18 oktober 2015

Rim di çewêl hilnayê !


Erdogan û Davutoglu dibêjin ew li dijî Daîşê ne û bi koalîsyonê ra li dijî Daîşê şer dikin.
Helbet herkes zane ku Tirkiye ne tenê ne li dijî Daîşê ye, di ser da ew hevalbend û sponsorê Daîşê ye jî, bêyî piştgiriye Tirkiyê Daîş nikane mehekê jî li ber xwe bide.
Ya rast Tirkiye ne li dijî Daîşê ye, kî li dijî Daîşê be Tirkiye li dijî wan e, bi wan ra têkiliya Tirkyê xerab e.
PYD li hemberî Daîşê şer dike, Tirkiye li dijî PYDê ye, jê ra dibêje terorîst.
Rûsya li hemberî Daîşê şer dike, Tirkiye li dij derdikve, dibêje bi van êrîşên xwe hûn piştgiriye Esad dikin.
Emerîka Daîşê bombebaran dike, li hemberî Daîşê piştgiriyê dide PYDê, Tirkiye li dij derdikeve, Emerîkayê protesto dike.
Îran, Îraq li hemberî daîşê ne, têkiliya Tirkiyê bi wan ra pir xerab e.
Welhasil kî li hemberî Daîşê ye, kî bi Daîşê ra şer dike, Tirkiye li dijî wan e û şerê wan yê li hemberî Daîşê rexne dike.
Lê li alî din Tirkiye mitefikê Suûdî û Qeterê ye, bi van herdu dewletan ra nabêna Tirkiyê pir xweş e.
Çimkî ev herdu dewlet jî piştgiryê didin Daîşê, hevalbendên Daîşê yê herî mezin in.
Yanî kî hevalê Daîşê be Tirkiye hevalê wan e û kî li dijî Daîşê be Tirkiye jî li dijî wan e.
Ev pir vekirî ye, zarok jî vê rastiyê dibînin.
Ev jî nîşan dide ku Tirk çi propagandayê dike bira bike, di praktîkê da di cepheya Daîşê da ye, piştgiriyê dide qatilên Daîşê.
Heger Tirkiye bi rastî li dijî Daîşê bûya ewê ne bi Suûdî û Qeterê ra, bi PYDê, Emerîka, Rûsya û Îranê ra herket bikire.
Yanî hertişt li ber çava ye, rim di çewêl hilnayê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE