24 november 2015

PYD bi vê siyaseta hegomonîk şaşiyeke mezin dike

Piştî zafera Girê Spî heger PYDê bi hukûmeta Kurdistanê û bi hêzên kurd yên din ra li hev bikira û rê bida derbasbûna pêşmergeyên ENKSê belkî nuha herêma Cerablûsê jî xelas bûbû û Efrîn û Koban gihîştibûn hev.
Heger PYDê siyaseteke netewî bimeşanda û ji dêlî ereban bi hemû hêzên kurd yên biçûk û mezin ra, lê bi taybetî jî bi Hewlêrê ra siyaseteke mişterek bimeşanda Emerîka îro xwe nêzî siyaseta Tirkiyê nedikir.
PKK tim wiha dike, tim dibêje ez û ez. Bêyî xwe kesî qebûl nake.
Li hemberî tirkan û çepên tirk siyaseteke heta tu bibêjî nerm dimeşîne, bi ereban ra tifaqê û cepheyê çê dike.
Lê gava dor tê kurdan dibêje na, we di destpêkê da li ber xwe neda, min li ber xwe da, min xwîn rijand, lema jî ez bi we ra tifaqê çênakim û nahêlim hûn werin bixebitin û şer bikin. Ya hûnê têkevin bin emrê min, ya jî ez qebûl nakim hûn li Kurdistanê wek hêzeke çekdar hebin.
Lê ji ereban ra viya nabêje, hêzên çekdar yên ereban qebûl dike û bi wan ra wek bira dixebitin.
Lê bi kurdan ra eynî tiştî nakin.
Malwêraniya me jî ev e.
Yanî nahêle xelk vegere welatê xwe û welatê xwe biparêze.
Rast e we bi qehremanî li ber xwe da, we şer kir. Her kes viya teqdîr dike. Lê ev nayê wê maneyê hûnê Kurdistanê li kesên din, kes û hêzên ne bi we ra ne yasax bikin. Do şer nekirin, wek we jêhatî derneketin lê îro dixwazin bikin. çima hûn nahêlin?
Ez benî ya muhîm Kurdistan xelas bibe, kî xelas dike bira bike. Dibê hûn jî Kurdistanê ya xwe tenê nebînin û li xebata her kesê din yasax nekin. Wê demê kî xurt be, kî xwedï hêz be dibê zeîfan ji Kurdistanê derxe, xebatê li wan yasax bike. Ma ev rast e?
Heger Emerîka nuha dev ji piştgiriya PYDê berde û ji dêlî wê ve bi Tirkiyê ra têkeve nava hevakriyê û nehêle Kobanê û Efrîn bigihîjin hev, nehêle gerîla derbasî rojavayê Ferêt bibe ev sûcê serhişkiya PYDê ye.
Van rojên dawî meriv ji hin beyanên berdevkên Qesra Spî wisa fêm dike, fena ku Emerîka xwe nêzî siyaseta Erdogan dike.
Ev pir û pir xerab e.
Heger PYDê li hemberî kurdan siyaseteke din ya hîn maqûltir û netewîtir bimeşanda û dev ji siyaseta xwe ya hegomonîk berda Emerîka û Îngilîzan xwe nêzî siyaseta Erdogan nedikirin.
Ji ber ku Emerîkiyê jî dixwest kurd li hev bikin û bi tifaq bin. Di vî warî da meriv hin hewildanên wan jî didît.
Lê PYD ji ya xwe daneket, tim got ez û ez…
Bi baweriya min mesûlê vê yekê tenê PYD ye. Tabî PYD jî bi serê xwe nake, bi dîrektîf û zixta PKKê dike. Lema jî heger Kurdistana rojava bi tevayî negihîje hev û perçe bimîne berpirsiyarê vê yekê PYD û PKK ye.
Hêvî dikim ev tirsa min ne di cî da be, hêvî dikim Emerîka siyaseta Erdogan qebûl neke û tevgerên PDÊ bi sînor neke, alîkariya xwe pê ra bidomîne.
Lê hîn jî ne derng e, dibê PYDê dev ji vê siyaseta xwe ya hegomonîk û ez û ezê berde û bi kurdan ra têkeve nava tifaqê.
Ya na emê vê îmkana dîrokî jî wenda bikin….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE