30 december 2015

Ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye



Sebebê ku kurdên Kurdistanabaşûr  jê hinek ketine bin bandora Îranê û hinek  jî ketine bin bandora Tirkiyê ji ber dijminatiya wan ya li hemberî hev e; heger li hev bûna, ne perçe perçeyî û bi tifaq bûna bi vê derecê bi Tirkiyê û Îranê ra nediketin nava hevkariyên li dijî hev.
Geva ez viya dibêjim  ev nayê maneya bira hukûmeta Kurdistanê bi Tirkiyê û Îranê ra dijminatiyê bike, tîcaretê neke û têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bike.
Tiştê ez dibêjim ne ev e, têkiliyên zirarê didin yekîtiya kurdan, kurdan bera pêxîla hev dide, dilê wan li hev sar dike.
Berberî û dijminatiya kurdan ya xwe bi xwe, pir hindik wan nêzî Tirkiyê û Îranê dike, tesîra van herdu dewletên dijmin li ser kurdan zêde dibe.
Yanî ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye, dijmin vê îmkanê dibîne.
Ev yek li zirara hemû partiyan, hemû kurdan e…


Lema jî heger kurdên başûr dixwazin tesîra Tirkiyê û Îranê li Kurdistana başûr nemîne û ev herdu dewlet nikanibin di nava kurdan da nerindiyê û fêsadiyê bikin, berî her tiştî dibê kurd gelşên nabêna xwe zû çareser bikin.
Bêtifaqî û şerê wan li kara dijmin e.
Û PKK…
PKK di nava kurdan da di warê kîtlewî, aborî, medya, eskerî û coxrafîk da, yanî bi hebûna xwe ya li her çar perçeyên Kurdistanê partiya, hêza herî mezin û herî xurt e.
Bi dehhezaran çekdarên wê hene. Li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî hêz e, dikane 10-15 milyon însan mobîlîze bike, rake ser piyan.
Dil dixwest ku ev hêza hewqasî mezin û xwedî gelek îmkan bi partî û hêzên başûr ra, bi taybetî jî bi PDKê û YNKê û Goranê ra di nava hevkariyê û têkiliyên dostane da bûya.
Lê çi heyf ku têkiliyên PKKê û PYDê jî bi kêmanî bi qismekî hêz û partiyên başûr ra ne baş e.
Piştî ku PKK nikane pêşengiya yekîtiya kurdan bike û cepheyeke netewî ava bike, lema jî ji dêlî vê bar û bepirsiyariyeke mezin dike ser milê PDKê û serok Mesûd Barzanî, dibê Mesûd Barzanî  ji bo hevkariyeke bi PKKê, PYDê ra miheqeq riyekê, çareyekê bibîne.  Di demeke hewqas krîtîk û dîrokî da nabe du hêzên(PKK û PDK)kurdan yên herî xurt, herî mezin ne li hev bin û heta carnan têkevin gewriya hev. Dibê saha û li hundur, di siyaseta navnetewî da  da ev herdu hêz miheqeq li hev û bi tifaq in û bi hev ra hêzên din jî bikişçnin ba xwe.
Şertê serketina kurdan yê yekem, tifaqa kurda ye, di dema sînorên û xerîteyên nuh tên danîn, xerîteyên nuh tên çêkirin dibê hêzên kurdan yên mezin û xwedî desthilat ne li dijî hev bin, di nava hevkarî û yekîtiyeke netewî da bin.
Bi dijminatiya bi PKKê ra bêyî zirarê tu feydeyeke kurdan tuneye. Ji xwe qet ne rast e û karê aqil e ku meriv dijminatiya hêzeke hewqasî mezin bike.
Dibê hemû kurd ji PKKê, PYDê û PDKê tim û tim têkiliyên dostane û hevakriyê bixwin. Dema PKK û PDK li hev bin, dijminatiya hev nekin, ewê hêzên din jî bikşînin ba xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE