18 november 2015

Dibê meriv bi diristî li dij vê sonda irqçî derkeve



Leyla Zana xanimê do di meclîsa Tirkiyê da gotineke sonda parlamenteriya tirk piçekî guhert, ji dêlî ”miletê tirk”, got ”miletê Tirkiyê”.
Yanî çi ?
Bi dîtina min dibê meriv dev ji hîle û konetiyên(qurnaziyê), fêlbaziyên wiha basît berde û bi mêranî li dij derkeve.
Carê katagoriyeke bi navê ”miletê Tirkiyê” tuneye, ev, gotineke ji kok da şaş e, hebûna miletê kurd înkar û sansor dike. Kî bibêje dibê kurdek viya nebêje.
Miletê Tirkiyê tuneye, miletê tirk û miletê kurd hene. Bikaranîna gotina ”miletê Tirkiyê, înkara miletê kurd e.
Îtîrazkirina vê sonda irqçî û faşîst helbet baş e, şert e, nîşandana vê nerazîbûnê jî di cî da ye.
Dibê meriv vê sonda irqçî û ku ji bo înkara miletê kurd hatiye çêkirin qebûl neke.
Lê ne bi vî rengî û vê konetiyê.
Heger ewê ev sond neyê qebûlkirin dibê meriv bi xweşikî li dij derkeve û sond nexwe.
Guherandina ”miletê tirk”, bi ”miletê Tirkiyê” ne îtîrazeke cidî ye, piçekî xapandina milet e.
Di nabên ”miletê tirk” û ”miletê Tirkiyê” da tu ferq tuneye û lema jî dibê meriv vê lîstika bi gotinekê zêde mezin neke.
Heta ev guhertin, wek min li jor jî got, hîn xerabtir e.
Ji xwe Erdogan jî dibêje ”yek milet”, yanî miletê Tirkiyê.
Lê dîsa jî, lîstika bi gotinekê be jî ev îtîraza Leyla Zana ji îtîat û hustuxwarkirina hemû kesên bêyî îtîraz sond xwarin baştir e.
Bi guhertina gotina ”miletê tirk”, Leyla Zanayê bi kêmasî got ez ne bi vê sondê ra me, ez bi zor sond dixwim.
Di pêşerojê da ev yek ewê him li meclîsê û him jî li derî meclîsê bi xwe ra hin minaqeşeyan bîne. Dibê HDP û kurd bi hev ra bi xurtî li dijî vê sondê derkevin û guhertina wê bixwazin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE