06 oktober 2015

Kî kurdan bikuje tirk jê hez dikin û wek birayê xwe dibînin



Jinên AKPyî, jinên tirk yên dîndar û îslamîst bi meşekê Rûsya protesto kirine.
Çima, ji bo ci?
Ji ber ku balafirên Rûsyayê li Sûriyê Daîş û hin hêzên din yên cîhadîst bombebaran kirine.
Yanî dîndar û misilmanên tirk bi vê meşê dostayî û hevalbendiya xwe ya bi Daîşê ra nîşan dane, piştgirî dane Daîşê.
Helbet ev ne cara pêşî ye hêzên îslamî yên tirk li dijî kurdan piştgiriyê dididn Daîşê. Ji destpê da ye hukûmeta AKPê jî û miletetê tirk jî piştgiriyê didin Daîşê û wê wek hêzeke dost û mitefikê xwe dibînin.
Dema Daîşê Sengal û Koban îşxal kir, bi hezaran kurd kuştin, serên wan jê kirin, bi hezaran keçên kurd revandin û ji xwe ra kirin kole û li dû ra jî li bazaran firotin van misilman û dîndarên tirk Daîş protesto nekirin.
Dema bajarên kurdan yek bi yek, Lîce, Farqîn, Gever, Bismil, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn ji alî leşker û polîsên tirk ve ahtin wê rankirin, bi sedan kurd hatin qetilkirin van misilman û dîndarên tik dîsa dengê xwe nekirin, dîsa ji rojan rojekê piştgiriya xwe nîşanî kurdan nedin, zulm û terora li ser kurdan protesto nekirin.
Lê gava Rûsya li Daîşê û hin hêzên din yên terorîst dixe tavilê dadikvein kolanan û Rûsyayê protesto dikin.
Ev protestoya li li dijî Rûsyayê piştgriyê Daîşê ye, dostî hevalbendiya bi Daîşê ra ye.
Di nava salekê da bi hezaran kurd hatin kuştin, bi dehan bajarên kurdan hatin wêrankirin, bi sedhezaran kurd ji ber terora Daîşê bi çol û çepelan ketin. Polîsan li Cizîrê termên kurdan bi dawiya panzêra xwe ve girê dan û di nava bajêr da gerandin
Lê van îslamiyên AKPê û tirk rojekê jî Daîş û dewleta tirk protesto nekirin û ewê tu carî nekin.
AKP, MHP, dîndar û hemû hêzên îslamî çima hewqasî ji Daîşê hez dikin, çima vekirî û di bin ra piştgiryê didin Daîşê û hemû hêzên din yên cîhadîst?
Yanî ev sempatiya tirkan û hêzên îslamî ya li hemberî Daîşî gelo ji ber çi ye, çima tirk û misilmanên tirk hewqasî ji Daîşê hez dikin?
Ez ji w era sebebê wê bibêjim.
Ji ber dijminatiya kurda ye.
Tirk, hêzen îslamî dijminên kurdan dostên xwe, birayên xwe dibînin.
Kî kurdan bikuje tirk jê hez dikin, wek birayê xwe dibînin.
Ji ber ku Daîş kurdan dikuje, serê kurdan jê dike, bajarên wan wêran dike, tecwizî namûsa kurdan dike, lema hemû hêzên îslamî û faşîst ji Daîşê hez dikin û ji bo ku Daîş qels nebe Rûsyayê protesto dikin.
Kî dijminê kurdan be, kî kurdan bikuje îslamî, faşîst, kemalîst, bi kurtî tirk dostê wan in.
Heger Daîş ne dijminê kurda bûya, kurd nekuşta îslamî û faşîstên tirk, miletê tirk ewê ev piştgirî neda Daîşê.
Bi kurtî sebebê sempatiya tirkan ya li hemberî Daîşê neyartiya Daîşê ya bi kurdan ra ye.
Netîce, şerê bi Daîşê ra ji bo me kurdan bû wesîle em tirkan û bi taybetî jî hêzên îslamî yên tirk nas bikin.
Serpêhatî û tecrûbeyên me yên sal û nîvekê nîşanî me da ku îslamiyên tirk jî faşîst in û bi qasî faşîstan irqçî û neyarên miletê kurd in.
Kurdê ku ev rastî hîn jî nedîtibe ya korfahm e ya jî bêhiş e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE