27 december 2015

Him hevalên neyar in û him jî zimandirêj in

Ji ber ku PKK şaşiyê dike, siyaseteke şaş dimeşîne, bi xendekan û şerê nava bajaran zirarê dide gel meriv nabe hevalê dewletê, hevalê hêzeke îşxalkar, hêzeke ku mirovên meriv, zarokên 3 mehî  qetil dike.

Meriv vê yekê ji PKKê ra dibêje, rexne dike, lê belê nabe hevalê dewleta tirk, nabe parêzvanê hêza bajarên meriv topbaran dike û dibêje hutul batil hûnê bibin tirk.

Erdogan her roj ji me ra dibêje, wek kurd  dibê hûn yek dewletê, yek alê, yek welatî, yek miletî û yek zimanî, yanî tirkbûnê qebûl bikin.

Ya hûnê bi rehetî viya qebûl bikin ya jî emê bi zor û bi kotek bi we bidin qebûl kirin.
Dewleta tirk welatê me îşxal kiriye, bajarên me topbaran dike, rojê çend zarok, kal û pîrên me dikujin.

Bi hezaran însanên me mecbûrî koçberiyê kirine.
Jiyan li hemû kurdan kirine zindan.

Lê hin kurd hîn jî li dijî vê zulma dewleta tirk dernakevin, terora ku dewlet li Kurdistanê li hemberî gelê wan, zarokên wan dimeşîne protesto nakin.

Tew bira lidijderketin û protestokirina terora vê hêza îşxalkar li wir bimîne, di ser da di telewîzyonên tirkan û ya vê dewleta xwînxwar TRTê da abûqatiya dewletê dikin, wek berdevkên dewletê êrîşî PKKê dikin, here were PKKê neheq dibînin, şaşiyên PKKê rêz dikin.

Lê ji dewletê ra, ji vê vê hêza zebelih ya ketiye ser dilê gelê xwe ra qet tiştekî nabêjin, rexneyeke herî biçûk jî li dewleta, hukûmeta bajarên wan wêran dike nagrin. 

Hemû xerabî ji PKKê da ye, fena ku dewlet pur û pak e, zulmê li kurdan nake, bajarên wan topbaran nake.

Xwedêgiravî akademîsyen, robakbîr û siyasetmedar in, ji dêlî ku li dijî îşxala welatê xwe derkevin, azadiya gelê xwe biparêzin, tenê PKKê rexne dikin.

PKKê jî rexne bikin, şaşiyên wê jî bibêjin, dibê meriv bibêje jî, ev temam. Ev mafê ye…

Lê belê ji bîr nekin ku yê welatê we îşxal kiriye, yê bajarên we topbaran dike, yê zarokên 3 mehî qetil dike leşker û polîsên dewletê ne, bi qasî ku hûn PKKê rexne dikin, dibê hûn wek kurd, wek însan ji vê hêza îşxalkar û xwînrêj ra jî tiştekî bibêjin.

Kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in, hûn wek akademîsyen, wek ronakbîr, wek siyasetmedar  ji dewletê tiştekî naxwazin.

Tenê PKKê rexne dikin. PKKê rexne bikin, lê hûn jî ji bo gelê xwe tiştekî bixwazin û  li tijî vê zulma dewletê du gotinan bibêjin. Hukûmetê bi çend qurişên pîs dengê we biriye û hûn kirine havlên xwe.

Lema jî hûn li dijî terora dewletê dernakevin, ji ber ku bi wera ne exlaq û ûjdan maye û ne jî heya.

Heger piçek exlaq, ûjdan û heya bi we ra hebûya piştî  zulmeke hewqasî barîz hûn hîn jî nediçûn di telewîzyonên vê deleta zalim û îşxalkar da rûnediniştin û we abûqatiya dewletê nedikir.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE