02 november 2015

Kes nikane bizane dizên çiqas ray bidizin

Kî çi dibêje bira bibêje ez bi xwe bawer nakim AKPê ev netîce bêyî hîle û sextekariyên di rayan da bi dest xistibe.
Teknîk pêşda çûye, guhertin û diziya rayan pir rehet bûye.
Berî hilbijartinan ev netîce hatibû eyarkirin, ji kîjan partiyê, ji kîjan bajarî ewê çuqas ray bidizin, biguherînin û bikin rayên AKPê.
Ev aliyekî meseleyê ye.
Ya din jî ji bo ku AKP bi tena serê xwe were ser hukim, partî û hêzêzên faşîst yên wek BBP, SAADETê û qismekî MHPê rayên xwe dan AKPê.
Huda-Parê jî di bin ra piştgirî da AKPê.
Miheqeq tesîra vê piştgiriya van partiyan jî gihîşt AKPê.
Ji xwe ji bo tirkên muhafezekar, milîyetçî AKP, MHP zêde ferq nake, ya muhîm îstîkrara siyasî ye û partiyeke tirkçî û li dijî kurdan were ser hukim. Erdogan- Davutoglu di hilbijartinan da ev garantî dan tirkan, nîşan dan ku ew jî bi qasî MHPê tirkçî ne û li dijî kurdan e.
Lema jî ji bo me kurdan îktîdara AKPê ji koalîsyonan baştir e. Koalisyoneke AKPê û MHPê ya jî AKPê û CHPê ewê ji vê netîceyê qet ne baştir bûya.
Lema jî tiştê me kurdan eleqedar dike ji îktîdara AKPê bêtir HDP ye, siyaseta HDPê ye.
Dibê HDP dev ji hevalbendiya çepên tirk yên bêkes berde û vegere ser siyaseteke Kurdistanî û netewî, ji dêlî çepên tirk, bi kurdan ra tifaqê û yekîtiyê çêke.
Em kurd in, welatê me Kurdistan e û dibê partiyên me jî Kurdistanî bin û ji bo yekîtiya kurdan bixebitin.
Heger HDP ji vê siyaseta xwe ya çep û Tirkiyeyî venegere roj bi roj ewê bihele. Dibê em li Kurdistanê partiyên kurd û siyaseteke netewî xurt bikin.



XXX
Îcar texmînên hemû şîrketên lêkolînan yên hilbijartinan şaş derketin.
Ma ewê çawa şaş dernekevin ku !
Li dinyayê tu şîrketeke lêkolînan nikane rêjeya diziyê û sextekariyê rast texbîn bike.
Bêyî diziyê û sextekariyê ji sedî 49 nayê girtin.
Ma yê bi milyaran dolar bidize, çima ewê rayan nedize?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE