12 oktober 2015

Ka werin em mala xwe bi destê xwe xera nekin !

Heta nuha me seyahet û bajar li hev yasax nekiribû, lê wa ye do ew jî bû.
Hêzên ewlehiyê nehîştine serokê parlamentoyê Yusuf Muhamed ku endamê tevgera Goran e, ji Silêmaniyê here Hewlêrê.
Yusuf Muhamed çi şaşî, çi xerabî kiribe jî kirineke wiha, rêbiriyeke wiha ne tu hawe ye, ne qanûnî ye, zorbatî ye, dibê meriv rast nebîne û rexne bike.
Ev cara pêşî ye ez zorbatî û bêqanûniyeke wiha dibînim û dibihîzim.
Kurd, hêzên kurd dibê tu carî metodên wiha li hemberî hev bikar neynin. Micadela siaysî dibê bi wasite û metodên siyasî were kirin.
Nabe em zorê li hemberî hev bikar bînin. Hela kurdên başûr dibê û qet û qet zorê li hemberî hev bikar neynin. Zor û şer ewê bibe felaketa hemûyan.
Partiyek, dixwaze bira hukûmet be, çawa dikane nehêle serokê meclîsê here Hewlêrê ser karê xwe?
Meriv dikane li hev xe, serê hev bişkîne, lê nehîştina ketina bajarekî ne şêleke medenî ye, zorbatî ye.
Û di ser da mêrik serokê meclîsê ye. Bir ne serok be jî, dibê ev yek nehata kirin.
Wê demê PDK Hewlêrê û Kurdistanê wek malê xwe, wek gundê xwe dibîne û dilê wan kê bixwaze ewê bihêlin here Hewlêrê û kê nexwaze ewê nehêlin.
Ev şêleke pir tahlûke ye, perçekirina Kurdistanê ye. Dibê Goran ne bi zor, di warê siyasî da were pûçkirin  û îzolekirin. Ne bi zorê.
Goran dikane ji erd heta ezman neheqe be û gelek tiştên xerab û ne li rê kiribe.
Lê astengkirina seyaheta însanan ne ne rast e, ez nahêlim tu werî Hewlêrê ne rast e, ne qanûnî ye, zorbatî ye.
Û ji bo hukûmetê, meclîsî û serokwezîr jî skanandaleke pir mezin e, polîs nahêle serokê meclîsê, ya jî muxalifê PDKê here Hewlêrê !
Yanî dinya medenî, medyaya cîhanê ewê ji xebereke wiha ra çi bibêjin gelo?
Xwedêgiravî me destê xwe li sînga xwe dixist û me digot em cîranên xwe hemûyan medenîtir û demokrattir in?
Ev e medeniyeta me?
Ev e demokratîkiya me?
Helbet bûyerên li Silêmaniyê û hin bajarên din qewimîn, êrîşên ser baregehên PDKê jî, kê kiribe pir xerab e û dibê meriv rexne û mahkûm bike.
Û her wisa dibê kesên sûcdar jî werin girtin û teslîmî edaletê bibin. Di vî warî da PDK çi bibêje bi heq e.
Lê belê bersîva van bûyeran ne ew e ku partî Hewlêrê li serokê meclîsê, li muxalifên xwe yasax bike.
Ev skandal e!
Wê demê sibe, dusibe muxalif jî ewê bajarên din li PDKê yasax bikin.
Û bi vî hawî kurd ewê dîsa wek berê têkevin qirika hev û dîsa şerê birakujiyê dest pê bike.
Metodên wiha ji bin da ne rast in, zor û şîdet ewê rewşê aloztir bike.
Çare, sebir e, bînfirehî ye, tolerans e, komprîmîs e, û hinekî jî fedekarî ye.
Gelş çi be jî, Goran û YNK çiqasî neheq bin jî dibê PDK û hêzên din ebeden serî li zorê nedin, gelşê miheqe bi diyalogê û bi dan û stendinê çareser bikin.
Şer, kaos, teşxele malwêraniya hemû aliyan e. PDK vê yekê ji her kesî baştir dizane.
Heger kurd li başûr vê mesela xwe bi diyalogê, bi riyên siyasî di demeke kin da çareser nekin felaketeke pir mezin li pêş wan û miletê kurd e.
Her kes vê yekê dizane.
Dijminên me wek gurên har li bende me ne. Heger careke din jî li başûr kurd bi hev kevin bi Xwedê çû me da, tu kes, tu hêz li karê dernakeve, herkesê hertiştî wenda bike.
Lema jî kurd mecbûr in li başûr li hev bikin, riyeke aştiyane, lihevkirineke siyasî bibînin.
Wekî din tu rê tuneye. Zor, şer felaket û malwêraniya her kesî ye. Tiştê heta nuha bi dest xistine jî ewê yek bi yek wenda bikin.
Hêvî û rica hemû kurdan ji hemû aliyan ew e ku vê gelşa serokatiyê ne bi zorê û şer, bi riya diyalogê çareser bikin, bi hawakî li hev bikin…
Dibê em biaqil bin û biaqil hereket bikin. Li başûr bi zorê starek ji hemû kurdan ra çêbûye, dibê em wê jî xera nekin.
Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne.
Ka werin em mala xwe bi destê xwe xera nekin…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE