiriye. Wî jî ne Tirkiye, PYD neheq nîşan da, got heta PYD ev PYD be Tirkiye ewê siyaseta xwe neguhere.
Min dev ji guhdarîkirinê berda. Ji xwe êdî ez pir kêm li kanalên tirkî temaşe dikim û ew jî di internetê da.
Tu dibêjî belkî kurdan nihaye diya her kesî, her kes bûye neyarê kurdan. Heta bi Etyen Mahcûpyan jî li Sûriyê Tirkiyê bi heq û PYDê û PKKê neheq dibîne…

28 januari 2016

Di nava me da abûqatên Erdogan pir in


Erdogan kemalîstê herî mezin e, ji Bahcelî faşîsttir e.
Lê hin kurdên merivên Erdogan şerê Erdogan li Kurdistanê hemberî kurdan dide meşandin wek şerê kemalîstan yê li dijî AKPê û Erdogan nîşan didin.
Ev ne rast e, demagojî ye û parastina Erdogan û terora dewletê ye. Bêûjdanî û bêbextî ye.
Baş e Erdogan çima bela xwe ji kurdên Sûriyê venake?
Ma PYD li hemberî îktîdara AKPê şer dike?
Ma PYD dixwaze îktîdara AKPê wergerîne?
Bêguman na.
Di ser da PYD ji bo ku bi AKPê ra, bi Erdogan ra bibe dost xwe diçirîne, lava dike.
Lê yê qebûl nake, yê bi PYDê û bi kurdên rojava ra neyartiyê dike Erdogan e.
Ji ber ku Erdogan naxwaze li Sûriyê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk.
Erdogan sê sal berê ji Sirri Surreya Onder gotibû ”ewê qebûl nekin wek bakurê Îraqê, bakurê Sûriyê jî çê bibe.”
Yanî neyartiya Erdogan ya bi kurdan ra ne girêdayî şerê PKKê ye, gelkî kevn û gelkî kûr e.
Siyasetmedarê vê rastiyê nebîne viran dike, durûtiyê dike.
Erdogan û AKPya ”antî kemalîst” (!) çima nahêlin kurd beşdarî civîna Cenewreyê bibin û li Sûriyê bibin maf û desthilat?
Kesên dibêjin PKK li ser navê kemalîstan li dijî AKPê û Erdogan şer dike, dibê ji Erdogan û Davutoglu bipirsin, bibêjin çima li dijî PYDê û kurdên Sûriyê ne?
Hûn çi ji kurdên Sûriyê û PYDê dixwazin?
Heta nuha PYDê û Salih Mislim çi xerabî bi Tirkiyê, bi hukûmeta AKPê û bi Erdogan kiriye?
Bêguman qet tu xerabî jî nekiriye.
Yanî sebebê şerê îro li Kurdistanê heye ne ”kemalîst” û filan bîvan in, kes ji bo kesî şer nake, kes ne zarok e.
Sebebê derketinaşer îdeolojiya Erdogan ya panturkîst e, tirkçîtî ye, îdeolojiya panturkiîst ya îmha û înkara miletê kurd e.
Erdogan dev ji vê îdeolojiya irqçî, panturkîst berde şer ewê raweste. Heta ku tirk xwediyê vê îdeolojiyan faşîst bin ne demokrasî tê Tirkiyê û ne jî mesela kurd çareser dibe.
Yanî bingeha hemû xerabiyan ev îdeolojiya panturkîst e.
Bi kurtî, j ber ku Erdogan naxwaze tu mafî bide kurdan, loma îro li Kurdistanê şer heye.
Heger Erdogan bixwaze dikane di nava 2 rojan da şer rawestîne.

Emerîka jî teslîmî Tirkiyê bû û got bira PYD beşdarî civîna Cenewreyê nebe


Piştî Rûsya û Fransayê, wa ye Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê(DYE)jî hustu li ber tirkan xwar kir û qebûl kir ku PYD beşdarî civîna Cenewre 3 nebe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner got, PYD ewê beşdarî civîna Cenewre 3 nebe…
Tirk li Cizîrê, li Silopiyê, li Diyarbekrê û li Cenewrê hêza xwe, mêraniya xwe, qudret û mezniya xwe û her wisa jî neyartî û girrê xwe yê li hemberî kurdan nîşanî me didin.
Îran jî dijmin e, lê Îran nabêje bira PYD beşdarî civîna Cenewreyê nebe. Êrê Îra jî xêra kurdan naxwaze, lê belê tu carî wek Tirkiyê bela xwe di kurdên beşên din nade, wer ne li dû wan e.
Lê tirk 24 saet li pey kurdan e, naxwaze, nahêle kurdên tu beşî bibin xwediyê mefekî herî biçûk...
Dibê em fêm bikin bê tirk çiqasî neyarê me ne. Bi gotinê ev neyartiya tirkan nayê îzahkirin, neyartiyeke pir û pir mezin e. Wek dewlet hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girê dane, ji bo ku ew bijî dibê me kurdan qir bikin û heger ew jî nebû li her dera dinyayê bindest bihêlin…
DYE, Rûsya, Fransa, Îngilistan hemû jî bênamûs, bêbext û pûlperest in.
Helbet ji berê da wiha ne.
Ji ber ku li ba Tirkan pere heye hemû emir û dîrektîfên Erdogan qebûl dikin.
Vê bûyerê careke din nîşanê me da li dinyayê dostê me, xêrxwazê me tuneye, hin dewlet carnan ji ber ku kara wan tê heye alîkariya me bikin jî, di rû da xwe ”dostên” me nîşan bidin jî ev ”dostî” heta derekê ye, gava hewce be her tim dikanin me li ser piştê li erdê xin.
Civîna Cenewre 3 îspata vê ye.
Lema jî dibê civîna Cenewrê ji me ra bibe tecrûyek nuh, kî çi dibêje, çi sozê bide me jî vir e, her kes, her tim dikane bi me ra bêbextiyê bike.
Yanî bêyî me kes tostê me yê rastîn tuneye, heger piçek aqil bi me ra hebe hêzên ji hemû fikrê û baweriyê emê hêza xwe bikin yek û hevkarî û yekîtiya xwe xurt bikin.
Çimkî bêyî viya tu çareya me tuneye.
Li dinyayê dibê ya tu xurt bî, hêza te hebe ya jî perê te hebe.
Bi hêza xwe ya leşkerî meriv dikane dewletan bitirsîne û bi perê xwe jî meriv dikane bikire.
Li ba me ev her du jî tuneye. Lema em nikanin kesî bitirsînin û bikirin.
Lê tirk dikanin, hinekan ditirsînin û hinekan jî dikirin.

Tirkiye welatê gendeliyê û bertîlxuran e



Di nava 168 welatan da Tirkiye di gendeliyê, rişwetê, bertîlxuriyê û bêxlaqiyê da welatê pêncemîn e.
Rêxistina Navneteweyî ya Şefafiyê rapora xwe ya salane eşkere kir. Tirkiye di nav 168 welatan de di warê gendeliyê yanî rişwet û bertîlxuriyê da di rêza pêncan da ye. Berî tirkyê:
1. Somalî û Koreya bakur(wek hev)
2. Afghanistan
3. Sudan
4. Sûdana başûr och Angola (wek hev)
5. Tirkiye

Yanî Tirkiye welatê dizan û bertîlxuran e.
Esas dibê welatê yekem bûya, ji ber ku bertîlxurê dinyayê yê herî mezin serokê dewletê ye.
Nîvê hatina dewletê wî bera bêrîka xwe daye. Li gorî tê texmînkirin Erdogan li dinyayê serokkomarê herî dewlemend e.
Berî bibe serokê belediya Stenbolê(1994-1998)merivekî pir feqîr bû, berê li Kasimpaşayê simît difrot, dû ra li şîrketekê wek karkirekî xebitî. Lê piştî ku bû serokê belediya Stenbolê û dû ra jî serokwezîr, a êdî lêxist, bû yek ji dewlemendê diyayê yê herî mezin….

XXX


Di bin serokatiya Erdogan da piştî civîneke 7 saetan Heyeta Ewlekariya Netewî belavokek belav kir.
HEN(yanî dewleta tirk) di belavoka xwe da dibêje:
”Di avakirina Sûriyê da dibê Esad, Daîş, PYD, YPG tunebin.”
Mêrikan xwe xwediyê Sûriyê dibînin. Dibê pêşeroja Sûriyê çawa be ji nuha da dîkte dikin.
Tirkiyê çawa îdare dikin dixwazin Sûriye jî wisa were îdarekirin.
Yanî dibê li Sûriyê jî kurd nebin xwedî maf, wek li Tirkiyê li wir jî bindest bimînin.
Esas tirk tu nemaye bibêjin Sûriyê û Îraqê bi me ve girê bidin. Ji xwe di vî warî da hin gav avêtine, qismekî Îraqê/Kurdistanê û Sûriyê îşxal kirine.
Xeyala paşdeanîna Împaratoriya Osmanî bi Erdogan û tirkan ra pir xurt e, mêrikan Sûriyê û Îraqê tim wek beşekî Tirkiyê(Mîsaqî Millî) dibînin.
Lema jî pir ne dûr e Erdogan sibe hemû Sûriyê û Îraqê bixwaze…
Di vê belavokê da jî meriv dibîne ku Tirkiye naxwaze li Sûriyê şer raweste û aştî çê bibe.

Nexşeyeke Kurdistanê ya 386 sal berê

Li gor vê nexşeya kekê Behrooz Shojai parve kiriye di sala 1730 da li Kurdistanê (Courdistan) hem Komara Kurdan (Respublica Curdorum) hebû û hem jî şahenşahîya Bohtan (Regnum Bochtanonum).
Lê îro em nikanin navê welatê xwehildin. Îşxal, asîmîlasyon meriv bêhiş û bêşiûr dike.
Ji ber ku haya me ji dîroka me tuneye em ne xwe nas dikin û ne jî dîroka xwe.
Wek milet em kurd di halekî pir xerab da ne, tiştê hatiye serê me pir trajîk e…

XXX
Li Cizîrê 23 birîndarên di bodrumekê da ji alî tîmên taybet ve bi topbaranê tên înfaz kirin.
Ji dêlî ku bihêlin ambulans herin xanî dan ber topan. Li gorî agahiyên Mehmet Tunç kutên xênî ketin, derî hat girtin, êdî kes nikane xwe bigihïne hundur.
Yanî dewlet er 23 kurdên birîndar jî, ku nava wan da zarokên 13 salî jî hene, hêdî hêdî infaz dike...
Bira canê kurdên havalên Edogan û AKPê sax be....

XXX
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî hîn PYD venexwendiye civîna Cenewrê ya sêyemîn.
Vekirî ye Tirkiye nahêle.
Netîce ewê çawa be hîn ne diyar e.
Lê dema PYD neyê vexwendin dibê ENKS jî çûyînê qebûl neke.
Ya rast dibê kurd bi hev ra û wek aliyekî û bi daxwazeke miş terek beş dar bibin.
Lê Tirkiye dixwaze kurdan perçe bike û nehêle wek aliyê kurd beşdar bibin.
Tirk dixwazin çend kurdên zilamên xwe di nava ereban da wek qûqla deynin wir.
Dibê ENKS û PYD bi hev ra hereket bikin.
Û ya din jî bêguman kurd ewê çi bixwazin?
Dibê daxwaza ENKSê, PYDê û ya hemû kurdan ya mişterek federasyon be û li ser vê bi israr bin.


2016-01-28

27 januari 2016

Kurd xwe dixapînin û weselam

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, do di civîna qaymeqaman da dîsa wek tûtî(papaxanan) naqarata ”yek dewlet, yek al û yek milet” dubare kir û ji PKKê, HDPê û hemû kurdên dibêjin em veqetandinê û Kurdistaneke serbixwe naxwazin, tiştê em dixwazin ”ortak vatan” e yanî welatekî mişterek e got:
”Em bi gotina van sextekaran ku dibêjin em welatekî cihê naxwazin naxapin. Bira werin viya ji kumê min ra bibêjin. Em derdê wan dizanin. Ez xwediyê çi mafî me tu jî xwediyê wî ye. Rehet bise yaho! Tu dikevî parlamentoyê, tu tê her meqamî, tu hîn çi dixwazî? Derdê wan vî welatê me yê xweş , axa velêt perçe bikin…”
Bêguman ne Erdogan tenê, hemû tirk wiha difikirin. Hemû tirk bi şîar, soz û retorîka PKKê ya ”ortak vatan” yanî em veqetandinê, Kurdistanê naxwazin dikenin, dibêjin hûn kê dixapînin, em zanin ajandeayeke we ya bi dizî heye û ew jî ”perçekirina Tirkiyê” û çêkirina Kurdistanê ye.
Yanî bi siyaseta ”ortak vatan/welatê mişterek” kurd tenê xwe dixapînin. Tirk bi gotinên wiha ”nerm” nabin.
Ya rast ew e PKK dev ji vê siyaseta ”ortak vatan” û ”Tirkiyetiyê” berde û ji bo gelê xwe statuyeke siyasî ku her kes bizane çi ye bixwaze…

XXX


Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Moshe Ya’alon gotiye:
"Daîş bi alîkariya Tirkiyê dijî."!
Rast e, viya her kes dizane lê ji ber ku Tirkiye ye kes newêre dengê xwe bike.
Her kes, Emerîka jî tê da ji tirkan ditirse, tu dewlet newêre bela xwe di tirkan bide.
Lema Emerîka û Ewrûpa dengê xwe nakin û newêrin her ser Tirkyê.
Û ji ber ku Erdogan bi vê xurtiya xwe zane, ji ber ku zane xofa tirkan di dilê her kesî da ye lema jî bêperwa, eşkere alîkariya Daîşê dike.
Îsraîl jî newêre bi Tirkiyê ra were hemberî hev. ÎIsraîl, bi bûyera Mawî Marmara dît ku tirk ne ereb in. Îsraîl dawiya dawî him ji Tirkiyê uzrê xwe xwest û him jî pereyekî pir mezin da Tirkiyê.
Lema jî wan jî bivik dît û êdî he diwêrin bela xwe di Tirkiyê bidin....
Yanî tirk bûne axayê herêmê, kes newêre tiliya xwe berbî waqn bike...

26 januari 2016

Erdogan emir da qaymeqaman: guh nedin qanûnan, her tiştî bînin serê kurdan!


Serokê Tirkiyê û melîkê dinyayê Recep Tayyip Erdogan, ji bo qaymeqam bêtir herin ser kurdan, bêtir jiyanê li kurdan bikin zindan ferman daye wan û gotiye:
”Gava hewce be dest deynin ser wasite û aletên belediyan, mewzûatê deynin aliyekî. Netirsin. Tirsonek tu carî nikanin heykelên zaferê daçikînin.”
Yanî guh nedin qanûnan, heq û huqûq, her zulmê û her neheqiyê li kurdan bikin, çavên wan derxin, wan bikujin, guhên wan jêkin, wan bixesînin, netirsin.
Bikujin û nehêlin termên xwe rakin, bira wek îbretî alem termên wan li ber çavên zindiyên wan bi rojan li erdê birizin, genî bibin.
Bira hemû kurd û dinaya bibîne ku miletê tirk, dewleta tirk, serokkomarê tirk xwediyê çi hukim û qudretê ye!
Dibê kurd bîna xwe negrin!
Dibê kurd tobe bikin!
Heta tobe nekin, heta teslîm nebin wan bikujin, her tiştî bi wan bikin, wek me berê jî kiribû dîsa gû bi wan bidin xwarin….
Ji bo kurd bibînin em tirk çi mêr û çi egîd in!
Bi Xwedê tirk xurt in û li dinyayê pênc perê xwe jî di kesî nadin.
Bêyî tirkekî tu serokkomarê welatekî din nikane vî hukmî, vê zulmê, vê irqçîtiyê li miletekî bindest bike.
Tenê Erdogan, tenê tirk dikanin bikin…
Mêrik wek serokkomar emir dide meclîsê, didi dadgehan, dide dozgeran, dide muxtaran, dide qeymeqaman, dide waliyan, dide zanîngehan.
Emir dide her kesî, her dezgehê…
Mêrik Tirkiyê eynî wek şîrketa xwe îdare dike, xwe di ser her kesî, her meqamî û her dezgehê ra dibîne.
Mêrik ji kesî natirse, kesî bi mûyê gunê xwe jî nahesibîne !
Dilê wî çi dixwaze wiya dibêje, wî emrî dide.
Qanûn, mueyîde, dinya ji bo wî tişt miştên vala ne…
Ji bo ku leşker, polîs, qeymeqam, walî, welhasilî kelam dewlet bi hemû hêza xwe li kurdan were xezebê emir li ser emir dide, ji mamûrên dewletê ra dibêje guh nedin qanûnan, çi pêwîst e wiya bikin, netirsin, ez li pişta we me.
Serokkomerê kîjan welatî tiştekî wiha bigota Yekîtiya Ewrûpayê, medyaya dinyayê ewê qiyamet rakirana.
Lê ji ber ku Erdogan tirk e kes newêre dengê xwe bike, her kes dibêje aman bira bela xwe di me jî nede, tiştê tîne serê kurdan dikane bîne serê me jî.
Emerîka, Cîn, Neteweyên Yekbûyî, Yektîtya Ewrûpa, Îsraîl, 22 welatên ereb, Rûsya, Îran li ba Erdogan û tirkan hemû jî fasafîso ne, mêrik yekî jî bi tiştekî nahesibîne.
Gava dilê wan dixwaze Qibrisê, Îraqê, Sûriyê, Kurdistanê îşxal dikin. Û
kes jî newêre dengê xwe bike.
22 welatên ereb newêrin ji Erdogan ra bibêjin çima û bi çi heqî tu Îraqê îşxal dikî?
Emerîka, NY dibêjin ji Başîkayê/Îraqê derkvin, Tirkiye guh nade kesî, Erdogan wek Hîtler dibêje hûn çi bibêjin jî em guh nadin we, em dernakevin.
Erdogan Daîş çêkir, li Sûriyê herb derxist, 300 hezar însan da kuştin, 12 milyon însan bi çolan xist, lê dîsa jî wek hûtê heftserî emir dide xelkê, wek ku yê herî bi heq ew be dibêje gerek Esed here, PYD nekeve civînê û gerek filan, filan tişt jî bibin, ya na ez nahêlim civîna Cenewreyê cê bibe.
Yanî Tirkiye li herêmê û heta li dinyayê bûye dewleteke rêbir, çete û zorba û Erdogan jî bûye Hîtler, mêrik çi dixwaze wiya dike û dide kirin.
Û tu dewlet, tu dezgeh newêre ji Erdogan ra bibêje hilêbilê

Tirkiye zorbatiyê li kurdan dike



Davutoglu gotiye ne YPG, bira kurdên din werin Cenewreyê. Demagojiye, viran dike.
Kurdên din kî ne?
Kê dixwaze?
Li tirkiyê PKKê qebûl nake, li Sûriyê PYDê qebûl nake.
Ji ber ku li her du deran jî yê hene, yên şer dikin PKK û PYD ye.
Heger ne derew e, heger bi rastî hûn aştiyê û çareseriyê mesela kurd dixwazin dibê hûn bi PKKê û PYDê ra rûnin.
Ji ber ku li Kurdistana bakur hûn bi PKKê ra şer dikin.
Û li Sûriyê jî Daîşiyên we bi PYDê ras ser dikin.
Meriv bi kê ras ser kir bi wî ra rûdine û bi wî ra aştiyê dike.
Yanî di vê daxwaza Tirkiyê da, bira PYD beşdarî civîna Cenewreyê nebe, tu aliyekî bi heq û maqûl tuneye.
Tirkiye ji desetpêkê da yekîtiya Sûriyê ya unîter diparêze û li dij e kurd ji Sûriyê veqetin ya jî Sûriye bibe welatekî federal.
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf Davutoglu tiştê ne mimkûn, şertê nayê qebûlkirin dide pêş.
Ya din Tirkiye wek welatekî cîran û ne aliyekî şer ne xwedî maf e van şertan li ser civînê ferz bike.
Ev zorbatî ye.
Di normalê da dibê Emerîka û Rûsya ji ber vê zorbatiyê Tirkiyê biqewitînin, bibêjin de biteqiz vir.
Lê ji ber ku dinya bênamûs e kes viya nabêje.
Tiştek pir vekirî ye, tirk ji însanetiyê fêm nakin. Zimanê ew jê fêm dikin ZOR e, Ço ye!
Kultura wan ev e, lema dibêjin ”ço ji cinetê derketiye”!
Ji dêlî heyran û qurbanê û bergerê, dibê Emerîka û Rûsya serê Ço nîşanê Erdogan bidin, jê ra bibêjin heger tu rehet nesekine emê pozê te bifirikînin, emê te durf bikin, faşîstê qûn bi gû….
Lê viya nabêjin, belkî jî hustuyê xwe li ber Erdogan xwar bikin û bi rastî jî PYDê li derî civînê bihêlin.
Yanî dîsa wek Lozanê kurdan bindest bihêlin…



Erdogan civîna Cenewreyê ji bo ku kurd beşdar nebin da texîrkirin



Sebebê paşxistina civîna Cenewre 3ê ya li ser Sûriyê ya îro kurd in. Civîna ku dibê îro dest pê bikira li ser tehdîda Tirkiyê ya boykotê heta roja îniyê hat paşxistin.
Tirkiye dibêje heger kurd beşdar bibin em û muxalifên Esed emê beşdar nebin. Bêyî PYDê û kurdan ji Daîşê bigire heta bi El Nusrayê, hemû muxalifên Esed ji xwe girêdayî Tirkiyê ne.
Yanî navê wan cihê be jî patronê hemûyan Erdogan e.
Wek tê zanîn PYD jî wek hêzeke muxalif ji alî nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan de Mistura ve hatibû vexwendin.
Lê Tirkiye bi şîdet li dijî beşdariya PYDê û kurda derket û got tu ferqa PYDê û Daîşê tuneye.
Esas ne PYD, Tirkiye qebûl nake tu hêz û partiyeke bi serê xwe, wek terefekî beşdar bibe.
Erdogan dibêje ez li dijî kurda me, ez neyarê kurda me û lema jî ez qebûl nakim kurd beşdarî civîna Cenewreyê bibin.
Erdogan viya tenê jî nabêje, miheqeq dibêje gerek kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat jî.
Yanî Erdogan ji Emerîka û Rûsyayê ra dibêje, dibê kurd him neyên vexwendin û him jî piştî şer jî nebin xwedî tu mafî.
Ji xwe Erdogan û Davutoglu çend caran gotin, ew naxwazin ”wek bakurê Îraqê”, bakurê Sûriyê jî bibînin.
Yanî tiştê kurdan li Îraqê bi dest xistin ewê nehêle kurd li Sûriyê jî bi dest xin. Mesele hewqasî zelal e.
Tirkiye wek welatekî biyanî midaxeleyî şerê Sûriyê dike û nahêle kurdên hemwelatiyên Sûriyê, kurdên bi hezaran şehîd dane, kurdên bi sedan gund û bi dehan bajarên wan wêran bûne beşdarî civînê bibin.
Erdogan ji dinyayê ra pir vekirî dibêje gerek kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin, gerek nebin xwedî maf, gerek wek kurdên başûr(Îraqê)nebin xwedî statuyeke siyasî.
Hûn dibînin bê ev tirk çiqasî faşîst û nazîst in, çiqasî neyarê miletê kurd in. Çiqasî xebîs, zebanî zalim in.
Mêrikan bi zor nahêlin li weletekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin.
Piştî vê şêla hukûmeta AKPê ya hewqasî neyarane û faşîzane heger piçeke xîret bi kurdên AKPê ra hebe ewê ji AKPê veqetin.
Kurdên hîn jî ji AKPê veneqetin, maneya xwe ew jî bi qasî Erdogan û Davutoglu neyarên miletê kurd in, ew jî bi qasî Erdogan panturkîst û irqçî ne.
Lema jî dibê meriv êdî bi çavê kurdan li wan nenêre, ji ber ku ew di refên neyar dane, bi neyar ra ew jî nahêlin kurd li rojava ji bindestiyê xelas bibin.
2016-01-25

XXX


Tirkiye naxwaze Daîş were têkbirin
Li gorî xebera Rûdawê dîplomatekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye, ”Tirkiye naxwaze DAIŞ were jinavbirin, çimkî ditirse kurd bihêztir bibin.”
Viya êdî kerr û lal û zarok jî dizanin. Dinya alem dizane ku Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye û ji alî artêşa Tirkiyê ve tê sewq û îdarekirin.
Ji xwe heta nuha jî Tirkiyê nehîştiye Emerîka û hêzên hevpeyman derba mirinê li Daîşê bidin.
Ji ber ku Daîş li ser navê Tirkiyê li hemberî kurdan şer dike.

25 januari 2016

Erdogan ji destpêka şer da gotiye ewê nehêle kurd li Sûriyê azad bibin

Erdogan 3 sal berê gotiye ewê nehêlin li Sûriyê kurd azad bibin
Heyeta HDPê ya Îmraliyê beşekî ji notên hevdîtinên bi Abdulah Ocalan ra belav kiriye.
Li gorî van notên heyeta HDPê, serokkomar Erdogan dema serokwezîr bûye di cotmeha(ekîm) 2013a da bi Sirri Sureyya Onder ra hevdîtineke 3 saetan dirêj çêkiriye. Di civînê da li ba Erdogan cîgirê wî Yalçin Akdogan tenê hebûye.
Piştî vê hevdîtina bi Erdogan ra Onder di 9ê mijdara 2013a da bi heyeta HDPê ra diçe Îmraliyê ba Ocalan.
Di vê hevdîtinê da Onder ji Ocalan ra qala naveroka hevdîtina xwe ya bi Erdogan ra dike.
Onder dibêje li ser pirsa min tu yê çi bikî, Erdogan gotiye:
”Ezê her tiştî bikim. Zemanê wê heye û di vî warî da min bi Apo ra li hev kiriye. Tenê xeteke min ya sor heye, ew jî Sûrîye ye. Li wê derê emê ebeden destûrê nedin statuyeke wek ya Bakurê Îraqê çê bibe.”
Dîsa li gorî gotina Onder, li ser vê agahiyê Ocalan diqehere û ji Onder ra dibêje:
”Tu jî ji wî ra bibêje: Emê jî kurdan tu carî di nava dewleta Sûriyê ya merkezî da nehelînin. Ev jî xeta me ya sor e.”
Ji van agahiyên Onder jî diyar dibe Erdogan 3 sal berê, hî di sala 2013a da li dijî azadbûna kurdên Sûriyê bûye û ev yek jî di hevdîtinên bi PKKê ra wek şert daniye ber PKKê.
Yanî hukûmeta AKPê ji destpêka şerê Sûriyê biryara xwe daye ewê nehêle li Sûriyê kurd ji bindestiyê xelas bibin, wek kurdên Îraqê bibin xwedî statuyeke siyasî.
Yanî tu têkiliya dijminatiya Tirkiyê ya bi kurdên Kurdistana rojava ra bi şerê PKKê ra tuneye, ji destpê da hukûmeta AKPê biryar daye ewê şerê kurdên rojava bikin.
Nivîseke balkêş e, dibê meriv bixwîne…

XXX


Diyojen rojekê dibîne polîsan bi dizekî girtine û bi zor dibin mahkimê. Diyojen serê xwe dihejîne û dibêje:
”Dizên mezin bi dizên biçûk digrin û dibin dadgehê.”
Tiştê îro li Tirkiyê dibe ev e, dizê herî mezin serokê dewletê ye û fermana girtina dizên biçûk, çeteyên xwe yên berê dide.

24 januari 2016

Heyfa hewqas xwîn û hewqas fedekarî


Heger hedefa we ewê ”ortak watan/yek weten” û ev şîarên hanê bûna ne hewceyî hewqas şehîd û malwêranî bû.
Lê ji bîr nekin hûn xwe ji Erdogan û dewleta tirk ra bikin erd jî ewê dev ji retorîka terorîstiya we bernedin.
Hûn van tiştan ji zûda ye dibêjin, we van tiştan bi devikî û nivîskî gelek caran wek garantî daye Erdogan û dewletê, lê Erdogn û dewlet dîsa jî qebûl nakin. Hûn qet tiştekî nexwazin jî ewê dev ji we bernedin. Tiştê ew ji we dixwazin teslîmîyet e.
Lema jî ya baş ew e ku hûn xwe zêde pîs nekin û wek camêran azadiya gelê xwe û welatê xwe bixwazin, welatê xwe Kurdistanê rast bi nav bikin, ji bo gelê xwe statuyeke siyasî bixwazin û dev ji şelafiya dewleta tirk berdin.

XXX
Heger meriv bi rastî kurdperwer be, ne zilamê dewletê be sirf ji ber neyartiya AKPê ya bi kurdên Kurdistana rojava(kurdên Sûriyê) ra merivê ji AKPê veqete, dev ji mebûsî û wezîriya Davutoglu û Erdogan berde.
Ji ber ku hukûmeta AKPê dibêje em qebûl nakin kurdên Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin û wek kurdên başûr(Îraqê) bibin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Mêrikan eşkere dijminatiya kurdan dikin, nahêlin kurd jî beşdarî civîna Cenewreyê ya siyan bibin.
Emerîka, Rûsya qebûl dike, lê Tirkiye dibêje na, gerek PYD yanî kurd beşdar nebin.
Bi vê neyartiya bi kurdan ra Davutoglu qebûl nake li weletekî din jî kurd bibin xwedî maf.
Ma neyartiyeke ji viya mezintir heye?
Lê kurdên ji bo kurseyek rezîl û ji bo çend quriş pere bûne hevalbendên AKPê dîsa jî îtîrazî vê neyartiya AKPê nakin û jê dûr nakevin…

XXX
Li ser êrîş û qetlîamên dewleta tirk yên li Cizîrê û Diyarbekrê Murat Karayilan gotiye,” tiştên dibin yekîtiya Tirkiyê tehdîd dike.”
Ez kîrê kerê xwe di yekîtiya Tirkiyê kim !
Piştî hewqas zulm û malwêranî hîn jî qala yekîtiya Tirkiyê kirin şermeke mezin e.

XXX


Artêşa tirk îro bi tank û topan ket nava bajarê Diyarbekrê. Bi hezaran tîm, leşker, polîs û cahşên kurd bi çekên giran û bi tankan Sûrê wêran dikin, kî tê ber wan gulebaran dikin, dikujin.
Li Cizîrê jî heman wahşetê û qetlîamê dikin.
Bi kurtî dewleta tirk, hukûmeta AKPê bi MHPê ra li hemberî kurdan herbeke mezin îlan kirine.
Bi wahşeteke pir mezin êrîş dikin, dikujin, wêran dikin...

23 januari 2016

Neyartiya PKKê zulma dewletê bi Kemal Burkay daye jibîrkirin.




Serokê HAK-PARê yê kevn Kemal Burkay, dîsa ji dewleta tirk bêtir, ji rexnekirina teror û qetlîamên çeteyên dewletê bêtir PKK rexne kiriye, tîrên xwe yên herî tûj û herî bi jahrî ji vê dewleta îşxalkar û ceberût  bêtir avêtiye ji PKKê da.

Meriv matmayî dimîne, meriv qet texmîn nedikir ku Burkay jî  ewê wek gelek kesên nêzî hukûmetê belavoka akademîsyenan(emê nebin şirîkê vî sûcî) ji ber ku PKK jî rexne nekirine bi zimanekî tund rexne bike û bibêje:

”Çima hûn piştgiriya PKKê dikin? PKK tevgereke şaş e. Ji serî da gelê kurd temsîl nake. Lê belê hîn jî jê ra dibêjin tevgera kurd. Şêla ronakbîran wiha nabe. ”

Halbûkî demakê wî jî bi PKKê ra tifaq kir û bi Ocalan ra risim kişand.
Diyar e li gorî Burkay ji ber ku ”PKK tevgereke şaş e”, lema jî qetla wê li dewleta tirk helal e, dewlet çi bîne serê PKKê û bi milyonan însanên pê ra, bajarên wan bi ser serê wan da bihedimîne jî dibê kes li dijî vê zulma dewletê dernekve, dibê kes piştgiriyê nede PKKê, dibê meriv bihêle bira  dewlet qira wan bîne. 

Neyartiya PKKê zulma dewletê bi Kemal Burkay daye jibîrkirin.
Ji ber ku PKK tevgereke şaş e.
Ma ev îş e, ev gotn e!

A ev meju, ev aqil xwe alternatîfê PKKê dibîne û dixwaze gel piştgiriya van dîtinên wî bike.
Kesê ji PKKê bêtir ne li dijî dewleta tirk be, ji kirinên PKKê bêtir êrîş û terora dewleta tirk ya ser gelê kurd rexne neke, ewê tu carî nebe hêz û alternatîfê PKKê.

Rast e PKKê bi xendekan şaşî kir, dibê meriv viya rexne jî bike, lê belê ev yek tu carî maf nade dewletê vê zulmê li gelê me bike û bajarên me wêrn bike. Plan û hedefa dewletê û Erdogan ji xendeka pir û pir weêdatir e, têkbirina tevgera kurd ya netewî ye.

Dîtina, fikra PKKê ji dewletê xerabtir bibîne, sebebê vê hovîtiya dewleta tirk bi xendekan ve PKKê ve girê bide ne dîtineke rast û netewî ye.

Burkay ji dewletê ra nabêje ey dewlet, ey Davutoglu, heger eynî xendek li Konyayê, li Gîresûnê, li Trabzonê û li Bursayê jî bahatana kolan, we yê ew bajaranan jî wek Cizîrê, Silopiyê û Diyarbekrê wêran bikirana, we yê li wan bajaran jî xelkê siwîl  bi vê hovîtiyê bikuşta?

Li ser şaşiya belavoka akedemîsyenan  jî Burkay wiha gotiye:
”Van dawiyan belavokek belav kirin. Gotin ”dewlet qetlîaman dike”. Lê belê viya nabêjin: PKK çi dike? PKKê çima ev şer xist nava bajaran? Çima gelê kurd xist nava şerekî wiha?”

Wek tê dîtin, ji ber ku akademîsîyenan PKK rexne nekiriye bi Kemal Burkay pir zor tê. Vê yekê wek neheqiyekê dibîne.

Tu dibêjî belkî xwedêjêrazî  abûqatê dewletê ye.
Belavoka akademîsîyenan ne li ser kî çiqasî bi heq û neheq e, li ser terora dewletê ye, divê dewlet di şerê li hemberî PKKê da xelkê siwîl nekuje,  bajaran wêran neke, xelkê bajarekî  bi hefteyan  di hunduran da hefs neke.

Tiştê dewlet li Kurdistanê dike zulm e, bêqanûnî ye. Akademîsîyenan ev kirinên dewletê rexne kirin û xwestin dewlet li kurdan vê zulmê neke, rîayetê qanûnên xwe bike.

Lê birêz Burka bi vê rexneya akademîsîyenan pir aciz bûye û lema jî wek berdevkên dewlet û hukûmetê belavoka wan rexne kiriye.

Bi dîtina min ev rexneya Burkay  ya li belavoka akademîsîyenan bêtalihiyeke mezin e.

Li gorî Burkay gelê tirk aştîxwaz e, ne li dijî  azadiya gelê kurd e, yên xerab û li dijî kurdan tenê siyasetmedar in. Lema jî Burkay gotiye:

”Sûcê gelê tirk tuneye. Berpirsiyar kesên îdarecî ne. Bawer bikin gelê tirk îro ne li dijî çareseriyê ye. Yên dibin asteng birêvebirin, siyasetmedar in. Ya ne gel aştiyê dixwaze.”

Ev îdîa ji serê heta dawî ne rast e, gelê tirk ji siyasetmedaran bêtir irqçî, faşîst û neyarê miletê kurd e û ji siyasetmedaran bêtir  li dijî azadbûna kurda ye.

Ji xwe heger gelê tirk aştîxwaz bûya, ne li dijî azadbûna kurdan bûya siyasetmedaran nikanîbûn vê zulmê li kurdan bikin.

Li Tirkiyê kîjan serok zêde li dijî kurdan be, kîjan serok bibêje ezê kurdan qir bikim, ezê koka PKKê û HDPê beiqelînim gelê tirk ji wî hez dike, ew serok rayên xwe zêde dike.

Ma heger ne wisa be çima AKP û MHP ji sedî nêzî  70ê rayên tirkan digrin.
Belkî ji sedî 90ê tirkan naxwazin bibin cîranên kurdan. Yên ji ber axaftineke kurdî, ji ber straneke kurdî li vir û li wir kurdan lînc dikin gelê tirk e.

Lema jî îdîa gelê tirk bi kurdan ra aştiyê dixwaze, ne li djî mafê kurda ye îdîayeke bêbingeh e.



Heta ku Tirkiyê endamê NATOyê be ji dinyayê ra rehetî tuneye



Cîgirê serokê Emerîkayê Joe Bîden gotiye:
Ewrûpiyan ji me ra gotin em Tirkiyê ji NATOyê derxin. M e îtîraz kir.”
Peydabûna fikirekî wiha pêşketineke baş e.
Heta ku Tirkiye ev Tirkiye bimîne îro dernexin ewê sibe derxin.
Û esas dibê derxin jî, ji xwe dibê Tirkiye tu carî nekiribana endamê NATOyê jî.
Ji ber ku Tirkiye welatekî çete û MAFÎAye. Birêvebirên dewletê merivên mafîa û qatil in, diz in, rêbir in, tim li dijî qanûnan û demokrasiyê ne. Tim li dû xerabiyê ne. Tu carî nikanin başiyê bikin.
Çimkî karê wan li dijî qanûnan e.
Bi qetlê, çetetiyê bûn xwedî welat û dewlet. Îro jî ev yek qereketerê wan yê esasî ye.
Lema jî ji her kesî bi şik in, ji tu kesî, ji tu miletî hez nakin, li dijî her welatî ne. Baweriyê tu kesî naynin, her kesî dijminê xwe dibînin…
Çimkî bi bêbextiyê bûn xwedî dewlet. Îdeolojiya wan irqçîtî û kultura wan jî çetecîtî û bêbextî ye.
Tirk merivên pir kêmfersend, bêbext, zalim, kezebreş, xwedênenas, bêmerhemet, bêûjdan û irqçî û wek milet neyarê kurdan e.
Heger ji wan were ewê hemû kurdên dinyayê topî ser hev bikin û bişewitînin. Bi kêmanî ji sedî 95ê tirkan wiha difikirin. Belkî jî hîn zêde…
Lema jî heta ku kurd li Tirkiyê bindest bin tirk tu carî serast û medenî nabin, nabin însan.
Lema jî heger ewrûpî dixwazin rehet bikin dibê vê dewleta çete, MAFÎA, ceberût û çavkaniya xerabiyê ji ortê rakin, ya jî bi kêmanî belav bikin, basko bikin.
Ji roja tirk hatine vê herêmê Balkanan û Ewrûpayê û rojhilata nêz û navîn rehetî nedîtiye, hemû nerinîdî, xerabî, fêsadî, gelacî ji vê dewleta tirk derketiye û derdikeve, di her tevliheviyê û şerê herêmê da tiliya tirkan heye.



PARVE BIKE