29 november 2015

Tu çawa dizanî yên nuha dewletê îdare dikin tiştekî wiha nakin?


Kemal Burkay, li ser kuştina Tahir Elçî di kanala A TVê da gotiye:
”Bi dewletê zêde baweriya me tuneye, lê belê hukûmeta nuha dewletê îdare dike viya nake. Ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e tiştekî wiha nake.”
Mubaberk tu dibêjî belkî ew hukûmetê îdare dike, hukûmet bêyî agahiya wî tiştên wiha nake, lema jî hewqasî ji xwe bawer dipeyive û dibe wekîlê hukûmeta AKPê.
Ez benî tu çi zanî ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin?”
Ma tu serokê wan î?
Ya jî soza ewê cînayetên wiha nekin dane te?
Tu wek kurdekî çawa û li gorî çi dikanî ji van çete û qatilên nuh dewletê îdare dikin hewqasî bawer bî?
Ez jî dibêjim sedîsed ev karê dewletê ye, hukûmetê, MITê emrê kuştina Tahir Elçî da û polîs jî bi cî anî.
Û ewê qatil dernexin jî.
Ji xwe beyanên berpirsiyaran yên tevlihev yên dezînformatîf yên piştî kuştina Tahir Elçî jî nîşan didin ku kuştina Tahir Elçî bi dilê wan e û dixwazin bibêjin Elçî di nava şer da hat kuştin.
Yanî ne cînayeteke bi plan û program e, lê bêhemdî, di ortê da hat kuştin.
Dibê em tiştekî baş bawer bin, bêyî emir, bêyî hebûna biryarekê tu polîs û ajanê dewletê bi serê xwe naçe di nava polîsan da guleyê bera serê Tahir Elçî nade û wî nakuje.
Miheqeq qatil ji hin deran emir girtiye.
Ji xwe di vîdeoyê da jî xuya dibe, bi îhtîmaleke herî mezin ji wan herdu polîsên sivîl(yek şeşderba xwe jî diguhere) yekî bera Tahir da û kuşt. Bera alî Tahir didin. Ji xwe nabêna wan 4-5 mîtro ye.
Ya din wek siyasetmedarekî kurd ne karê Kemal Burkay e ku bibêje ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin”!
Burkay vê temînatê ji ku digre?
Tu çi zanî nakin?
Di destê te da çi delîl û îspat heye ku ”kesên nuha dewletê îdare dikin” Tahir Elçî nekuştine, emrê kuştina wî nedane?
Dibê kesê herî dawî tiştekî wiha bibêje Kemal Burkay be.
Baş e yên qetlîama Diyarbekrê, Surûcê û Anqerê kirin ne eynî hukûmet bû?
Çima kirin û bi çend sûtalan dan kirin?
Kesên qetlîamên hewqasî mezin bidin kirin çima ewê Tahir Elçî nedin kuştin?
Bêyî bawerî û texmîneke safiyane, li gorî kîjan delîlan tu dikanî bibêjî ”kesên nuha dewletê îdare dikin” karekî wiha nakin?
Yekî wek Kemal Burkay xwedî tecrûbe dibê ji her kesî bêtir vê dewletê û vê hukûmeta panturkîst, faşîst û neyarê miletê kurd nas bike û ji vê hukûmetê karekî wiha bipê.
Gava Kemal Burkay karekî wiha ji vê dewletê, ji vê hukûmetê nepê, wê demê wî ne ev dewlet nas kiriye û ne jî hukûmet û Erdogan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE