20 december 2015

Dewletê di sala 2013a da biryara vî şerî daye


Davutoglu di rojnameya Hurrîyetê da ji Akîf Bekiyê xwefiroşê bîngolî ra gotiye ”şer û operasyonên li hemberî van bajaran di sala 2013a da hat plankirin.”
Ji bo ku careke din xendek neyên kolan û barîkat çênebin ewê her tiştî bikin, tedbîrên mezin bigrin, gelek qereqolên nuh çêkin û leşkerekî mezin li wan bajar û herêman bi cî bikin.
Yanî ev operasyonên li hemberî Licê, Silîva, Cizîrê, Nisêbînê, Kerboranê, Geverê, Bazîdî û hin derên din ne ji ber xendekan bûye, dewletê du sal berê haziriya vî îşî kiriye û li bende mahneyekê, hincetekê bûye. Hincet jî xwediyên xendekan ji dewletê ra amade kirin. Û dewletê jî ev yek kir bahane û li hemberî bajarên kurdayetî lê xurt bû dest bi şerekî wêrankir kir.
Lö dibê em bizanin xendek mendek hemû bahane ne, dewletê berê birayara xwe dabû ku li Kurdistanê hêza xwe qaîm û xurttir bike. Ji bo ku Kurdistan ji dest wan dernekeve ev yek lazim e, dibê tim xwe nuh bikin.
Davutoglu gotiye:
”Di nirxandina xwe ya sala 2013a ya meha mijdarê/kasimê da me 12 qeza hedef girtibûn. Heger hûn li micadeleya du sê meh berê binêrin Lice, Silîva, Warto, Qulp heye, Cizîr dom dike. Gever, Bazîd heye. Li piraniya van qezeyan kontrol hat pêkanîn. Nuh 4-5 qeza mane. Sûr, Cizîr, Silopî, Nusêbîn, Kerboran. Nuha me giraniya xwe daye wan deran. Qereqolên nuh ewê werin avakirin û daimî bin.”
Ji van gotinên Davutoglu jî diyar dibe hukûmeta AKPê du sal berê biryara vî şerî daye. Ji bo ku bajarên kurdayetî li xurt e bepelçiqînin, kurdan ji hev belav bikin û hêzên xwe yên leşkerî li Kurdistanê xurttir bikin li bende hincetekê bûne. Heger ne xendek bûna ewê bahaneyeke din bidîtana, çimkî biryara xwe dabûn.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE