04 december 2015

Abûqatiya Tirkiyê bi kurdan neketiye





Berdevkê hukûemta Kurdistana Federe Sefîn Dizayî û hin berpirsiyarên din jî xwe tevî şerê Rûsyayê û Tirkiyê û îdiayên rûsan ku Tirkiye bi Daîşê ra tîcareta petrolê dike kirine û gotrine,
”Tankêrên di ser Zaxo- Silopiyê ra neftê dibin bendere Ceyhanê ne yên Daîşê, yên me ne. Wek hukûmeta Kurdistanê em van îdîayên Rûsyayê red dikin. Û ew belegeyên nîşan dane jî ne rast in.”
Min fêm nekir çi îşê we pê heye, çima hûn xwe li ber baranê şil dikin û dibin abûqatê Tirkiyê û Erdogan?
Hûn çima dibêjin tankêrên ji Xabûr derbas dibin yên me ne, bira tirk bibêjin, bira tirk xwe biparêzin û îspat bikin.
Çima hûn elelecele Tirkiyê diparêzin?
Rûsan qala kurdan û hukûmeta Kurdistanê nekiriye, negotina kurd neftê ji Daîssê dikirin, ew û tirk bi hev ketine.
Rûs dibêjin Tirkiye ji Daîşê petrol dikire û di vê tîcaretê da tiliya malbata Erdogan jî heye. Qet qala hukûemta Kurdistanê nekirin.
De îcar hukûmeta Kurdistanê ccima li hemberî van îdeayên rûsan derdikeve û li hemberî Rûsyayê şûrê Tirkiyê dikşîne û dibêje delîl û belgeyên Rûsyayê ne rast in, filan û bîvan.
Hemû rojnameyên tirkan beyanên Dizayî û berpirsiyarên din ji manşetan dane û hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê û Erdogan ra kirine ssahid û abûqat.
Fena ku hukûmeta Kurdistana Federe li hemebrî Rûsyayê, Erdogan û Tirkyê diparêze û ji bo hemû îdîayên Rûsyayê jî dibêje derew in.
Ev abûqatiya hukûmeta Kurdistanê ya ji Tirkiyê ra qet ne li xêra kurda ye.
Di demeke wiha krîtîk da trefgiriyeke bi vî rengî, abûqatiya Tirkiyê û Erdoga ewê zirarê bide kurdan, ewê Rûsyayê pir aciz bike û belkî jî bîne hemberî kurdan.
Heta ku Rûsya dîrekt navê Kurdistana Federe nede, wan bi tîcareteke wiha îtham neke, dibê kurd xwe tevî vê teşxeleya mezin nekin û bi tu hawî nebin teref, ji Erdogan û rejîma wî ya faşîst ra nebin alîkar û desteg.
Erdogan ketiye tengasiyê, hewcedariya wî ji piştgirî û şahidiya kurdên başûr heye. Û miheqeq ev beyanên berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê jî li ser “rica” tirkan bûye.
Lê ev şaş e, piştgiriya Tirkiyê û Erdogan li zirara kurda ye û dikane Rûsyayê bike dijminê kurdan.
Ev jî tahlûkeyeke mezin e, dibê kurd bi Rûsyayê ra nebin sebebê peydakirina gelşeke wiha.
Li alî din ev şêla hukûmeta Kurdistanê dikane kurdan bi xwe jî bîne hemberî hev, gelşên berê hene mezintir û kûrtir bike.
Lema jî dibê hukûmeta Kurdistanê ebeden xwe tevî teşxeleya Tirkiyê û Rûsyayê neke û careke din jî beyanên bi vî rengî nede.
Erdogan tevî gelek karên krîmînel bûye, dinya jî viya dizane, pêş eroja wî tarî xuya ye. Dibê kurd xwe ji Erdogan dûr xin, nebin parêzvanên wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE