18 december 2015

Dewleta tirk tiştek di kurdan da nehîştiye




Do bi şev cara pêşî di TRTkurdî da ez rastî programa ”Stratejiya rast” hatim.
Di programê da çar kesan, Vahap Coşkun, Huseyîn Şeyhanlioglu, Bilal Sambur û Mazhar Bagli li ser xendekan û şerê di nava bajaran da minaqaşe dikirin.
Mazhar Bagli û Vahap Coşkun min berê ew nas dikirin, lê Huseyîn Şeyhanlioglu û Bîlal Sambûr, min nuh didît, lema jî min piçekî meraq kir û xwest fikrê wan yê li ser dewletê û vî şerî fêr bibim.
Min bîstekê li wan guhdarî kir, min xwest bizanibim hela ka li dijî dewletê çi dibêjin û ji bo gelê xwe çi dixwazin?
Her çar jî akadîmisyen in, aqilê wan ji gelek kesan zêdetir dihere ser meselan û dizanin welatê wan hatiye îşxal kirin û dewlet zulemeke mezin li gelê wan dike, gelê wan ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar û bindest e.
Lê ji bo xatirê Xwedê ji van her çar akademîsyenên me yekî jî êrîşên dewletê yên hovane rexne nekir, yekî jî negot mafê dewletê tuneye bajarên me bide ber topan, mizgeft û avahiyên me wêran bike û zarokên me bikuje.
Hemûyan tenê PKK û xortên xwendek kolane rexne kirin, ji wan gazin kirin, gotin ew neheq in, ew tiştên şaş dikin.
Mazahar Bagli, tew hîn jî pêşda çû operasyonên li dijîbajarên wî, li dijî zarokên wî parast û got dibê ev operasyon zû bi ser kevin û zû biqedin.
Yanî wek kurdekî, wêrankirina bajarê xwe, kuştina zarokên xwe, koçberkirin ûperîşaniya gelê xwe parast, ji dil û can xwest dewlet zû bi ser keve.
Fena ku ew ne kurd bin, ne zarokên wê axê bin, rexnekeyeke herî biçûk jî li dewletê û terora dewletê negirtin.
Em ferz bikin ku PKK neheq e, şaş e, baş e hûn ji bo gelê xwe ji dewletê çi dixwazin?
Heger tiştê PKK dike şaş e, hûn yê rast bikin, hûn daxwazên xwe bibêjin.
Lê ew qet tiştekî jî naxwazin.
Tenê PKKê û aliyê kurdan rexne dikin. Dewleta tirk bi deh hezar leşker girtiye ser bajarên wan, dewlet bajarên wan topbaran dike, lê belê tu îtîrazeke wan, tu rexneyeke wan li heberî vê îşxala dewleta tirk tuneye.
Xwedêgiravî akademîsyen û ”ronakbîrên” kurdan in, lê ne li dijî îşxalê ne û ne jî ji bo gelê xwe tiştekî dixwazin.
Tenê dizanin PKKê rexne bikin, di elîfbeya wan da, di kultura wan da rexnekirina dewletê tuneye.
Dewlet çi bike bi heq e, kî li hemberî dewletê rabe, doza mafê xwe bike ew neheq e.
Ez îdîa dikim, di nava 400-500 milyon ereb da yekî wek Mazhar Bagli û van akadîmîsyenên me li dijî gelê xwe û dostê dewleta Îsraîl tuneye.
Di nava 500 milyon ereb da yek erebê micadeleya filistîniyan neheq(çi çekdarî, çi ne çekdarî) û dewleta Îsraîl biheq nîşan bide û biparêze tuneye...
Lê di nava kurdan da bi sedhezaran kesên wek Mazhar Bagli hene, li hemberî gelê xwe abûqatiya dewleta tirk dikin, bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin. Ji bo gelê xwe qet tu mafî naxwazin.
Û ji xwe jî fedî nakin, di warê ûjdanî û exlaqî da jî qet nerhetiyekê his nakin, ezabekî ûjdanî û exlqî nakişînin.
Gava li ser şerê PKKê û dewletê dipeyivin pir bê merhamet û bêûjdan in, çavê wan yê li dewletê dinêre tim kor e û yê li PKKê dinêre tim çar in.
Min heta nuha nedîtiye ji van akademîsyenan yek carê bibêje Kurdistan welatê me ye, çima tirk ewê me îdare bikin?
Çima polîs û leşkerên tirk ewê ji Konyayê û Trabzonê werin li Hekariyê û Diyarbekrê me îdare bikn û bi copan bi me kevin, bi kortika hustiyê me bigrin û me zindan bikin?
Meriv wek kurd, wek akademîsyen, wek ”ronakbîr” çawa dikane li hemberî hêzeke îşxalkar û vê barbariya wê hewqasî xweşbîn be ez fêm nakim!
Fena ku Kurdistan ya tirkan be û PKKê welatê wan îşxal kiribe û bajarên wan bombebaran dike.
Lema jî  neheq PKK ye.
Tu dibêjî belkî dewletê bi rehetî, bêyî şer û teşxele hemû mafê kurdan daye, lê PKK dîsa jî ji kêfî şer dike.
Em bibêjin PKK şaş e, tiştên ne baş dike.
Baş e ma hûn jî ne kurd in, hûn mafê gelê xwe bêyî şer ji dewletê bixwazin.
Program û pêşniyareke din ya aştiyane pêşkîşî kurdan bikin.
Lê hûn vê nakin, hûn ji bo kurdan ji dewletê misqalekî jî naxwazin, tenê kurdên tiştekî dikin û tiştekî dixwazin rexne dikin.
Carê xwe bi ereban ra, bi akademîsyenên ereb ra miqayese bikin. Bala xwe bidinê hela ew ji bo dewleta Îsraîl çi dibêjin û ji bo gelê çi dixwazin û hûn ji bo dewleta tirk çi dibêjin û ji bo gelê xwe çi dixwazin !
Belkî wê demê belkî hûn piçekî ji şêla xwe fedî bikin…
Gava meriv li kesên wiha guhdarî dike, meriv dibîne ku asîmîlasyonê kurd çawa ji kurdayetiyê dûr xistine, gelek kurd kirine biyaniyên gelê xwe û dostên dijmin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE