14 november 2015

Berî xelkê dibê em xêra hev bixwazin



Dibê me kurdan û bi taybetî jî siyasetmedarên kurd piştî îşxala Şengalê û Kobanê fêm kiribe ku derûdora me, cîranên me hemû neyarên me ne, hemû gora me dikolin, heger ji destê kîjanî were ewê me di tasek av da bixeniqîne.
Xelasiya me di yekîtiya me da ye.
Heger em wek milet, ji kîjan fikrê, partiyê û siyasetê dibe bira bibe, ji kîjan beşî dibe bira bibe hêzên xwe bikin yek, dev ji neyartiya hev berdin di demeke nêz da bigihîjin azadiay xwe.
Dibê me ev yek êdî fêm kiribe.
Û ya din jî heger em piçekî biaqil hereket bikin Emerîka û Ewrûpa dikanin bibin mitefikên me yên STRATEJÎK. Şertan, tesadufan berjewendiyên me û yên wan kirine yek. Menfeeta me jî û Emerîka û Ewrûpayê jî di hevkariyê û hevpeymaniyê da heye.
Dibê em bi tu hawî ji dewletên kolonyalîst bawer nekin û bi soz wadên kesî nexapin. Ji wan ebeden ”dost” û ”xêrxwaz” çê nabe.
Dibê berê me tim û tim bi Xerbê da be, em bixebitin Emerîka û Xerbê bikin mitefikên xwe. Dibê em dev ji retorîka çep berdin û li xelasiya xwe bifikirin.

XXX
” Xwîn bi diranê gur bû. Bitirsin"!
Dewleta li Kurdistanê, li Farqînê tu ferqeke wê ji terorîstên Daîşê tuneye.
Tiştê terorîstên Daîşê do bi şev li Parîsê kirin, terorîstên Erdogan her roj li Farqînê, li Cizîrê, li Geverê, li Licê û li seranserê Kurdistanê dikin.
Lê wek qetlîama Parîsê nayê bihîstin.
Ferq tenê ev e.
Qetlîama do terorîstan li Parîsê kirin dinyayê bihîst, lê ya li Farqînê, Cizîrê hîn kesî nebihîstiye, kes nabihîze….
Terorîstên dewleta tirk li ser dîwarên Farqînê ji me ra wiha nivîsîne:
Kurdun dişîne kan deydî. Korkun!”
Yanî carê bîna xwînê hat me, lema jî bitirsin…
Hêzên dewletê yên nuha li Kurdistanê ne hemû jî faşîstên bijarte ne, yanî hemû jî gurên har yên devbixwîn in.
Lema jî li ser dîwarên me dinivîsin:
”Xwîn bi diranê gur bû, bitirsin”!
Hûn dizanin gava xwîn bi diranê gur dibe, gava bîna xwînê dihere gur, gur har dibe û hîn bêtir dikuje, hîn bêtir perçe dike.
Mesaja gurên Erdogan jî ev e, dibêjin carê bîna xwînê hat me, lema jî emê hîn zêde bikujin….
Û ji xwe Erdogan jî ji bo ku bêtir bikujin bi sedhezaran gurên har şandine Kurdistanê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE