02 december 2015

Em û tirk emê rojekê xwe li hev serqot bikin

Zû, derebg, emê rojekê bi dewleta tirk ra têkevin şerekî mezin. Yanî zû, dereng rojekê emê xwe li hev serqot bikin.
Dewleta tirk viya li ser me ferz dike.
Ne ku dema ew xurt û em zeîf in, dema em xurt û ew zeîf in dibê em vî şerî qebûl bikin.
Heta em tên vê nuxtê dibê em tim daxwaza wan ya şer texîr bikin.
Dewleta tirk dixwaze pişta me bişkîne.
Ji bo ku careke din em ranebin ser xwe, li hemberî wan serî hilnedin.
Ya jî demeke dûr û dirêj neyên ser xwe.
Di hesab û programa tirkan da ne em kurdên bakur tenê, têkbirina Kurdistana başûr jî heye.
Piştî şikandina me ewê dor were kurdên başûr jî. Ereb jî ewê bi tirkan gorra me bikolin.
Dixwazin berê me(tevgera kurdêb bakur) ji ber xwe da bixînin. Ji bo ku li hundur pişta wan saxlem be.
Hûn guh nedin ”dostayiya” tirkan ya sexte ya bi kurdên başûr ra. Hemû vir in, li bende fersend û roja xwe ne.
Ji bo dewleta tirk Kurdistana başûr hîn jî dijminekî dibê miheqeq ji ortê rabe. Kurdê vê nêta tirkan nabîne pir saf e.



XXX
Piştî Pûtîn serokê Emerîkayê Obama jî got Tirkiye rê li ber çûn û hatina çeteyên Daîş baş nagire û dihêle petrolê di ser Tirkiyê ra bifroşe.
Obama gotiye, “di ewlekariya sînorê Tirkiyê û Sûriyê da hin pêşketin hene, lê belê li gel vê jî di mesela ewlekariyê da hîn jî hin valahî hene. Daîş van valahiyan bi kar tîne, însanan derbas dike û petrolê difroşe.”
Obama ji Pûtîn kêmtir negotiye, tiştê Pûtîn gotiye Obama jî dubare kiriye.
Vana îdîdîayên pir mezin û cidî ne.
Helbet Obama baş dizana hêza li pişt Daîşê Tirkiye ye, bêyê piştgiriya Tirkiyê ya lojîstîk, eskerî û aborî, tibî Daîş nikane mehekê jî li ber xwe bide.
Daîş bi çavê Emerî herî mezin li Erdogan dinêre.
Obama, Nato, Yekîtiya Ewrûpayê hemû vê yekê baş dizanin. Lê heta nuha zêde guh nedidanê. Ji ber ku zirar nedigigîşt wan. Lê piştî qetlïama Parîsê êdî serï gihîşt wan jî, lema jî nuha bêtir bi Erdogan da dixeyidin, jê ra dibêjin êdî bes e, heta nuha te çi kir bira ji te ra bimïne, lê nuha û pêda dev ji Daîşê berde.
Obama gotiye, li Parîsê wî ev yek ji Erdogan ra jî gotiye. Ji bo têkbirina Daîşê li gel şerê eskerî dibê çavkaniyên Daîşê yên aborî jî werin birrîn.
Yanî dibê Tirkiyê êdî bi Daîşê ra tîcareta petrolê neke û destûrê nede çün û hatina çeteyan.
Do jî wezîrê parasitinê yê Emerîka Ashton Carter jî Tirkiye bi rengekî sergirtî bi hevalbendiya Daîşê îtham kir, got, “em dixwazin Tirkiye him li hewa, him li erdê bêtir aktîf be. Operasyonên hewayî yên Tirkiyê bi piranî ne li hemberî Daîşê, li hemberî PKKê ne.”
Wisa xuya dike di rojên pêş da emê bibin şahidê gelek bûyerên mezin û balkêş...
Bi kinî îşê Erdogan pir xerab e, di rojên pêş da ji ber ku balafira rûs xistin û û bela xwe di rûsan dan Erdogan ewê pir poşman bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE