20 oktober 2015

Medenîbûna tirkan girêdayî azadiya kurda ye

Yaşar Gulen di heqê diyalogeke, sahneyeke fîlmê ”Hababam sinifi” da agahiyeke pir balkêş daye. Gotiye:
”Di sahneya pêşî ya fîlm da mamosteyê dîrokê Mahmûd xoce dikeve odeya mamosteyan û xwe bi mamosyên din dide naskirin. Di dema hevnasînê da cara pêşî destê xwe dide Nûrî xoce. Nûrî xoce jî mamosteyê dîrokê ye. Di hemû telewîzyonan da ev sahne wiha derbas dibe, ”Ezbenî(bendenîz)Nûrî paşa.”
Halbû metna orjînal gelkî cihê ye. Orjînala wê sahneyê wiha ye:
-Ezbenî(bendenîz) Nûriyê kurd”!
Hababam sinifi navê berhemeke Rifat Ilgaz e, dû ra ew adepteyî fîlm kirin û pir meşhûr bû.
Helbet sextekariya tirkan ne ev tenê ye, bi hezaran numûneyên ji vê gelkï mezintir ü xerabtir hene.
Heta kurd azad nebin tirk ji sextekariyê û bêexlaqiyê xelas nabin.
Heta Kurdistan çê nebe tirk ji irqçîtiyê, ji îdeolojiya faşîzan û nazîzst xelas nabin, nabin miletekî medenî.
Medenîbûn û însanbûna tirkan girêdayî azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ye...

XXX
Bersîva hin dost û hevalên ji nivîsên min gazinan dikin
Hin dost û heval ji min ra dibêjin ”yabo tu pir dinivîse, em pê ra nagihînin bixwînin.”
Hinek jî dibêjin ”nivîsên te dirêj in, piçekî kin bibire…”
Heyran ez ji kêfa nanivîsim, tirk û ereb her roj çend heban ji me dikujin, zulmê li me dikmin û ez jî dikim hawar, hawar û li dij derdikvim!
Heger hûn dixwazin ji min û ji nivîsên min yên ”pir û dirêj” xelas bibin, zulma tirk û ereban bisekinînin.
Bi navê Xwedê, heta em bindest bin û ereb û tirk û faris vê zulmê li me bikin, hûn xwe ji min bixeyidînin jî, nexeyidînin jî ezê her binivîsim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE