06 december 2015

Dewleta tirk tu carî xêra kurdan naxwaze

Dewleta tirk ya îşxalkar wek çeteyên Daîşê bi rengekî hovane û bi neyartiyeke bêsînor li bajarê Diyarbekrê, mîrat û avahiyên dîrokî, mizgeftên dîrokî yek bi yek wêran dike.
Bi dijminatî, bi kîn û nefreteke bêsînor dajo ser xelkê sivîl û hemû avahiyên hezarsalan.
Hêzên dewletê yên faşîst ji ber neyartiya wan ya bi kurdan ra qet ferqê naxin nabêna kesên siwîl û kesên çekdar, li her tiştî direşînin, her derê didin ber guleyan, her avahiyê bi bêûjdaniyeke mezin tahrîp dikin…
Û ne li Diyarbekrê tenê, li Farqînê, li Dêrikê, li Cizîrê û Nisêbînê jî eynî hovîtiya xwe nîşanî me kurdan dan.
Tiştek pir vekirî ye, dewlet ne li hemberî çekdarên PKKê tenê, li hemberî hemû kurdan şerekî qirkirinê dide meşandin. Bi fersend û behaneya şerê xendekan Kurdistanê wêran dike, kurdan bi hovîtiyeke mezin serkut dike.
Li hemberî vê barbariya dewleta tirk ji destê kê çi tê, kî kane çi bike dibê bike, dibê bêdeng nemîne.
Leşkerên li Farqînê, li Dêrikê, li Nisêbînê, li Cizêr û Diyarbekê vê zulmê li kurdan dikin, her roj çend kesên sivîl dikujin, bajar û avahiyên kurdan yên dîrokî bi rengekî bêsînor wêran dikin, li Kurdistana başûr bûne mamoste û perwerdekarên pêşmergeyan, xwedêgiravî bûne dost û xêrxwazên kurdan û dixwazin li hemberî Daşî bibin alîkarê pêşmergeyan.
Helbet tu kurd ji vê vira neyar bawer nake, her kurd dizane Tirkiye dixwaze Daîş  koka kurdan biqelîne, kurdekî li ruyê cîhanê nehêle.
Û ji bo vê yekê jî her alîkariyê bi Daîşê ra dikin.
Lê belê serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana başûr kurdan kêmaqil dibînin û lema jî dixwazin derewa, ”leşkerên tirk ji bo perwerdeya pêşmergeyan hatine” bi kurdan bidin qebûl kirin. Dixwazin dewleta tirk û leşkerên tirk wek xêrxwazên kurdan bifroşin me…
Ev çîrokek vala ye, dewleta tirk, leşkerên tirk ebeden xêra kurdan naxwazin, ebeden naxwzin kurd zora Daîşê bibin. Me ev yek li Kobanê dît û em li Sûriyê jî her roj dibînin.
Tirk, ne ji bo çêyê û alîkariyê, tenê ji bo xerabiyê, ji bo hin hesabên kûr û dûr, ji bo ku di pêşerojê da bi ereban ra rê li ber azadî û serxwebûna kurdan bigrin çûne Başîkê.
Kurdê ji dewleta tirk çêyiyê, rindiyê  alîkariyeke ji dil bipê ya pir saf e ya jî dilxwazê dewleta tirk e.
Heger serok û birêvebirên hukûmeta AKPê û artêşa tirk hewqasî xêrxwazên kurdên başûr in û dixwazin li hemberî Daîşê bi wan ra bibin alîkar, wê demê çima ala Kurdistanê qebûl nakin?
Çima navê Kurdistanê qebûl nakin û tu carî nagrin devê xwe?
Heger Davutoglu û Erdogan hewqasî dilxwazên kurdên başûr in çima statuya Kurdistanê qebûl nakin? Çima tim dibêjin ”kuzey Iraq, Iraqa bakur”?
Heger Erdogan hewqasî xêrxwazê kurdên başûr e, çima got em naxwazin li kêleka xwe ”Bakurekî Sûriyê jî bibînin”?
Heger meriv xwar rûne û rast bipeyive, meriv dizane ku hukûmeta AKPê û dewleta tirk hîn û hîn jî Kurdistana Federe nas nake.
Û ji xwe tu carî jî bi birêvebirên Kurdistana Federe ra miameleyeke naskirinê nakiriye.
Ji ber ku îro nikane ji ortê rake û ji ber berjewendiyên xwe yên aborî di kemînê da li bende roja xwe ye, gava fersendê bibîne ewê lêxe û piştgiriyan kesên lêxe bike.
PDK û hemû kurdên baweriya xwe bi dewleta tirk tînin gorra xwe û ya gelê xwe dikolin û di rojên pêş da ewê gelkî poşman bibin.

XXX
Gava mesele dibe PKK û siyaseta wê ya Tirkiyeperwer, hin kes hene eynî wek Ehmedê Xanî dipeyivin, dibin kurdperwerên herî dilşewat, antî-kolonyalîst, antî tirk.
Lê gava mijar dibe hevkariya PDKê ya bi Tirkyê ra eynî însan tavilê dev diguherin û îcar jî wek Muhsîn Kizilkaya dipeyivin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE