05 december 2015

Çavê me ronî be, leşkerên tirk li Kurdistana başûr jî baş bi cî dabin.


Li gorî nûçeyeke di medyaya tirk da belav bûye îşev tabûrek(li dora 1200)leşker û 25 tankên tirk sînorê Tirkiyê derbas kirine û li nêzî Mûsilê, li qeza Beşîqê(Başîkê)bi cî bûne.
Berpirsê hêza Pêşmerge yê herêma Başîkê Behram Erîf Yasîn gotiye ”xeber derew e, tu hêzên artêşa Tirkiyê derbasî Başîkê nebûne…”
Lê Behram Erîf Yasîn, dû ra jî gotiye:
”Li binkeya leşkerî ya Başîkê tenê çend şêwirmend û pirsporên leşekrî yên Tirkiyê hene ku ew jî rahênan û perwerdeya leşkerî didin çekdarên erebên sunî yên Heşda Niştîmanî û ji bilî wan.”
Yanî xeber rast e, leşkerên tirk li Başîkê bi cî bûne…
Tirk derewa nakin, medya cîhanê derewa nake, yê rast nabêje û derewa dike Behram Erîf Yasîn e.
Tirk dibêjin ji bo ku pêşmergeyan li hemberî Daîşê perwerde bikin ev leşker çûne wir.
Qumandarên Daîşê dikin pêşmergeyan li hemberî Daîşê perwerde bikin!
Wey mala Xwedê ava be!
Li gorî medya dnivîse, ev du sal in leşkerên tirk li wir bûne. Min qet nebihîstibû.
Hejmara wan berê 150 bûye, lê ev hejmar îcar zêde kirine, derxistine ”300” kesî.
Ji ber ku ji hesab û planeke Tirkiyê heye, lema jî 25 tank jî şandine.
Lê ji ber ku tê gotin ku tabûreke, lema jî hejmar ewê ji 300î zêdetir be, dikane di nabêna 300-1300 kesî da biguhere.
Yanî texmîna 1200 leşkerî dikane rast be.
Ma li dinyayê kes nema, tirk, nyarên kurdan ewê werin pêşmergeyan perwerde bikin?
Û çi karê 25 tankan bi leşkerên perwerdeyê ra heye? Wisa xuya dike tirk haziriya şerekî giran dikin. Tirkiye, ji bo xêrê, ji bo perwerdeyê leşker û tankan naşîne Kurdistana başûr, miheqeq planeke wan ya li dijî kurdan heye. Yê eksê vê bibêje hevalê dewleta tirk.
Diyar e pisporên Emerîka, Almanya, Swêd û gelek welatên hevpeman têra hukûmeta Kurdistanê nake, gerek pisporênwan ewê îlem tirk bin.
Ji bo ku ji wir dernekvin.
Li dora 3000 hezar leşkerên tirk ev 20 sal in li hermê Zaxo û Bamernê ne.
Û mêrikan dernakevin.
Qey 3000 hezarên berê ne bes bû, îcar tabûreke din jî lê zêde kirin.
Çûna leşkerên tirk bi çi navî dibe bira bibe, hukûmeta Îraqê ban wan kiribe jî dibê kurdan qebûl nekira.
Wek kurd meriv tirkan, neyarê qewmê xwe yê herî xedar bera welatê xwe nade, belayê ji xwe ra venake.
Bi Xwedê hêdî hêdî hêviya min ya em ji bindestiyê rizgar bibin kêm dibe…
Tiştê herî ecêb, wezareta parastina Emerîkayê li dijî bicîkirina leşkerên tirk derketiye û gotiye”haya me ji neqilkirina leşkerên tirk ya Bakurê Îraqê heye. Lê belê ev bicîbûn ne perçeyekî ji aktîvîteyên koalîsyonê ye.”
Ev jî nîşan dide ku çûna leşkerên tirk bê dilê Emerîkayê ye û yên me bêyî haya Emerîkayê destûr dane çûna tirkan…
Bi qasî ku xuya dike tiştên pir tarî dibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE