24 oktober 2015

Ji ber ku bi kurdî kilamek got tirkan ew kuştin


Li gorî ku sîteya Avestayê dinivîse, dengbêjê kurd Selîm Serat, ji ber ku bi kurdî straye li Stenbolê ji alî tirkan ve hatiye kuştin.
Û him jî li ser sahnê dikujin. Gava bi kurdî distirê tirk êrîşî ser sahneyê dikin û wî didin ber kêran. Û li ser sahnê temam dikin!
Ev ne tişekî nuh e, ”birayên” me (!) yên tirk ji zûda ye axaftin û stranên kurdî li me qedexe kirine. 
Kî li bajarekî tirkan bi kurdî bipeyive ya jî bi kurdî bistirê dîrekt ya tê kêrkirin ya jî lînckirin.
Diyar e kurdperwerê hêja şehîd Selîm Serhat ya haya wî ji vê qedexeye tirkan tunebûe ya jî ji bîr kiribûye.
Ev, barbarî û faşîzmeke dirinde ye, ji nazîzmê jî xerabtir e. 
Însan çawa ji ber zimanê xwe were kêrkirin û kuştin?
Li Tirkiyê êdî her kurd di binê tahlûkê da ye, kurdên kanibin Tirkiyê terk bikin dibê vegerin welatê xwe.
Û êdî her kes, kurdê ”baş jî û yê xerab” jî dibê ji bo welatekî azad, ji bo Kurdistaneke serbixwe bixwebite.
Wek kurd bi tirkan ra şertên jiyaneke bi hev ra nemaye, dibê kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat. 
Wekî din rê tuneye…
Bi şehadeta Selîm Serhat pir xemgîn bûm. Ji malbat û zarokên wî ra serxaxiyê dixwazim…

XXX


Ez dixwazim bibim ferdê miletekî azad û li Kurdistaneke azad bijîm. Ez dixwazim berî mirina xwe wê azadiyê, wê hewayê tenefus bikim.
Bibînim hela bîhn û hewa welatekî azad çawa ye…
Bavê min ji min ra welatekî azad nehîşt, lê ez dixwazim ji zarokên xwe ra, ji neviyên xwe ra welatekî azad li dû xwe bihêlim. Bi wê xeyalê dijîm. 
Ji bo ku ew jî weke min bindest nejîn û bindest nemirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE