23 november 2015

Demakê heta bigihîje Churchill heyranê kurdî bû

Di facebookê da carnan meriv rastî hin tişên balkêş û hêja tê. Îro ez rastî tiştekî wiha giranbiha hatim.
Şîrîn Payzîn xanima rojnamevan, ji xatiratên wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê yê kevn(nabêna salên 1942-1944a) Numan Menemencîoglu qala bîranîneke li ser kurdan ya pir balkêş kiriye.
Min bi xwe xatiratên Mememencîoglu nexwendiye û di dereke din da jî ez rastî vê bîranînê nehatime. Ev cara pêşî ye ez ji Şîrîn Payzînê vê bûyerê dibihîzim.
Li gorî Şîrîn Payzînê nivîsandiye, Numan Menemencîoglu bûyera li Qahîrê di nabêna Churchill û heyeta tirk da derbas bûye wiha neqil kiriye.
Nûman Menemencîoglu:
”Churchill(1) û Roosevelt(2) ji bo ku em(Tirkiye) têkevin herbê di sala 1943a da ez û Ismet Înonu vexwendin Qahîreyê. Înonu xwe nêzî herbê nedikir. Him li Edenê, him jî li Kahîreyê teza Înonu ev bû: ”Belhazir artêşa me ne di rewşa wiha da ye ku kanibe şer bike. Artêşa me çekdar(techîz) bikin, derxin mustewa artêşên xwe, wê demê ser çavan ezê têkevim herbê.
Lê belê ne Churchill û ne jî Roosevellt bawerî bi tirkan nedianîn. Digotin, ya piştî techîzatê derbasî aliyê Almanyayê bibe emê çi bikin?
Lê carê xwestin çavê me bi mesela kurd bitirsînin. Wek tê zanîn, ji ber ku hatibûn alema îslamê, bi xwe ra şerqîyatçiyên(rojhilatnasên) bi gelek zimanan dizanîbûn anîbûn. Bi carekê da Churchill ji Înonu ra got, “Paşa, tu bi kurdî dizanî?”
Îsmet paşa matmayî mabû, nizanîbû çi bibêje. Berî ku ew tiştekî bibêje, ez ketim nabênê û min got, “ekselans, em bi kurdî nizanin. Ji xwe li ba me kurdî nayê peyivandin û zimanekî wiha jî tuneye.
Churchill ji merivekî xwe pirsî. Ma wisa ye mister, ma zimanekî bi navê kurdî tuneye?
Piştî vê gotina Churchill, mêrik bi hazirî bû, rabû ser xwe û got, “Çawa tuneye mîrê min? Ziman û edebiyateke kurdî ya pir dewlemend heye. Hûn dixwazin ez ji we ra ji Dîwana Cizîrî(heta wê gavê me navekî wiha nebihîstibû)şiîreekê bixwînim.
Churchill got bixwîne. Me fêm nedikir, lê belê şîreke nêzî farisî, pir xweş(nefîs) ya bi aheng xwend. Û got ev şîr bi kurdî ye. Churchill got, wê demê vê şiîrê ji me ra binivîse. Nivîsand. Churchill got ji me ra wergerîne îngilîzî. Got wergerîne fransizî jî. Ew jî kirin. Û wergerandin tirkî jî. Û ji min ra got, mösyö, tu jî were vir. Ji bo ku bi van hersê zimanan eynî fikir were îfadekirin hela ka em binêrin di kîjan zimanî da mecbûriyeta bikaranîna çend gotinên biyanî çê bûye. Di fransî qet tunebû. Ji îngilîzî sê-çar gotinên bi koka xwe latînî derketin. Di metna kurdî da jî çar-pên gotinên erebî hatin dîtin. Lê gava nusheya tirkî hat, bêyî ”dir” û ”île” yê tu gotineke tirkî tunebû. Hinek bi erebî, hinek farisî û yên din jî ji zimanên ewrûpî yên cuda hatibûn girtin. Churchill, her çar rûpel jî danî ber me, wek ku ji me ra bibêje, ma ne şerm e ?” Û dû ra jî got, bala xwe bidinê efendîno, ew zimanê hûn dibêjin tuneye û li qismekî mezin yê welatê we wek zimanê dayikê tê peyivîn, fermo zîngîniya wî bibînin.
Di sernserê wezîrtiya xwe ya derve da nayê bîra min ez tu carî wek wê rojê ketim tengasiyê û mahcûp bûm.”
Îcar bala xwe bidinê, nuha tirkî bûye zimanê edebiyatê, zimanekî tekûz û kurd jî ketiye komayê. 72 sal berê tirkî li hemberî zimanê me ne tu ziman bû, dişibiya gêrmiya gavanan, lê îro gelek kurdên me lêva xwe li hember kurdî hil dikin, ruyê xwe badidin û bi kurdî nayên serî, berhemên xwe bi tirkî nivîsin.
Dema meriv li zimanê xwe xwedî dernekeve û bibe nivîskar û edîbê zimanê xelkê netîce ev e; tirkî ewê bi pêşkeve û kurdî jî sêwî û hustuxwar bimîne.

1) Churchill: serokwezîrê Îngilistanê, 1874-1965.
2) Roosevelt: serokkomarê Emerîka, 1882-1945.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE