22 december 2015

Welatekî dixwazim navê wî KURDISTAN !

Dewleta tirk li hemberî kurdan herbeke nuh ya mezin daye destpêkirin. Bi tank û topan ketiye gelek bajarên kurdan û bajaran topbaran dike.
Ji ber van êrîşên hêzên îşxalkar Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Lice, Gever, Silopî, Diyarbekir, Şirnex wêran bûne, bi hezaran kurd koçber bûne, bi sedan kuştî û birîndar hene.
Bi kurtî Kurdistan dişewite û kurd di nava agir da ne. Şer û êrîşên dewletê berdewam in.
Di rojeke wiha da kurdekî tirkiya ev teksta jêr parve kiriye

”Welatekî tenê dixwazim navê wî ”DINYA.”
Nîjadekê tenê tenê dixwazim navê wê ”ÎNSAN.”
Kayniyekê tenê dixwazim navê wê ”HEZKIRIN.”
Sloganekê tenê dixwazim navê wê ”BIJÎ BIRATIYA GELAN!”

Min xortê ev nivîs parvekiribû  ji hevaltiya xwe derxist.
Min jê ra nivîsî:
”Ji ber ku te nivîsa "Bir ulke istiyorum adi dinya" filan û bîvan, belav kiriye ez te ji hevaltiya xwe derdixim.
Kesên ji kurdatiya xwe nerehet in, kesên dixwazin ji kurdayetiya xwe xelas bibin teorî û qulpên wiha dibînin.
Ji dêlî ku tu bixwazî wek her kesî bibî xwedî welat, tu xewna bira her kes wek te bibe bêwelat dibînî.”

Hin kesên kurdayetiyê ji bo xwe wek barekî, wek gelşekê dibînin ya eslê xwe înkar dikin, ya xwe vedişêrin ya jî dibin ”enternasyonalîstên” herî bi heraret.
Dinya tu carî nabe yek welat û yê her kesî.
Hemû însan tu carî nabin yek milet, yek nîjad.
Û hemû miletên cîhanê jî tu carî nabin birayên hev.
Lê miletên bindest dikanin ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî welat.

Nîjadên cihê, miletên cihê, dikanin bi hev ra bijîn, ne şert e zulmê li hev bikin û hev û du qir bikin.
Yanî problem ne di hebûna welatan û miletan da, di îdeolojiyên nîjadperest, faşîst, emperyalîst da ye, di çavnebariya însan da ye, di xwestina kedxuriyê da ye.

Di hebûna rîjîmên dîktator û faşîst da ye.
Lema jî dibê meriv ji dêlî ku li dijî hebûna welatan û miletan be, dibê li dijî îdeolojiyên faşîst, îşxalkar derkeve û cîhaneke demokratîk,  adil, wekhev  û xwedî heq û huqûq biparêze…

Karl Marx jî di wexta xwe da bi enternasyonalîzmê dinyayeke bêsînor xeyal kiribû, lê praktîkê nîşan da ku ew ne mimkûn e, tenê xeyal e.

Lê Theoder Herzlê(1860-1904) bavê nasyonalîzma cihuyan û dewleta Îsraîl li dijî vê teoriya Marx derket û got ne mimkûn e em her kesî bikin wek xwe,  çare dibê em wek her kesî bibin xwedî dewlet.

Û ji bo vê jî 50 sal da ber xwe, got dibê di nava 50 salî da em cihû jî wek miletên din bibin xwedî dewleteke netewî û ji vî halê perîşan xelas bibin.

Rewşa me kurdan jî eynî wek ya cihuyan ya sedsala 20 ye. Em nikanin sînorên dinyayê rakin, dewletan belav bikin û hemû miletan bikin yek milet.

Em kurd jî ya emê bibin xwedî dewleteke netewî û ji vê bindestiyê xelas bibin û ya jî emê hêdî hêdî bihelin û bibin ereb, faris û tirk.

Wekî din tu çare û tu xelasiya me tuneye, dibê em dev ji teroriyên dinyayeke bêsînor û yek milet(însan)berdin û ji bo tiştên mimkûn  bixebitin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE