07 oktober 2015

Mîtomanên wiha li cîhanê kêm in*


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye, “carnan tê guhê me, dibêjin kurd li hemberî Daîşê şer dikin. Carê ev tespîteke pir şaş e. Yên nuha li ser axa xwe li hemberî Daîşê micadele dikin hene. Em jî li hemberî Daîşê micadele dikin û emê berdewam bikin jî...”
Û piştî van gotinên xwe jî li dijî êrîşên Rûsyayê yên ser Daîşê derketiye, gotiye,
”Gavên nuha Rûsyayê avêtine, bombebaranên li Sûriyê ne mimkûn e em qebûl bikin.”
Ka hûn li dijî Daîşê bûn?
Ka we jî li hemberî Daîşê şer dikir?
Erdogan mitomanekî(verekekî bêemsal e) pir îstîsna ye, ez bawer nakim li seranserê cîhanê serokkomarekî wek wî mîtoman, şahê derewan hebe. Li ba wî derew wek fisên tajiyan e, hema tên û qet ne xema wî ye, berdide…
Lê ew ne tenê merivekî mîtoman e, her wisa merivekî gelkî çamûr û rûşuştî û bêheya ye jî.
Misqalê şermê li ba wî tuneye. Dikane bi saetan derewan bike. Piraniya axaftinên wî vir in.
Mesela di eynî axaftina xwe da li aliyekî şerê kurdan û gerîlayên YPGê yên li hemberî qatilên Daîşê ji bin da înar dike, dibêje tiştekî wiha tuneye û lema jî gotina ”kurd li dijî Daîşê şer dikin ne rast e.”
Xwedêgiravî yên li hemberî Daîşê şer dikin ereb û ew in. Gotiye, ”Tirkiye li hemberî Daîşê micadelê dide û ewê bide jî.”
Lê piştî vê gotina xwe jî îcar li dijî bombebarankirinên rûsan yên ser Daîşê derketiye û gotiye ”ne mimkûn e em bombebranên li Sûriyê qebûl bikin.”
Ê ka hûn li dijî Daîşê bûn?
Ka we li dijî Daîşê ser dikir?
Heger hûn li dijî Daîşê ne wê demê çima hûn ji bombebarên Rûsyayê aciz dibin û rexne dikin?
Çima hûn dixwazin Rûsya tavilê van êrîşên xwe yên hewayî raswetînin?
Wê demê hû hevalên Daîşê ne.
Ji ber ku hûn hevalên Daîşê ne lema jî hûn dixwazin rûs li Daîşê nexin.
Helbet ewrûpî jî ji van derewên Erdogan bawer nakin, ew jî û Emerîka jï dizane ku patronê Daîşê û hemû çeteyên cîhadîst yên din Tirkiye ye. Ne alîkariya Tirkiyê be ew nikanin hefteyekê jî li ber xwe bidin. Hemû giregirên Daîşê, El Nusra û yên din li Tirkiyê ne û ji Tirkiyê tên îdarekirin.
*Virek, kesê pir derewan dike, di dereceya nexweşiyê da derewan dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE