18 oktober 2015

Rojekê dor ewê were we jî



Bertolt Brecht, di şiîreke xwe da li ser şaşiya bêdengmayina li hemberî zulmê wiha dibêje:

-Gava nazî ji bo komunîstan hatin min dengê xwe nekir,
ji ber ku ez ne komunîst bûm.
Gava ji bo sosyal demokratan hatin min dengê xwe nekir,
ji ber ku ez ne sosyal demokarat bûm.
Dû ra ji bo sendîkaciyan hatin, min dîsa dengê xwe nekir,
ji ber ku ez ne sendîkacî bûm.
Gava ji bo min hatin,
kesê dengê xwe bikira nemabû…

Îro eynî rewş li welatê me li Kurdistanê heye. Zulmeke pir mezin  li hinekan dibe, her roj hinek tên girtin û hinek jî bêdeng in, li bûyeran  temaşe dikin. 

Gelek kurd û tirkên nuha li hemberî êrîşên deweleta tirk yên ser PKKê û HDPê bêdeng in, di quncikên xwe da li vê zulmê temaşe dikin, di dilê xwe da dibêjin ez ne PKK û HDP me, çi ji min ra, şaşiyeke pir mezin dikin, rojekê ewê dor were ser wan jî.
Ev îş bi dor e.
Erdogan hertişt xistiye dorê, berê ji yên herî xurt, ji yê herî bi hêz dest pê kiriye…
Lê rojekê ewê dor were ser zeîfan jî.
Gava ew roj were, kesê li hemberî tewqîfatên wan dengê xwe bikin ewê tunebe



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE