04 november 2015

Erê kemalîst nîjadperest in lê îslamî ji wan nîjadperesttir in


Kemalîst nîjadperest in, pîs in rast e. Lê dîndar(îslamî) ji wan nîjadperesttir û ji wan pîstir in.
Ji ber ku kemalîst demeke dirêj li ser hukim man kurdan digot belkî yên xerab, nêjadpereset û dijminên kurdan tenê kemalîst in.
Di 13 salên îktîdara dîndaran da me dît ku ew ji kemalîstan qet ne baştir in, bi kêmasî ew jî bi qasî kemalîstan irqçî û dijminên kurdan e.
Ji kemalîstan jî, ji dîndaran jî û ji çepan jî ji me ra tu xêr tuneye, ne heweceye em zêde biceribînin.
Hemû jî panturkîst û pîsên di ser hev ra ne. Hemû jî dixwazin kurd tim bindest bimînin.
Em kurd dibê dev ji ”hevaltiya” û xêra tirkan berdin û yekîtiya xwe çêkin, tifaqa xwe xurt bikin.
Berî dostiya bi rast, çep û dîndarên tirkan ra dibê em kurd bibin dostên hev, mitefikên hev.
Heta em nebin yek, xelkê tim me bikuje yek bi yek…

XXX
Cîgirê serokwezîr Yalçin Akdogan, di heqê prosesa çareseriyê da gotiye:
”HDPê û PKKê prosesa çareseriyê jahrdadayî kirin. Kesên prosesa(qonaxa)çareseriyê jahrdadayî kirin dibê weren tasfiyekirin. Piştî ku ew tasfiye bûn proses dikane ji nuh ve dest pê bike.”
Nuha we fêm kir plan û hesabê hukûmetê çi ye?
Mêrik pir vekirî dibêje, emê HDPê û PKKê ji ortê rakin.
Ev jî bi şer û bi kuştinê dibe.
Ji xwe ji do da ye dest bi êrîşên xwe kirine. Him bi balafiran û him jî bi operasoyonên li bajaran.
Yanî di rojên pêş da şer ewê pir germ bibe.
Rojek berî hilbijartinê min wiha nivîsî bû:
”Heger îcar jî AKP rayên xwe zêde bike Erdogan ewê har bibe, ewê Kurdistanê bi carê da bişewitîne. Ewê êrîşî PYDê û kurdên Sûriyê bike. Li Kurdistanê ewê şerekî mezin dest pê bike…”
Bi qasî ku Yalçin Akdogan dibêje ev texmîna min ne şaş bûye. Piştî vê serketinê Erdogan rehet nasekine, ji bo ku pêşiyê li serxwebûna Kurdistana başûr bigre û bela xwe di kudên rojava bide, wan jî rehet nehêle çi ji destê wî were ewê bike.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE