06 december 2015

Rûhanî ji îdîayên Erdogan ra got dereweke bêbinake ye



Du sê roj berê Erdogan di axaftineke xwe da gotibû:
”Telewîzyonên Îranê jî demakê tiştên wiha (malbata Erdogan bi Daîşê ra tîcareta neftê dike) kirin. Ez viya bi serokkomarê Îranê ra peyivîm, min jê ra got ku, ´hûn di nava çewtiyeke mezin da ne. Heger ev wiha dom bike ewê hemberiyeke wê hebe, wek Îran hûnê bedelekî giran bidin.´ Deh roj ajot, dû ra ji sîteyên xwe rakirin. Çima? Ji ber ku buhtan e, derew e…”
Serokkomarê Îranê Rûhanî, beyanek daye Ajansa Îranê ya nîvresmî Ajansa Fars Xeberê û gotinên Erdogan red kiriye.
Rûhanî, di beyana xwe da dibêje, ”îdîayên Erdogan bêbingeh û derî rastiyê ne. Ne di tu hevdîtinê da û ne jî di tu axaftina telefonê da di nabêna Erdogan û Rûhanî da mewzûyên wiha tu carî nehatine rojevê...”
Yanî Erdogan derewan dike.
Tabî ev ne cara pêşî ye Erdogan derewên wiha dike, berê jî gelek caran virên wiha bêbingeh kiribûn.
Ev tekzîba Rûhanê ji bo serokkomarekî wek şîrmaqekê ye. Lê Erdogan ji xwe fedî nake, lema jî ewê qet li ber xwe nekeve û kesê newêribe here vê derewa wî jê bipirse.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE