01 november 2015

HDP barajê derbas neke baştir e

Li Kurdistanê zûdebûna rayên AKPê vir e, di rastiyê da, bi rengekî heqane AKPê rayên xwe zêde nekiriye.
Rayên AKPê yên zêde bûne rayên hîle û sextekariyên e.
AKPê ev netîceya ji berê da eyar kiribû. Sê(3) prosentê ji HDPê, 4-5 prosentê ji MHPê bigre û dîsa bi tena serê xwe were ser hukim.
Jixwe heger plan û heseb ne ev bûya ewê netîceyên hilbijartina 7ê hezîranê qebûl bikirana.
Lê musebîbê vê netîceyê MHP ye, ji bo ku kurd nekevin meclîsê MHPê ev îmkan da Erdogan.
Heger MHPê bixwesta koalîsyon çêdibû û dikanîbûn ji Erdogan hesab jî bipirsin.
Lê Bahçelî nexwest. Çimkî derdê Bahçelî ne Erdogan û AKP ye, derdê wî kurd in, ew dixwaze kurd nekevin meclîsê.
Li Tirkiyê qala 2 milyon Sûrî dikin. Bi baweriya min AKPê bi mahcirên Sûriyê ray dan avîtin.
Li Rihayê li dora 250-300 hezar erebên Sûriyê hene, bi baweriya min AKPê bi wan jî ray dan avêtin.
Jixwe AKP dixwaze wan ereban li Rihayê bicî bike, ji bo demografiya Rihayê biguhere, ereban derxe piraniyê.
Dibê haya kurdan ji vê plana dewletê hebe.

XXX
Bi dîtina min heger HDP nekeve meclîsê ji bo kurdan ewê baştir be. Û ji berê da dîtina min ev e.
Ji bo ku kurd PKKê mecbûrî siyaseteke netewî bikin. Ji bo ku PKK dev ji siyaseta Tirkiyebûnê berde.
Bira meclîsa tirkan ji tirkan ra be.
Bira kurd li derî vê lîstikê bimînin û hew bên xapandin. Leme jî dibê meriv ji netîceyê qet xemgîn nebe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE