07 december 2015

Îraqê 48 saet molat da Tirkiyê !


Ji bo ku Tirkiye leşkerên xwe ji Kurdistanê, ji Başikê vekşînin Îraqê 48 saet molet da Tirkiyê.
Hela ka em binêrin hukûmeta Kurdistanê îcar ewê çi bike û alî kê bike.
Serokwezîrê Îraqê Îbadî got:
”Heger Tirkiye di nava 48 saetan da leşkerên xwe paşda venekişîne çûyina Neteweyên Yekbûyî jî di nav da ewê her alternatîfa mimkûn biceribînin.
Di Meclîsa Ewlekariya Îraqê da wiha hatiye gotin:
”Tirkiye bêyî ku haya hukûmeta Îraqê ya merkezî pêxe û agahdar bike bi leşkerên xwe xistiye welatê me. Ev, li hemberî welatekî cîran bêhurmetî ye. Mafê Îraqê heye li hemberî Tirkyê tedbêrên hewce bigrre.
Ev, li hemberî ewlekariya me ya netewî tehdîdeke. Wek Meclîsa Ewlekariya Netewî ya Îraqê, ji ber ku leşkerên hatine herêma Kurdistanê bêyî îzna me hatine, em 48 saetan moletê didin Tirkyê. Hêza mewzûbahîs gava di nava 48 saetan da venekişe emê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bidin.”
Netîce, meriv dikane bibêje serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi qebûlkrina hatina leşkerên tirk şaşiyeke pir mezin kir, ji kurdan ra geleşke mezin peyda kir. Hêvî dikim kurd zêde zirarê nebînin.


2015-12-06

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE