05 oktober 2015

Li Şirnexê însaniyet û heysiyeta dewleta tirk jî bi erdê ra kişiya


Dibê em kurd rastiyekê baş bizanibin, li Şirnexê heqerata polîsan li cenazeyê Lokman Bîrlîk kirin ne bûyereke lokal e, ne bûyereke bi çend polîsên emniyeta Şirnexê ve sînorkirî ye.
Ev siyaseta dewleta tirk e û hukûmeta AKPê ye. Polîs û leşkerên ji hukûmetê dîrektîfa çewisandin û terorîzekirina kuran girtine.
Jixwe ji roja komra tirk ya faşîst ava bûye û vir da ye dewlet tişên wiha tim tînin serê kurdan, heqaretên wiha tim li kurdan kirine û dikin.
Yanî ev ne cara pêşî ye polîs û leşkerên tirk serê gerîlayên kurd jê dikin, termên wan bi dü wasiteyên xwe girê didin. Heta nuha bi sedan carî tiştên wiha kirine.
Tiştên wiha bi zanebûn dikin, ji bo ku kurdan çavtirsiyayî bikin, ji bo kurdan ji pertav da bixînin, qudûmşikstî bikin.
Kîjan hukûmet li ser hukim be qet ferq nake, hemû jî yek kêm, yek zêde eynî miameleyê bi kurdan ra dikin.
Dîroka me ya nêz şahidê van hovîtiyên dewleta tirk e.
Hukûmeta AKPê, ji bo ku heqaretên wiha li kurdan bikin, kurdan bikujin bi taybetî polîs û leşkerên, zabitên sadîst, faşîst, yên gelkî neyarên kurdan dişîne Kurdistanê. Lema jî hemû polîs û zabitên tirk yên li Kurdistanê ji bo îşkenceyên wiha hatine hilbiajrtin, ji bo vï karî bikin ew şandina Kurdistanê.
Lema jî bûyerên wiha ne derî zanîn û agahiyên hukûmetê, Erdogan, û Davutoglu ye. Hukûmet dizane li Kurdistanê her roj heqaretên wiha li kurdan tên kirin.
Heger Erdoga û Davutoglu bûyerên wiha taswîp nekin, bi rastî û ji dil li dij bin kes nikane tiştekî wiha bike.
Yê bike jî ewê di girtîhgehan da birize.
Leşker û polîsên li Kurdistanê baş dizanin ku ew çi bikin jî ne sûc e û ewê ji wan ra bibmîne. Ew dizanin ku kesê nikanibe ji wan hesab bipirse. Ne mahkime û ne jî meclîs ebeden guh nade giliyên kurdan. Kurdan heta nuha gelek caran bûyrên bi vî rengî birine meclîsê, lê tu carî netîceyek jê negirtine.
Jixwe leşker û polîs bizanibin ewê ceza bibin tiştê wiha nakin, ev vekirî ye. Em vê dewletê nas dikin.
Lema jî dibê em polîsên li Şirnexê ev heqaret li bedena Lokman Bîrlik ya mirî kir tenê sûcdar nebînin, sûcdarê herî mezin Erdogan e, Davutoglu ye, wan ev keriyên sadîst, faşîst û qatilan bi zanebûn şandine Kurdistanê ji bo ku tiştên wiha li kurdan bikin.
Qatilê Lokman Bîrlik û hemü zarokên me hukûmeta AKPê ye, Erdogan e, Davutoglu ye. Ev hovîtî bi destûr emrê wan dibe.
Lê kesên li hemberî miriyan jî vê bêhurmetiyê bikin, bi can û cesedên miriyan jî îşkenceyê bikin ew merivên rezîl in, bêexlaq û bê heysiyet in.
Dewleta îşkenceyê li miriyan bike ew dewlet riziya ye, bi wê hukûmetê û dewletê ra exlaq, însaniyet, heysiyet nemaye.
Li kuçe û kolanên Şirnexê ne termê Lokman Bîrlîk xoşewîs tenê, bi wî termî ra şeref, heysiyet û însaniyeta dewleta tirk û hukûmta AKPê jî bi erdê ra kişiya

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE