03 december 2015

Cî li Erdogan teng dibe

Nûnera Emerîja ya Neteweyên Yekbûyî Samantha Power, gotiye ew pêşniyara Rûsyayê ya lêkolîna çavkaniyên rêxistinên terorîst û Daîşê yên aborî pozîtîf dibînin.
Wek tê zanîn ji bo ku çavkaniyên aborî yên rêxistinên terorîst û di serî da jî yên Daîşê werin tetkîkkirin Rûsya haziriyê dike pêşniyareke lêkolînê bide Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî.
Piştî ku Tirkiyê balafira Rûsyayê xist, Rûsya dibêje Tirkiyê ji bo ku bi Daîşê ra tîcareta xwe ya petrolê rehet bikin balafira me xistin. Tirkiye ne ku petrolê tenê ji Daîşê dikire, di her warî da alîkariyê dide Daîşê.
Û dîsa li gorî îdîeya rûsan, serê tîcareta petrola bi Daîşê ra dihere digihîje malbata Erdogan û lawê wî.
Do Rûsyayê hin rismên bi satelîtan girtibûn wek belge nîşn da. Di wan vîdeoyan da meriv dibîne bi sedan tankêr petrolê ji Sûriyê bar dikin û dibin Tirkiyê.
Wezîrê parastinê yê Rûsyayê got gelek belgeyên din jî di destên me da hene, ku Tirkiye bi hezaran terorîst derbasî Sûriyê dike û çekan dide wan.
Yanî bi kurtî îdîayên Rûsyayê pir cidî ne.
Û li gorî beyanên Pûtîn û berpirsiyarên rûsan yên din ewê wisa bi rehetî dev ji Erdogan bernedin. Di vî warî da pir cidî xuya dikin.
Îcar vaye nûnera Emerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Samantha Power jî gotiye ewê piştgiriyê bidin pêşniayra Rûsyayê.
Ev jî tê wê maneyê îşê Erdogan û çeteyên li dora wî pir zor û xerab xuya dike, hemû têkiliyên wan yên krîmînel yên bi Daîşê ra ewê derkevin ortê.
Hêvî dikim Emerîka çerx neke û piştgiriyê bide Rûsyayê…
Erdogan bi xistina balafira Rûsyayê ewê pir poşman bibe û bûye jî.
Putîn pir çidî û bi biryar xuya dike….
Hêvî dikim nifirên xanima min qebûl bibin û ev sûtalê faşîst û krîmînel ji hemû sûcên kirî xelas nebe, bi hawakî cezayê xwe bibîne…
Ez dibêjim nuha xwên şevan li Erdogan û Davutoglu heram in, bi şevan xewnên fahş dibînin, xwe di zindanan da û li ber hakiman dibînin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE