28 december 2015

Roboskî, jan û birîna di dilê kurdan !


Vaye saleke din jî derbas bû, vaye dîsa 28ê kanûnê hat û qetlîama Roboskiyê, birîna dilê kurdan dîsa jan da.
Di ser qetlîama Roboskiyê ra 4 sal buhurîn, lê heta nuha ne qatil û ne jî sûcdar hatin girtin.
Û dewletê heta nuha ji miletê kurd, ji dê û bavên zarokan lêborîn jî nexwestiye. Lê belê Erdogan piştî qetlîamê serokerkanê wê demê Necdet Ozel pîroz kir.
Kes nehat girtin ji ber ku 34 zarokên hatibûn kuştin kurd bûn, dewletê bi zanîn, ji bo ku mezinayî û qudreta xwe nîşanî kurdan bide bi balafirên cengê 34 zarokên kurd û heywanên wan bombebaran kiribû.
Qantirên ji ber bombebaranê xelas bûbûn jî leşkerên tirk dû ra yek bi yek, bi kêf û zewqeke mezin gulebaran kiribûn.
Vê zulma dewleta tirk di dilê miletê kurd da birîneke kûr vekir. Kurd tu carî ewê vê qetlîama dewleta tirk ji bîr neke.
Ez hemû zarokên di qetlîamê da hatin kuştin bi hurmet bibîr tînim û ji dê û bavên wan ra sebrê dixwazim.

XXX
PKK mesela kurd ne hil dike, ne heram dike, kiriya gêrmiya gavana û berdaye.
Meriv rindikî nizanin ji dewletê çi dixwaze?
Kongreya DTKê jî bi xêr û xweşî qediya, meriv ji daxwaza DTKê jî xweşik tiştekî fêm nake.
Gelî bira, gelî serokan, ji xêra xwe ra meselê hinekî sivik bikin, tiştekî bibêjin ji bo ku gelê kurd, em kesên zêde ne întellektuel jî bizanibin hûn ji dewleta tirk çi dixwazin?
Ya serxwebûnê ya federasyonê ya otonomiyê bixwazin, ji bo ku hemû kurd jî, tirk jî û dinya jî bizanibe hûn ji dewleta tirk çi dixwazin…



XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Prof. Dr. Ahmet Davutoglu, ji bo ku dinya alem bibihîze ew serokwezîr e, li Anqerê çûye meydana Kizilayê û bi qîrînê gotiye ”ez serokwezîr im, ez serokwezîr im”!
Yên li der û dorê, her kes keniya ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE