09 oktober 2015

Ji bo ku em ji xelkê ra nebin nêçîr dibê em dîroka xwe rast fêr bibin

Bi rastî jî wisa ye, miletên bi dîroka xwe nizanibin dibin nêçîra miletên din, pir rehet dikevin kemîna neyarên xwe.
Siyasetmedar, xwenda û ronakbîrên kurdên Kurdistana bakur bi piranî ji dîroka xwe bêhay in. Milet, di vî warî da tew ji bin da ji dîroka xwe bêpar e, bêşiûr û bêhafize ye.
Ji ber ku dijmin bi rengekî pir profesyonel dîroka wî pê daye jibîrkirin û dîroka xwe ya derewîn û antî-kurd xistiye serê wê.
Ji ber ku em bi dîroka xwe nizanin, lema jî em pir rehet tên xapandin, pir rehet dikevin bin tesîr û kontrola neyarên xwe.
Lema jî em pir rehet bi çavê dijmin, bi berçavka neyarên xwe li dîroka xwe dinêrin.
Û ev jî hertim li zirara me ye. Em bûne biyaniyên dîroka xwe.
Ji ber ku zanîn û hafiza netewî li ba me zeîf e, lema jî em hin şexsiyetên netewî, hin kurdên ku li gorî dema xwe, li gorî şert û mercên wan rojan ji gelê xwe ra xebitîne û di dîroka kurdan da rolên baş û muhîm lîstine pir rehet xayin îlan dikin.
Gava medreseyên meriv û çavkaniyên meriv falsîfîkasyon û derewên neyar bin, pir hindik meriv jî bi çavê neyarê xwe li meselan û li dîroka xwe dinêre û tiştê baş jî xerab û pîs nîşan dide. Kesan rehet dike ”xayin” !
Tew hin kes û tevger hene dîrokê ji xwe didin destpêkirin, li gorî wan berî wan di dîroka kurdan da tu tiştekî baş û hêjayî serbilindiyê tuneye, hemû serok, şêx, beg, mezin û mîrên kurdan ya xayin bûn, ya jî ne tu tişt bûn û ji kurdan ra tu tiştekî baş nekirine.
Li gorî wan û hin kesên weke wan, Selahedînê Eyûbî, Îdrîsê Bedlîsî, Îbrahîm Paşayê Millî û hemû şêx, beg û mîrên kurdan pîs û ”xayin bûn û ji kurdan ra qet tiştek nekirine.
Ev dîtineke him ne rast û him jî pir şaş e. Pêşiyên kurdan bi ser neketine, nikanîbûne bi ser kev in ev rast e. Lê belê tenê nej i ber kêmasî, şaşî û netutiştbûna wan e, gelek sebeb ü faktorên din jî di têkçûnên wan da rol lîstine.
Lê dijmin bi zanetî dîrokê belovajcî, seroqûnî fêrî me dike.
Tesîra vê îdeolojî û dîtina kemaklîst înkarperest di nava kurdan da hîn jî heye.
Ji bo ku em dîroka xwe rast fêr bibin, dibê dîroka xwe em bi xwe binivîsin û tim bi îhtîyat û bi şik li çavkaniyên neyarên xwe binêrin.
Ji bo ku em dîroka xwe şaş fêr bibin û şaş bidin fêrkirin çi ji destê dijminên me hatiye kirine.
Dibê em di vê zanînê da bin û bêyî lêkolîn tu carî baweriyê bi çavkanîyên wan neynin.
Çimkî armanca dîroknasên dijminên me ew e ku me ji zanîn û şiûrê dîrokê bêpar bihêlin û xwe ji xwe ra bikin nêçîr. Lema jî dijminên me dîrokê li gorî berjewendiyên xwe dinivîsin û tahrîf dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE