14 oktober 2015

Li gorî baweriya tirkan dinya ji me û wan ra teng e...


Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu yê mahcirê Kafkasan li dijî alîkariya Emerîka ya bi PYDê ra derketiye û gotiye ”her alikariya bi rojava û PYDê ra were kirin, ew weke hewildaneke li dijî Tirkiyê dibînin” û “Kurdên Rojava û PYD êdî di hedefa dewleta Tirk de ne.”
Davutoglu dom kiriye, gotiye, "heger bi çekên ji Emerîka digrin zirarê bidin me, ya jî wan derbasî Tirkiyê bikin, ya jî bidin PKKê, emê PYDê mehû bikin, ji ortê rakin, tiştê em tînin serê PKKê, emê bînin serê PYDê jî.
Hin kes hene gef û tehdît bi wan dikeve, lê qet bi vî mexlûqatê kêmzeka nakeve, wek mişkê gefan li pisikê bixwe, bi meriv hinekî komîk û mîzahî tê.
Lê em vê tîpê Davutoglu yê komîk û mîzahî bidin aliyekî û meselê cidî qebûl bikin.
Rast e, heger Davutoglu bikanibe, ji destê wî û Erdogan were, ne PYDê tenê, ewê miletê kurd jî qir bikin, li dinyayê kurdekÎ jî nehêlin.
Ev rast e. Vê nêt û daxwaza wan ya cidî em hemû kurd baş dizanin.
Lê belê daxwaz tenê têr nake, dibê meriv bikanibe jî…
Lema jî dibê meriv guh nede van fort û gefên Davutoglu yên çort û qorr, bi Xwedê nikanin di ser bilikê neviyê min Vîndar ra jî baz bidin, nikanin tu gûyî jî bixwin…
Fortên wiha me gelek caran ji Davutoglu û ji mezinên wî bihîstiye. Ne hewce ye meriv zêde didî bigre.
Lê gava mirina xwe girtin çavên xwe û ketin Kurdistana rojava, kurd jî ewê li ber xwe bidin. Çimkî wekî din tu rê tuneye.
Tirk dibêjin ev dinya ji me û we ra , yanî ji tirk û kurdan ra teng e, ji bo ku em tirk hebûna xwe bidomînin, dibê kurd li vê dinyayê nemînin.
Yanî li gorî bawerî û îdeolojiya wan, ya ewê koka me biqelînin û ji xwe ra rehet bikin, ya jî dibê em wan ji ortê rakin û xwe û dinyayê ji van însanên li dijî însaniyetê, ji vî milêtê zebanî, faşîst û nazzîst xelas bikin.
Em kurd herçiqas ji van maxlûqatên zebanî, ji van însanên nazîst ra dibêjin ev îdeolojiya nazîzmê ye, şaş e, werin medenî bibin, bibin ïnsan, dinya tê ra me jî û we jî dike, lê qebûl nakin, dibêjin na, em nahêlin hûn wek kurd bijîn û bibin xwedî maf; heta em em sax bin emê wek keleşêran(dîkan)tim serë we bidin ber nikilan, çavën we derxin û nehêli li tu dereke dinayayê hûn rehet bikin….
Lema jî ya em ya ew, ya tirkê li ser koka me rûnin, ya jî emê li ser ya wan.
Wekî din xelasiya me kurdan tuneye.
Heta mexlûqekî bi navê tirk li vê dinyayê hebe li Fîzanê jî ji me ra rehetî tuneye, ewê tim zulmê li me bikin û çavên me derxin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE