07 oktober 2015

"Tew di ser da te zarok jî aniye" !


Jineke endama HDPê tiştê polîsên tirk aniye serê wan, îşkenceya bi wan kirine bi vê numûneya jêr aniye zimên :
“Min îşkence û wahşeteke wiha nedît. Perde girtin û di erebeyê da îşkence li me kirin. Jineke hevala me gedê wê li şîr bû, gava got, “wisa li min nexe, ez gedê/pitikê xwe şîr didim”, polîs got, haha tu gede şîr didî. Di ser da te zarok jî aniye...”

Gelî bira, dibê em êdî qebûl bikin, şert û zemîna em bi dewlet û miletê tirk ra bijîn nemaye. Dewleta tirk û miletê tirk gava me kurdan dibînin har dibin, ji însaniyetê derdikevin. Bi miletekî hov û neîsnan ra jiyan ne mimkûn e.
Li hemberî vê gotina dayikeke gedê xwe şîr dide kevir bûya jî ewê nerm biba, biheliya. Lê polîsê tirk tew bêtir har bûye, gotiye tuwek kurd heyî hîn ne bes e, di ser da te zarok jî aniye !
Ev bersîva nazïyekî har e, ancax faşîst û naziyekî tam fanatîk tiştekï wiha ji dayikeke zarokê xwe şîr dide ra bibêje...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE